|
Newroz Di Coxrafiya Cîhanê Da… Kakþar
Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de Netewe bi adet û orfên xwe tên naskirin. Kultur û çand, dîrok û huner di nasnameya netewan da xwedî cihekî bilindin. Dîroka pîrozkirina Newrozê di nava gelên Arî da pir kevine. Hem sala nûye bi wê wateyê ku sirûþt dest bi liv û lebateke nû dike û hem jî di jiyana mirovan ya meinewî da bi awayekî otomat gûherandin çêdibin. Evîna mirova bilind û nûxwazî jî di jiyanê da dibe armanca herî pêþîn. Newroz cejina dêrîna gelên Arî îro di welatên: Îran, Kurdistan, Azerbayican, Qezaqistan, Efxanistan, Qirqîzistan, Tacîkstan, Ozbekistan û Turkemenistanê her sal di 21 Adarê da bi awayên hinek ji hev cûda tê pîrozkirin. Herwiha li herêmeke bi navê Zengbar ku dikeve Afrîqaya Rojhelat ku cihwarê jiyana Îranîyên mihacire, jî Newroz tê pîrozkirin. Dema destpêka sala nû piþtî deqeya yekê di yekemîn roja biharê de ye.
Newroz
cejineke ku pîrozkirina wê ji hemû minasibetên din dirêjitire. Yanî di
roja çarþemiya dawiya salê da bi hilkirina agir, pêþwazî jê tê kirin
û di roja sêzdan da jî bi derketina derve û seyranê re xatir jê tê
xwestin. Bi derbasbûna dem û sedsalan re di pîrozkirina Newrozê de jî gûherandin
çêbûne. Amadekariyên
Beriya Newrozê… a.
Paqijkirina
Malê: Bi qasî ku
ez dizanin di nava Kurdên Rojhilat, Fars û netewên din yên di
erdnigariya Îranê da 10-15 roj beriya hatina Nerwozê hemû tiþtên malê
tên paqij kirin û etmosferê jiyanê hezar bêhnên xweþ jê tên. b.
Hevdîtinên
Malbatî: Heya
dawiya roja 12an endamên malbatê tên dîtina hev, lê di yekemîn roja
Newrozê da ji serê sibê hemû kes berê diçine dîtin û destmaçîkirina
bav û dê, bapîr û dapîr, xesu û xexur, xalet û xal, met û mamên
xwe. Rojên piþtre mêvandarî û hevdîtina xizmên dûrtir destpêdike.
Di sala nû da kesên ku di sala derbasbûyî da ji hev qehirîbûn careke
din li hev tên û rojên wiha derfetek mezine ji mirovên xêrxwaz re ku di
navbera kes û malbatan da aþtiyê pêkbînin. c.
Rêvîngî û
Sefer: Bi destpêka
bihar û hatina Newrozê re heya 14 rojan xwîndingeh girtîne û gelek
malbat bi hevre diçin rêvîngiya rêyên dûr ji bo dîtina xizim û kesên
xwe li bajar û herêmên din yên Îranê. d.
Kartpostal:
Þandina kartpostalên pîrozbahiyê jî di roja îro da bûye adetekî
berdewam. Bi nivîsandina helbestekê an jî gotineke xweþ li ser
kartpostaleke rengîn dilovanî û evîna di navbera mirovan de germtir
dibe. Elbete
di sedsalên derbasbûyî da resim û þêweyên pîrozkirina Newroz ji yên
îro zêdetir bûne. Mesela: Li Mehabadê resmek hebû ku jêre digotin: Mîr
Newrozî ku di 5 rojên dawiya salê da îdare û fermandariya bajar
didane destê kesekî ji çîna herî jêra civakê. Wî jî bi rêya çend
kesên derdora xwe ferman û destûrên mîna standina dirav û tiþtên din
ji dewlemendên bajar didan. Di wan pênc rojan de ew azad bû ku hemû tiþtekî
bike û hemû kes jî bêkîn û nerihetî neçar bûn ku destûrên wî cî
bi cî bike.
Yanî
îro di nava Kurdan da êdî Newroz xwedî wateyeke dine. Bi taybetî jî li
bakurê Kurdistanê Kurda agirê Newrozê wisa gor û geþ kirine ku heta sîstema
Kemalîstên înkarger û desthilatdar jî neçar man ku bêjin Nevroz( ne
Newroz) ya me ye jî!!!. Hemû armanca wan ew bû ku di germahiya Newrozê
da Kurd behsa xwestekên xwe yên siyasî, mafên wekheviyê, bi fêrmî
nasandina nasnameya wan ya millî û serxwebûna Kurdistanê neken. Lê dîsa
jî ew di vê pîlana xwe ya çewt anku gûherandina dîrokeke çend hezar
salî da biser neketin. Kurda Newroz û agirê wê yê bêdawî kirine
aletekî dijberî, kîn û nefreta xwe ya li dijî dagîrkerên hemû
Kurdistana mezin. Êdî zêde nemaye ku hîvîyên hezretê Ehmedê Xanî,
Hacî Qadirê Koyî, Mezlum Dogan, Leyla Qasim, Pîremêrd, Pêþewa Qazî
Mihemed, Cegerxwîn, Erebê Þemo û… cîbicî bibin. Çimkî îro êdî
Newroz yanî serhildan, berxwedan û serkeftin. Gehiþtina bi wan xwezî û hesretên dîrokî zêde ne dûre. Cejina Newrozê li we hemû rêvîngên rêya azadî û doza Kurdistanê pîroz be. HEMÛ
ROJÊN WE NEWROZ NEWROZA
WE PÎROZ.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org