Li Rojhilatê Kurdistanê Newroz çawa tê pîroz kirin?

 

Kakþar OREMAR

 

 

Li gor piraniya jêderên dîrokî ji roja ku jiyana mirovan li rû erdê dest pêkiriye, di dem û çaxên salê da jiyana wan jî bi edet û orfên cûr bi cûr rengê xwe gûherandiye. Di Mezopotamiya da gelên xwedî bajarvaniya kevnar çend hezar sal beriya zayînê yekemîn roja destpêka salê pîroz dikirin. Navê cejin an jî þahiyê bi piranî li gor çax, dem û cewherê cejinê dihat diyarkirin. Someriyan pênchezar sal û Babilyan jî duhezar sal beriya zayînê sala nû bi awayê cejinê pîroz dikirin.

Di salnama Babliyan da sala nû an jî hatina biharê bi kifþbûna hevyê di esman da destpêdikir û yazdeh roja berdewam bû. Di rojên dawiya cejinê da xizim û kes tev bihevre diçûn dervey malê û bi vî awayî di sala nû da ku bi demsaleke nû (bihar)ê destpêdikir, diçûne pêþwaziya sala nû.

Newroz wek cejina sala nû ya hemû gelên Arî tê hesibandin. Di nava gelên: Kurd, Fars, Tacîk, Azerî û Efxanîyan da Newroz bi þêweyên hinek ji hev cuda tê pîroz kirin. Di nava hemû Kurdan da( Sûnî, Elewî, Þîi, Êzidî, Zaza, Kurmanc(bakur û naverast), Feylî, Goran û hwd) ji vê cejinê re Newroz, lê Fars jêre dibêjin Nûrooz.

Rojhelatê Kurdistan û Newroz

Ji roja yekê Adarê anku bîst roj beriya hatina Newrozê, di nava gel da liv û lebateke nû dest pêdike. Herkes ji bo tiþtekî nû û hatina demeke xweþtir xwe amade dike. Berê keç û jinên ciwan bi paqijiya nava malê dest pêdiken ku jêre dibêjin: malxawênî. Dayik û dapîra jî wek mezinên malbatê di demsala zivistanê da bi vehûnandina tiþtên weke gore, þala piþtê û gerdenê xelat ji xoþtivî an jî kesên xwe yên ezîz re amade kirine. Zilamên malê jî kêmasiyên reng û rûyê nava xanî û dervey xanî serrast diken. Kirîn û karê kiryarê jî dikeve ser milê jin û mêran. Li bajaran ew bi hevre diçine bazarê, ji xwe û zarokên malê re kincên nû dikirin, lê li gunda zêdetir mêr karê kirîna derve dikin. Herwiha ji bo pîrozbayîyên roja Newrozê xelk li gor hêza xwe ya diravî(madî) du-sê tiþtên girîng jî qet ji bîr naken: Þirînî, mêwe û tiþtên weke fisteq, dendik, mêwîj û hwd. Xwarinên herî xweþ jî di sê rojên destpêka Newrozê da tên amadekirin. Yanî bi giþtî pêwîste heya roja Newrozê rengê jiyanê jî bi hemû aliyên xwe ve nû û gûherandî be. Rojek beriya 21ê Adarê bi qasî sêzdeh rojan xwîndingeh û hemû îdarên dewletê yên fêrmî tên girtin. Li gunda roja Newrozê berê sibê zû zarok kincên nû dikin ber xwe û di nava nasên xwe da(li gund û bajaran) digerin û cejinê pîroz dikin. Mezin jî bi malbata xwe re karekî wiha dikin û berê diçine dîtina mezinên malbatê( dayik, bab, mam û hwd) û bi hurmeteke mezin cejina wan pîroz dikin.

Li herêma Erdelan û Kirmaþan Sifreya Heft Sîn bedewiyeke taybet dide xemla malê. Sifreya Heft Sîn yanî: danîna heft tiþt ku navê wan bi tîpa S destpêdike: Sêv(sembola dostî, evîn û hevkariyê), Sîr, Semeno an jî genimê nûþînbûyî heryek wek sembolên ji xewrabûna sirûþtê), perê hesin (ku bi Farsî jêre Sike dibêjin) weke sembola bereket, hêz û keyfxweþiyê), Av, Masî û Xwedîk(ayîneh) jî wek nîþanên serkeftina zelalî û ronahîyê li hemberî tarîtî û pîsiyê û sifra ku ev tiþt tev li ser hatine bicih kirin jî wek nîþana mêvanhezîya Kurda tê hesibandin.

Salên berê di erdnigariya Îranê da hejmara cejinên millî û giþtî zêdetir bû, lê piþtî hatina rejîma îslamî merasimên þîn û teiziyegirtinê ji þahiyên millî zêdtirin. Li gor nêrîna piraniya rewþenbîrên navdar û nasyonalîstên Îranê teþwîqkirina xelkê ji bo karekî wiha tê wateya bi cîhkirina çanda îslamî li cihê þahiyên netewî û kevnar!. Ji ber wê jî bi helwesteke tunda dijberiyê piþtî hatina Xûmêynî Kurd û netewên din bi coþeke mezintir Newroz pîroz dikin. Çimkî di çaxê selteneta Mihemed Riza Pehlewî da Newroz wek cejineke hemû gelên Arî xwedî bihayekî pir zêde û li hemî Îranê bi fêrmî dihate pîroz kirin.

 

Agirê Newrozê...

Hilkirina agirê Newrozê di nava Kurdan da xwedî wateyeke dîrokî û felsefî ye: Piþtî hatina îslamê tenê nîþanek ji nîþanên ola Zerdeþt di nava gel da dimîne ku ew jî agir e. Yanî zindîmayîna kultureke wiha piþtî hatina îslamê di nava Fars û Kurdan da karekî nûye ku Fars jêre” çihar þenbê sûrî” û Kurd jî jêre “çarþema sor” dibêjin.

Agirê Newrozê pêwîste di cihê herî bilindê jiyanê da bê pêxistin ku ew jî serbanê xanî ye. Li herêmên weke Hewraman karekî wiha hê jî berdewame. Li piraniya gundan gel di þeva Newrozê da li ser gir û çiyan agir hildikin û keç û xurt, jin û mêr, pîr û ciwan jî li dora agir dewatê dikin û bi ser agir da baz diden. Li gor baweriyê ola Zerdeþt hê jî li hinek herêmên rojhelatê Kurdistanê agir di çarþemiya herî dawiya salê û þeva dawiya sala Þemsî (an jî Hetawî) da tê hilkirin. Karekî wiha 100% bi çand û ayînên Kurda yên kevin ve peywendîdar e. Çimkî di baweriya Zerdeþtiyan da hilkirina agir di destpêka biharê da yanî serkeftina ronahiyê li hemberî tarîtî û hemû cûre nexweþiyên jiyanê.

Elbete di heþt sal þerên di navbera Îran û Îraqê da kevneþûpiyên wiha(pîrozkirina Newrozê û hilkirina agir) dihat ku hêdî-hêdî ji bîra xelkê biçe lê bi berfirehbûna bizava rizgarîxwazî li bakur û baþûrê Kurdistanê niha Newroz bi awayê xwe yê herî baþ li rojhelatê Kurdistanê jî tê pîrozkirin.

Di hemû serdemên dijwar da hakim û dewletên îslamî nekarîn ronahiya vî agirê han tarî biken. Ji ber wê jî di nava Kurd û gelên din yên Îranî da Newroz bi cewherê xwe yê rastîn yanî: azadî û rizgariya ji destê zor û zulma stemakaran. Newroz li ba Kurdên rojhelatê Kurdistanê yanî ji dayikbûneke nû û destpêka kar û xebateke dubare ji jiyaneke xweþtir û pirbartir re.

Li gor efsaneyên Kurd û Îraniyan serhildan û serketina Kaweyê Hesinkar(wek sembola azadîxwaziyê) li dijî zor û cewra Zehakê xwînmêj (wek sembola xerabî û pîsiyê) di yekemîn roja biharê da çêbûye. Ji ber wê jî ev roj wek Nûroj an jî Newroz hatiye binav kirin. Ev rastî hem di þahnama Kurdî(ku bi zarava Goranî hatiye nivîsandin) û hem jî di þahnama þaêrê Persan yê binav û deng Firdosî da jî bi awayê helbest hatiye nivîsandin.

Di baweriya Kurdên rojhelatê Kurdistanê da Newrozê rê û ronahiyeke nû li ber jiyana wan ya siyasî-civakî vekiriye. Bi vê re ye ku em dibînin Kurda ji bo azadiya xwe heya roja îro Newroz kirine nîþana dijberiya ramanên xwe yên li dijî dagîrkerên Kurdistanê. Em vê dijiberîyê niha bêtir ji hemû parên Kurdistanê li bakurê Kurdistanê dibînin. Bi vêre ev rastî bi baþî tê selmandin ku Newroza ji Kurdan re hem dubare hembêzkirina þirûþtêye û hem jî nîþana rizgariya ji zor û koletiyê ye. Bi vê armancê gelê Kurd jî li rojhelatê welatê xwe sala nû ya Kurdî û destpêka biharê bi hilkirina agir pîroz dikin. Geþkirina Agirê Newrozê ji Kurdan re tê wateya dijberiya li hemberî kevneperestî û bidawîanîna jiyana hêsîrî û bindestiyê.

 

Newroz di nava Kurdên Sûnî û Þîi e da

Li rojhelatê Kurdistanê ji herêma Mako heya Sine Kurd bi mezhebê xwe Sûnîyên Þafiî û ji wira jî heya Kirmaþan, Îlam û Loristanê jî Kurd Þîi ne.

Pîrozkirina Newrozê di nava Kurdên Sûnî û Þîi da ne weke heve û hinek ji hev cudaye. Yanî Newroz ji kevin da heya roja îro di nava Kurdên Þîi da bi awayekî germ û gortir hatiye pîroz kirin. Lê di nava Kurdên Sûnî da cejina Remezan û Qûrbanê xwedî girîngiyeke zêdetirin. Ev ne tenê di nava Kurdên Sûnî da belkî di nava netewên din yên hundirî sinorên Îranê jî ku bi mezheba xwe Sûnî ne, pîrozkirina Newrozê zêde germ nebûye( mesela di nava Belûç û Erebên Îranê da).

Hinek Kurdên Þîi li rojhelatê Kurdistan û Kurdên Elewî li bakurê Kurdistanê roja ji dayikbûna hezretê Elî di yekemîn roja biharê da wek cejina Newroz pîroz dikin. Di nava Kurdên Xûrasan( Þêrwan, Bicnûrd, Kelata Nadirî û Qoçan)ê da jî Newroz weke ya Kurdên Kirmaþan, Loristan û Îlam tê pîrozkirin.

Tevî vê rewþê xala balkêþ di vir daye ku di warê siyasî da li Rojhilatê Kurdistanê Kurdên Sûnî bêtir ji Kurdên Þîi di qada xebatê da diyarin û Nerwozê wek nîþaneke netewî ji bo bi destxistina mafên xwe yên rewa pîroz dikin. Piþtî sala 1979an rewþeke wiha di nava Kurdan da baþtir rûyê xwe da xûyanîkirin.

Roja îro pîrozkirina Newrozê di nava Kurdan da xwedî wateyeke siyasî ye. Kurd bi agirê Newrozê re hem xwestekên xwe yêbn siyasî û hem jî çanada xwe ya çend hezar salî nîþanî gelên cîhanê didin. Bi awayekî ku Tirkên ne Arî jî ji bo kêmkirina qîmeta pîrozkirina Newoza Kurdewarî berî çend salan navê “Newroz” kirin “Nevroz” û wek cejineke xwe binav kirin!!. Lê germahiya pîrozkirina Newrozê li Kurdistanê xeyalên Tirka vala derxistin. Li Îranê jî di rojeke wiha da Kurd bêtir xwestekên xwe yên siyasî ji dewleta navendiya Îranê re didin xuyanîkirin. Li hemberî karekî wiha dewleta Îranê jî gelek caran li bajarên Kurdistanê tedbîrên ewlekariyê bihêz diken.

Roja sêzdan ji bihara her salê Kurd tev ji bajar û gunda derdikevin ku xweþiya sirûþta biharê baþtir bibînin û hiss biken. Ji vê rojê re “Sêzdeh bêder”anku( sêzdeh binder an jî dervey der) tê gotin. Di vê rojê daye ku êdî teitîlên Newrozê bidawî dibin û êdî jiyan vedigere ser rewþa xwe normal û îdareyên dewletî bi awayekî fermî dîsa dest bi karê xwe dikin.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org