50 saliya ji dayîkbûna
hunermendê hêja Dilovan û nirxandina hunera wî
Kakþar
Oremar, navdarenkurd@hotmail.com
Pêþgotin:
Di þerê gelên bindest de
ziman çeperê dawiyê yê bergirî û berxwedanê ye. Girtina wê çeperê
(sengerê) ji aliyê dagirkeran ve ji têkþikênandina netewe û pêde ti
wateyeke din jêre tune ye.
Proseya piþavtina(asîlîlasiyon)
Kurdan demek e, ku hatiye peyakirin û niha jî di germe-germ û asta xwe ya herî
bilind de ye. Di nîvê duyê yê sedsala derbasbûyî de înternasyonalîzma bêder
û dîwarê Kurdan bûne bingeha hizrî û saykolojîya vê helandina hêdî û
bê deng!.
Di salên dawiyê de jî, þikesta
Kurdan ya leþkerî, ev meydan ji dagirkerên Kurdistanê re berfirehtir kiriye.
Ger þiyarbûna neteweyî negehe hewara me û li ser parastina kesayetî, ziman
û çanada xwe em bi îsrar nebin, gilobalîzim û teknolojiya nû ya zaniyarî,
yê îmkanên encama vê prosesê bi liv û lebattir bikin. Bêhîvîtî, perçe-perçebûn
û zelûliya me ya îro hinek ji nîþanên vê qedera reþ in.
Ne merc e, ku helandina gelên
jêrdest her bi zordarî, ziman qedexekirin, ragûhastin û bi awayê wêrankirina
gund û bajaran be. Nexêr, di bin siya teknolojiya ragehandin û nebûna þiyariya
neteweyî de, asîmîlekirin encameke objektîv a bi hev re jiyana dûr û dirêj
a gelê serdest û bindest e. Yanî peywendî bi vê ve nîne, ku dagirkerên me
dilovan in an stemkar, bi wijdan in yan bê wijdan. Em jî ne Viyêtnamî ne,
tenê tank û firoke û eskerên dagirker bibînin û gelê serdest jî bi
hezaran kîlometroyan ji me dûr be. Ti dîwarên kin(þur) û çeper me û
dagirkerên welatê me ji hev naqetînin. Em û ew ne tenê hevayîn(him ol) û
rengê pêstê me jî yek e û adetên ji hev nêzîk û dîrokeke tevhev me bi
hev re heye, belkî wek Bûlent Ecewît dibêje:" Mîna goþt û hestî têkel
in"!.
Par dagîrkerên Kurdistanê ti
sedemeke asîmîlasiyonê nemaye, ku di derheqa Kurdan de bikar neyînin:
Qirkirinên bi gelemper,
kavilkirina gund û bajaran, dagîrkirina raste-rast a leþkerî, sirgûnkirin(dûrxistin),
înkarkirina Kurdan mîna netewe, ...hwd.
Lê þêweyê herî bi bandor
ji bo helandinê, ku dagîrkerên Kurdistanê bê cudahî piþta xwe pêve girêdane,
jinavbirina zimanê Kurdî ye. Hinek ji wan bê virda-wirda mîna zimanekî
serbixwe înkara hebûna wî dikin(Sûriye û Tirkiye), hene zimanê Kurdî davêjin
piþt guhên xwe wek zimanê xwendin û zanist û mediyayê(Îran), hene jî mîna
zimanekî serbixwe dipejirînin, lê rêya
geþkirinê jêre nadin û nahêlin mîna zimanekî standard ê fêrmî cîgir
bibe(Îraq).
Di hal û rewþeke wiha de, ku
Kurd li hemû Kurdistana mezin di hemû waran de dihatin serkût kirin û hemû
rêyên pêþdeçûnê li ber piyên wan girtî bûn, Kurdên Ermenistanê dengê
evîna ziman û hunera Kurdî di nava piraniya Kurdên Kurdistanê de belav
dikirin. Êrîvan mîna paytexteke Kurdan ya çandî bû, ku dengê bilora Egîdê
Cimo, stranên Karapêtê Xaço, Reþîdê Baso, Belga Qado û di van salên
dawiyê de jî dengên nû yên mîna Dilovan û gelek kesên din di nava Kurdên
Kurdistanê de belav dikirin.
50 sal derbas bûn:
Hunermendê xwedî hest û hissên hunera Kurdî Dilovan
di 01.08.1953an li bajarê Êrîvanê (paytexta Ermenistanê) di nava malbateke
dengbêj de hat dinê. Bavê wî Reþîdê Baso
xwediyê deng û hunereke giran a dengbêjiyê ye, ku 52 stranên wî tenê di
radiyoya Êrîvanê de hatine tomarkirin. Delane, Xozandaxê, Peya, Yusifbegê,
Were Mêvan, Felekê û bi dehan stranên din bi dengê Reþîdê
Baso gelek caran gehane guhê me û hemû Kurdên Kurdistanê.
Malbata Dilovan bi koka xwe ji çiyayê Tendorekê yê nêzî
Beyazîdê ye. Ew ji eþîreta Reþî
û bi eslê xwe ji Colemergê hatine herêma Beyazîdê. Sedemên koçberiya wan
jî ber bi Ermenistanê girêdayî pirsên olî û siyasî ne, ku piþtî
fermana Ermeniyan di sala 1915an de çêbû.
Dilovan hên ji zarokatiya xwe de, ji berku bavê wî
dengbêj bû, guhên wî di nava dîwana dengbêjan de vebûn, ku li ser daxwaza
bavê wî yê hunerhez hertim li dora hev kom dibûn û kilamên Kurdan yên
otantîk distiran. Dilovan di nava
þahî û govendên Kurdên Ermenistanê de bi
evîneke bêdawî beþdar dibû. Bi vî awayî,
hunerê, xwe di nava rehên dilê wî de pêçand. Ew 2 bira û pênc xwîþk
in, ku mixabin birayê wî Dawûd Dilovanî di sala 1997an de li Almaniya çû
ber rehmetê. Dilovan di derbarê birayê xwe de dibêje:
“Dawûdê
birayê min dema ku ez hê 11 salî bûn ji min re gîtarek kirî û rêya min
ya li ser þôpa hunerê vekir. Ji wê rojê heya roja îro ez li ser vê rê,
anku rêya hunera Kurdî ya resen dimeþim. Bavê
min û dengbêjên din yên Kurd li Ermenistanê wek Necoyê Babasî, Sosika
Simo, Belga Qadir, Zadîna Þakir, Þeroyê
Biro, Efoyê Esed, Memoyê Silo, Karapêtê Xaço, Egîdê Têcir, Egîdê Cimo,
Xelîlê Evdile û gelekên din bandora xwe li ser karê min yê hunerî danîn.”
Yekemîn
strana ku Dilovan ji xwe re afirandiye” Lê lê Sîmê xasa min”e, ku di
sala 1970î de xwend. Gelek stranên ku Dilovan di nava þahî
û dewatan de diafirandin zû diketin ser lêvên gel û li her derê belav dibûn.
Mîna stranên " Lawik çûn zozana, Hey Silêman, Leyla Leyla, Domamê û
gelekên din, ku tev di salên 1970an heya 1980an de pir ji aliyê gel ve hatine
pêþwazî kirin.
Piþtî
ku li bakurê Kurdistanê dengê þoreþa
Kurdan bilind bû, Dilovan ji nava Kurdên Sovyetistana berê yekemîn kes bû,
ku dengê þoreþê
bi stranên xwe gehand nava Kurdên Ermenistan û Ewropayê. Piþtî
wê ji salên 1985an û pêde Dilovan di karê xwe yê hunerî de pêngavên nû
avêtin û stranên mîna " Sîpanê Xelatê, Hey hey Kurdino ka Kurdistan,
Dayika Min Kurdistan, Þer dikim þer
naxwazim, Bavo, Perîþan, Þehîd
Namirin, Kî dibêje Kurdistan çû,…." û pir stranên din yên folklorî
û siyasî jî di nava behremên Dilovan de tên bihîstin. Naveroka strana
"Sîpanê Xelatê" bi serê xwe felsefeya mayîna neteweya Kurd ya li
ber þopa talanên Tirkan ji me re dide
diyarkirin, ji ber ku ava Wanê ava qudretê (bihêzbûnê) ye.
Heya niha ji
xeynî stranên gelêrî, bi giþtî 48 stranên
Dilovan hene.
Sala 1977an
Dilovan di du hêlan de li ser hunerê kar dikir. Ew him di nava gelê Kurd de
mijûlî karê hunerê bû û him jî di nava orkêstrayeke Ermenistanê de, ku
têde kilam û folklora cîhanê bi 16 zimanan dihat pêþkêþkirin,
kar kiriye. Ji bona wê jî bi rêya wê orkêstreyê re ew di nava gelek gelên
Sovyetistanê de hatiye nasandin.
Dilovan di
derbarê armancên xwe de, yên ji bo karê hunerê, dibêje:
” Ez
dixwazim ku her hunermendek bikarîbe hunera gelê Kurd bi awayekî zanistî
bigehîne dereceyên here bilind. Ji ber ku herkes dizane, huner û çanada
Kurdan gelek kevnar e, lê bi sedsalan ketibû bin bandora gelên cîran. Îro
derfet ketiye destê me, ku em bikaribin vê çanada bav û kalên xwe ji her alî
ve bi awayekî zanistî pêþ
bixînin.
Hunermendên
mîna Kawîs Axa, Meryem Xan, M. Arifê Cizîrî, Hesen Cizîrî, Þakiro,
Þeroyê
Biro ji hunera Kurdî re bûn bingeheke dîrokî û dewlemend, lê pêwîste nifþên
nû bi wan dengan ve hemû tiþtên
xwe yên Kurdewarî û kevnar bi awayekî nûjen û bi harmoniyeke nû pêþkêþî
civata xwe ya îroyîn bikin. Ez di wê baweriyê de me, ku pêwîst e di vê
dema pêþdeçûna
teknolojiyê de hemû cureyên mûzîka Kurdî jî hebin. Mîna senfonîk Orkêstra
Kurdî, Opêra Kurdî, Opêrêta Kurdî, mûzîka Caz, Rock û hemû rengên din
yên mûzîkê, ku li cîhanê hene. Ji ber ku em jî pareke neteweyên vê cîhanê
ne.”
Dilovan
gelek keyfxweþ e, ku niha medya Kurdî bi pêþketiye
û xebata xwe ya li ser çand û hunera Kurdî pêþde
dibin. Ew dibêje:" Pêwîst e TVyên Kurdî hemû kar û xizmeta xwe bêxên
xizmeta dewlemendkirina huner û çanda Kurdan. Bila deng û hunera Kurdî
bigehe her dera cîhanê û zarokên me guhê xwe bi hunera Kurdî vekin."
Dilovan bi
îsrar dixwaze ji niha û pêde bi awayekî nûjen hunera xwe ya Kurdewarî pêþkêþî
gelê xwe bike. Berhemên Dilovan heya niha bi germî ji aliyê gelê Kurd ve
hatine pêþwazîkirin. Ji ber ku ew serokaniya
ku Dilovan jê av vexwariye, paqij û Kurdî ye. Ava wê ji mîrasekî çend
hezar salî tê.
Dilovan sala
1990î kasêta xwe ya yekemîn " Dayika min Kurdistan", li 1992an
" Rêya Serxwebûnê", li 1994an "Þer dikim þer naxwazim",
li 19997an "Ava Þîn", li 1999an
"Evîna Me", û di sala 2002an "Bihara Rengîn" pêþkêþî
civata mûzîkhezên Kurdistanê kirine.
Di salên
berê de, ji ber ku di sîstema Yekîtiya Sovyet de ji Kurdan re çêkirina kasêtan
pir zehmet bû, lewma jî ti kastêtên Dilovan li wê demê çênebûne. Lê bi
sedan stranên gelêrî bi dengê wî û gelek dengbêjên din yên Ermenistan
û Gurcistanê di nava gel de belav bûn û li arþîva radyoya Êrîvanê mane.
50 sal e, ku
zêdetir ji 40 salên wî di nava derya hunera Kurdî de derbas bûne, ji bo
karekî wiha pîroz ne hindik e. Hîvîdar im, ku Dilovan wan tecrûbeyên xwe yên
li ser hunera resen a Kurdî bi awayê nivîskî pêþkêþî
nifþên paþeroja
welatê xwe Kurdistanê bike.
Em bi
dilgermî û kêfxweþî 50 saliya temenê pir
qîmet ê hunermendê xwe Dilovanê hunerhez pîroz dikin. Bi hîviya wê rojê,
ku ew bi dengê xwe yê xweþ berhemên hîn
dewlemendtir biafirîne.