Nameyeke Ji Bo Mehmed Uzun: Hostayê Peyv û Romana Kurdî

 

Kakþar Oremar, Kakshar_oremar@yahoo.de

 

Ji mêjdaye ku hesret an jî xweziyek hê jî di dilê min da maye. Min dixwest çend roja pêre bimînim û bersiva sedha pirsên xwe ji zimanê wî bibhîsim. Lê her wexta ku ez pêre axivîm, ew mijûlî amadekirina berhemekî xwe bû. Min dizanî ku ev karê wî ji bo me tevane û ger ez zêde wexta wî bigirim, ziyanê digehînme xwe jî.

Mehmûd Duletabadî

Ger ji Farsan re Mehmûd Duletabadî(1), ji Tirkan re Orhan Pamuk(2), ji Ereban re Necîb Mehfuz(3), ji Almanan re Gunter Grass(4) û… cihê þanaziyê bin, ji me Kurdan re jî Mehmed Uzun xwedî giranî û karîzmayek wihaye. Di wan salan da ku li bakurê Kurdistanê pêkhênerên komara Tirkiyê li ser siyaseta xwe ya înkar û biþavtinê bi çar gavan ber bi pêþve dimeþîn, pênûsa mamosta Mehmed Uzun ket gera xwe. Wî bi zimanê xwe yê þirîn, bi Kurmanciya ku piþtre bû bingehek ji bo istandardkirina vê zarava zengîn, dest bi xebateke dîrokî kir.

Mehmed Uzun

 Ew him bû avakerê dîwarekî bilind û pehn li hemberî wan kesên ku digotin Kurd xwedî zimanekî çend sed peyvî û dewlemend nînin, him jî di nava raya giþtî ya biyanî da bi cîhana rewþenbîran re daselmandin ku:“ Kurdên bêdewlet jî xwedî ziman û romannivîsên hêjane. Zimanê wan kevnar û bi êtnîkî jî ji Tirk, Fars û Ereban cudane“.

Orhan Pamuk

Zimanê Mehmed Uzun zimanekî rewan, sade, xweþ û þirîne. Mîna ava Diclê diherike û xweþiya jiyanê di dilan da zêdetir dike. Çanda kevnar û çend hezar salan li Mezopotamiya û hemû Kurdistanê bi bîr tîne. Her romaneke mamosta Mehmed Uzun aliyekî jiyana Kurdan mîna rêze filmekê radixe ber çavan. Ji aliyekî dîroka tejî êþ, berxwedan û þerê ji bo bi destxistina mafê qederê, ji aliyê din jî jiyana kesayetîyên Kurd di formê romanê da cîhana bîr û ramanên Mehmed Uzun baþtir ji mere kifþ dikin.

Mihemed Qazî


Yaþar Kemal









Selîm Berkat

Mehmed Uzun mezintirîn romannivîsê Kurdistanê ye ku kariye bi berhemên xwe yên pirbar derd û elemên netewa xwe bi gelên din jî bide nasandin. Wî jî mîna gelek kesan dikarî bi pênûsa xwe ya rengîn bikeve xizmeta ziman û sîstema serdeset. Lê wî ne rêya Yaþar Kemal, ne rêya Mihemed Qazî(5) û ne jî rêya Selîm Berkat(6) hilbijart. Hêlîn û kiyana bav û kalên xwe Kurdistan terikand û hat Ewropa. Bi xebateke þev-rojane di qada edebyata Kurdî da xebitî. Bênav ji welat derket, lê mîna navdarekî efsaneyî vegerî Ameda dêrîn. Bi awayekî ku înkargeran jî li hemberî bîr û ramanên wî yên biratî, aþitîxwazî û hevalbendiya rastîn serê xwe tewandin.

Günter Grass

Necîb Mehfuz

Belê mamosta Uzun: „Ronî mîna evîne“ ye û „Tarî jî mîna mirinê“ ye. Te gelek rêyên roniyê nîþanî me Kurdan dane. Ji ber wê jî îro em Kurd ketine ser rêya ronahiya rewþenbîrên mîna te. Rêya ku ji aliyekî xwîna þehîdên doza Kurdistanê, ji aliyekî berxwedana girtiyên doza azadiyê û ji aliyekî jî helwesta nivîskarên mîna te me ber bi bextewerî û welatekî serbixwe dibe. Ew roj zêde ne dûre ku Bîra Qederê, Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Hewara Dîcleyê, Siya Evînê û hwd bibin filmên sînemayî an jî rêze filmên dirêj. Elbete ger welatekî me yê serbixwe hebûya, ji mêjda bû ku karekî wiha jî sergirtibû.

Mamosta can, ez xwîndevanekî xwîndingeha te ya zimanê Kurdî û Kurdayetîyê me. Te çendîn cara soz dabû min ku rojekê yê bibî mêvanê min û bi zimanê xwe yê þirîn bersiva pirsên min yên dûr û dirêj bidî. Ez Hê Jî Bi Hez û Evîneke Bêdawî Li Benda Bersiva Teme.

05.10.2006 Almaniya

 

Jêrnivîs:

_ 1. Mehmûd Duletabadî: Mezintirîn romannivîsê Îranê ye. Romana wî ya bi navê Kelyêder di 17 cildan da gelek naskirî û bi çendîn zimanên zindî yên biyanî hatiye wergerandin.

_ 2. Orhan Pamuk: Romannivîsê navdarê Tirk ku bi „çalakiyên xwe yên di nêzîkkirina kulturan bi rêya edebiyatê“ da navdare.

_ 3. Necîb Mehfuz: 1911-2006: Romannivîsê Misrî ku di sala 1989an da xelata Nobêl ya edebyatê stand. Romanên wî di nava cîhana Ereb da naskirî û bi gelek zimanên zindî yên cîhanê hatine wergerandin. Çend romanên wî evin: Elherafîþ, Ciwanên taxa me, Gera Ibin Fetûme û hwd.

_ 4. Gunter Grass: Navdartirîn nivîsakarê Almanî yê di halê jiyanê da tê hesibandin ku piþtî standina xelata Nobêl di hemû cîhanê da bû navekî naskirî. Grass sala 1959an bi nivîsandina romana xwe ya yekemîn(Tebilka Helebî) bû xwedî navekî cîhanî. Berhemên wî babetên: Roman, þanoname, helbest, þêwekarî, gotar û heta pirtûkên xwarin çêkirinê jî digire ber xwe.

_ 5. Mihemed Qazî: Yek ji mezintirîn wergerên Kurd li Îranê ku gelek roman û pirtûkên dîrokî ji zimanê Feransî wergerandine ser zimanê Farsî. Berhemê 50 sal karê wergeriyê zêdetir ji 30 pirtûkin ku piraniya wan di cîhanê da þahkarên edebî tên hesibandin. Lê mixabin tevî ku ew Kurd û ji malbata Qaziyên navdarê yên herêma Mûkriyane, ji xeynî wergerandina du-sê pirtûkan ji edebyat û zimanê Kurdî re xebateke berçav nekir. Mihemed Qazî li sala 1997an li Tehranê wefat kir.

_ 6. Yaþar Kemal û Selîm Berkat: Her du bi esilê xwe Kurdin. Yaþar Kemal ji bakurê Kurdistanê û Selîm Berekat jî ji rojavayê Kurdistanê ye. Yaþar Kemal bi zimanê Tirkî û Selîm Berekat jî bi zimanê Erebî heya niha jî mijûlî nivîsandina roman, çþîrok û berhemên cewherdarin.

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org