Ji Mamosta Prof. Dr. Ordîxanê Celîl re...

 Kakþar Oremar

 

 

 

Çiqas ku sal derbas dibin, heyf ew nirxên me yên mîna zêrê 24 eyarî jî di nava me de kêm û kêmtir dibin. Zivistana sala 2006an duyê meha Desamber ez û hevkarê xwe Serdar ber bi Wien bi rê ketin. Armanca me ew bû ku ji bo bernama Navdarên Kurd di Roj TV de hevpeyvîneke dûr û dirêj bi Prof.Celîlê Celîl re pêk bînim. Berî ku ec mamosta Celîlê Celîl bibînim, li zanîngeha bajarê Wienê ji niþkave kesek rastî min hat ku ez li esmana li wî digeriyam, lê ew li erda rastî min hatibû. Em mamosta Prof. Dr. Ordîxanê Celîl bû. Bi rûyekî xweþ ber bi min ve hat û piþtî maçkirinê wiha got:" Celîl niha tê, ez te nas dikim û sipas ku te ji bo qedirgirtina 70 saliya min tiþtekî rind nivîsandibû...".(1)

Ew gelek sal bûn ku min mamosta Ordîxan nas dikir, lê tenê bi rêya berhemên wî yên bihagiran. Ji ber wê jî dema min ew ji nêzve dît, min xwe mirovekî bextewer û bi þans dihesiband. Du roja em li mala mamosta Prof.Dr. Celîlê Celîl li ba hev bûn. Prof. Ordîxan bi evîneke mezin li ser projên xwe diaxivî, projeyên hevpar bi birayê xwe Celîl û Cemîla Celîl re. Ew mirovekî pir dilþa bû, henek dikirin û bi gotinên bav û kalan em hînî dersên jiyanê dikirin.  Zêdetir ji du saetan hevpeyvîna me berdewam bû. Mamosta Ordîxan bi hesreteke mezin behsa sê tiþtan dikir: Azadiya Kurdistanê û bitayebetî jî rizgariya bakurê Kurdistanê ji dsetê Roma Reþ, projeyên ku nîvcoyî mane û gere bidawî bîne û mirina nawexta kurê xwe yê canemerg. Hertim bi ax û keserek kûr digot:" Heya li rû dinê bim ez lawê xwe ji bîra nakem, lê dîsa jî dilxweþim wekî dibînim pareke axa Kurdistanê di destê Kurdan deye...".

Hingî jî mamosta Ordîxan nexweþ bû û tim digot:" Hêdî-hêdî jiyana min jî bi dawî dibe, ez zanim, ez nexweþim, lê baþe ku berî mirinê me ji gelê Kurd re hinek karên hêja kirine... Xûdê emir bide ez dixwazim tiþtên mayîn jî bidawî bînim...".

Mamosta Ordîxan: Elbete wisaye û we malbata Celîliyan hezar karên bi kêr û bêr ji netewa xwe re kirine. Ma bi wan hemû kar û berhemên giranbuha hûn qet dimirin?!

Wan du roja wek dibêjin min bi tîrekê li nîva du nîþanan da. Yanî hevpeyvînên dûr û dirêj bi her du Profesorên Kurd Ordîxan û Celîlê Celîl re bûn sedem ku dewlemendiyeke din li ser arþîva me ya netewî zêdetir bibe.

Piþtî ez vegeriyam Roj TV û me ew hevpeyvîn muntaj kir û bername hat weþandin. Mamosta Ordîxan ji bernamê razî û memnon bû. Ji ber wê jî wijdana min rihete ku beriya wefatê min karek kir ku ew di masmadeya Kurdan de baþtir li ser karnameya jiyna xwe ya çandî û çend alî biaxive.

Ji destdayîna bisporên mîna Ordîxan Celîl xisareke mezine ku cihê wan zû nayê tejî kirin. Lê xûziya hemû Kurdzan û bisporên me mîna endamên malbata Celîliyan li ser ziman, dîrok û xizmetên din xwedî ked bûna. Ez bawerim hingî qeder û jiyana me Kurda di nava gelên cîhanê de yê xwedî reng û bihayekî din bûya.

Mamosta Prof. Dr. Celîlê Celîl: Dizanim we kesê xwe yê herî nêzîk ji dest da. Ew milk û malê hemû Kurdên cîhanê bû. Lê ji bîra neke ku ew nemiriye û qet jî namire. Ew bi berhem û xebatên xwe yê di nava me de bijî.

Mamosta can: Dizanim xema te girane, te heval u hevklarê xwe yê salên dûr û dirêj ji dest daye. Lê qanûna jiyanê wihaye û yê wiha jî bidome. Bila serê te, mamosta Cemîle, Zînê û hemû endamên malbata we sax be. Kurd ked û zehmetiyên endamên malbata bihurmeta we ji bîr nakin. Hîvîdarim ev xema me ya dawiyê be.

 

_ 1. Nivîsa qedirgirtin li ser 70 saliya temenê pirbarê mamosta Ordîxanê Celîl dikarin li vira bixwînin:

http://www.pen-kurd.org/kurdi/kakþar/OrdixaneCelil.html  

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org