|
Nameyek ji Mamosta Þivan Perwer ra
Kakþar Oremar, Email: kakshar_oremar@yahoo.de
Di salên 1970an da Bulent Ecvît jî li Colemêrgê gotibû:
“ Eslê me jî Kurd e“ û li pey vê gotinê Kurdên nexwende û
cahêl jî hem dengê xwe dan partiya wî û hem jî navê gelek zarokên
xwe yên nêrîne kirin Ecevît û Bulent.!! Ew di tengaviyê da serî li hemû rê û dirba didin. Îranî
jî wihane. Dema ku Kurd di warê leþkerî û siyasî da bihêz dikevin,
rayedarên Tehranê dest bi wesf û medha Kurda diken û wan weke:“ Îraniyên
herî esîl, parêzvanên sinorên welat, mêvanperwer û xwedî yekemîn
imperatoriya Arîyan û...“ binav diken.!! Wey û hezar cara ax ji destê Kurdên nezan û paleyên
xelkê. Mixabin em Kurd zû tên xapandin û hêþta jî dagîrkerên
Kurdistanê dema ku bixwazin, rihet deng û hêza me ji bo berjewendiyên
xwe bikar tînin.
Niha pirsa min ji kesekî weke mamosta Þivan Perwer ev e:
“ Gelo ma tu ji me baþtir Tirk û siyaseta wan ya durûtiyê nas nakî?!
Li hemberî gotinên ku Erdogan der heqa te da kirin, çima tu wiha bêdengî?
çima qêrîna te weke salên 1970 û 80an nagehe guhê hemû Kurdên cîhanê
û netewa xwe ya bêdewlet bi sextekariyên dagîrkerên welatê xwe nahesînî?
Ma di nava Kurda da deng ji dengê te bitesîrtir û bilindtir heye? Min
hevpeyvîna te ya bi TRT1 ra dît, lê bersivên te têhnatiya min neþikand.
Min bi awayekî êltimas û heza te ya ji bo vegera Tirkiyê di bersivên te
da his kir(hîvîdarim ez þaþ bim), lê te di mercên wiha da dikarî weke
pêxemberekî hiþyarkirina cahêl û bindestan rolê xwe yê pozîtîv bilîsta.
Mamosta can: Îro Kurd li bakurê Kurdistanê pir bihêzin
û têkoþana wan ya siyasî di sewiya xwe ya herî bilind da ye. Lê Þivanê
Kurda, Þivanê ku salên berê di vê rensansê da xwedî rolekî pozîtîv
bûye, îro bêdeng e û ne li kêleka doza xwe ya li bakurê Kurdistanê
ye. Mixabin, hezar car mixabin. Temsîlkarên Tirka vê bêdengiya te dibînin û ji bona
wê jî yekî weke Erdogan dibêje:“ Ez Þivan Perwer dixwazim...“
Çimkî çûyîna te yê bi navê AKPê be û ew jî bixêra te yê bi
milyonan denga li Kurdistanê qezenc biken. Lê mamosta Þivan dixwazim ji
tera bêjim ku armanca rayedarên dewleta Tirk ji vî karî ev in: 1. Ew dixwazin dengê Kurda yê herî bilind, dengê
sedsalê û þiyarkirina netewa Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî
bikar bînin. Çimkî ew niha baþ dizanin ku li bakur û baþûrê
Kurdistanê, Kurd hem xwedî hêz û hem jî pergal(sîstem)eke wan çêbûye.
Ma ji bîra te çû ku heya duh wan li ser serokên baþûrê Kurdistanê çi
digotin û ew wek serok eþîret û paþvero binav dikirin?! Li masmediya
Tirka temaþe bike ka çawa hem Kurda tehqîr diken û hem jî siyaseta xwe
ya asîmîlasiyonê bi çar gavan didomînin. Tu çima strana vê rewþê
nabêjî mamosta? Ew qêrîn û hissên te yên wan salên berê li kû ne
heyrana te bim?! 2. Ew dizanin ku te di dirêjahiya jiyana xwe ya hunerî-siyasî
da ji bo Kurd û Kurdistanê heya roja îro pir kar û xebat kirine. Û bi vê
ra jî tu êdî di dîroka Kurdistanê da xwedî karîzmayeke mezin û nemirî.
Îstixbarat û serokwezîrê Tirkiyê li hev kirine ku vê mezinahiya te bi
destê te bixwe biþkênin û di çavê gelê Kurd da“ Efsaneya Þivan
Perwer ji Xerareþka Jêrîn heya Kurdistana Mezin“ weke çiyayekî berfê
bihelînin. Bi vî awayî ew dixwazin bi tîrekê li du nîþana
biden. Hîvîdarim ku tu nakevî vê davikê û hema weke berê
serbilnd, wek çiyayê Agirî nalivî û ji helwesta xwe ya Kurdperweriyê
nayê xwarê. Çimkî di nava Kurda da yên gelek mezintir û biþexsiyetir
ji Erdogan li piþta serê te ne û tu mineta te bi wan kesan tune yên ku
dibêjin:“ Kurd ne miletin...“ Mamosta Perwer ji bîra neke ku: Heya li bakurê Kurdistanê
pirsgirêka Kurd çarser nebe, Kurdên perçeyên din nikarin bigehin daxwazên
xwe yên siyasî. Heya niha me Kurda li baþûr û rojhelatê Kurdistanê
derfetên mezin ji dest dan. Amerîka ji bo xweziyên xwe yên demî Kurd
wek xulaman bikar anîn û îro jî dibêjin:“ herin li Bexdayê
pirsgirêka xwe çareser biken û PJAK jî çimkî li dijî rejîma Îranê
ya îslamî(!!) þer dike, terorîst e!“. Ev jî ecêbeke dinê ye mamosta Perwer ku Amerîka ji bo
berjewendiyên xwe heta bi rejîmeke totalîter û terorîst ya weke Îranê
re jî dikeve nava peywendiyan û Kurdên bindest û þoreþger jî di çavên
wan da dibine terorîst. Lê Kurdên bakur bi hizr, raman û dîplomasiya
xwe rojekê yê biser bikevin. Te bixwe jî dît ku Ehmed Turk çawa bi Kurdî
axaftina xwe wek Leyla Zanayê Tirkiye hejand.
Mamosta Perwer: keda te di dîroka siyasî-civakî û
hunerî ya Kurda da pir zêde ye. Vê
kedê weke canê xwe biparêze. Di van þertên herî hesas û rewþa siyasî-dîrokî
da careke din bêtir ji salên berê were û li kêleka wan zarok, xort,
dayik û xwîþkan bisekine, yên ku li Wan, Batman, Amed, Riha, Stenbol,
Colemêrg, Urmiye, Mehabad, Qamîþlo, Sine, Kirmaþan, Efrîn, Dêrik,
Seqiz, Mako, Xoy, Selmas û di peyvekê da li hemû Kurdistanê bi þev
û rojan li ser piyane, ji bo azadiyê diqêrin û dikevin ber gole, þikence
û heqareta polîs û eskerên Tirk, Ecem û Ereban. Di bin postalên wan da
têne heriþandin û bi sed rengan sivikatî bi wan tê kirin. Ma tu van dîmenên
tirajîk nabînî mamosta?! Demekê
te ji Pêþmergeyan re xwend û ew jî li hemberî Beesiyên cinayetkar û
xwînrêjên komara îslamî sekinîn û bêtir þer kirin, îro çima tu
„Strana Gerîla“ jî nabêjî? Ma tu wan þêrekeç û xortên
qehreman nabînî ka çawa þerê man û nemanê ji mayîna me Kurdên bêdewlet
ra dikin? Ka straneke dîrokî li ser vê rewþê bêje mamosta ku weke ya
li ser Helepçe, Dêrsim û Agirî û hwd dîsa dîrokê bihejîne. Ma ferqa di navbera „gerîla û Pêþmerge“ da çi ye? Gelo ma her du jî
ji bo armanc û dozekê ne mîna hev þervan û canfîda ne? Ji bîra neke ku ev hez û qêrînên T. Erdogan îro
hene, lê piþtî ku kerê wî ji pirê derbas bû û di helbijartinên 29ê
Adarê da biser ket, eyara zêrê kesên weke te jî yê bigehije qîmeta
xwe ya herî erzan. Hîvîdarim tu wek lîderekî siyasî-çandî vê rewþa
îro baþ binrxînî, rind bibînî û siberojê dîrok xerab li ser kar û
xebata te nirxandina neke. Her
straneke te li ser doza gelê te romanek û çîrokeke ku di mejiyên bi
wijdan û dîroka rastîn da nayê ji bîr kirin. Hîvîdarim
partî û hereketên siyasî jî vê rastiyê bêtir li ber çav bigirin ku
Þivan Perwer di dîroka Kurdan da xwedî rolekî çawa bûye û keda wî ya
di þiyarkirina gelê Kurd da ji bîra xwe neben. Bila sedî 90 qencî
nebine qûrbana sedî 10 þaþiyên biçûk. Þivan û keda wî gerek weke mîrasekî
dîrokî û nemir bê teqdîrkirin. 01. 03. 2009 Elmaniya
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org