|
Pilan
û Pêngavên Mezin di Konferansa Navenda PENa Kurd de (Rojên 01-03ê Hezîranê 2007) Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de
Di
roja îro de avêtina her pêngava ku navê “ Kurd û Kurdistan”ê pêre
be, dikare doz, nav û hemû aliyên jiyana me Kurdên bindest û bêdewlet
bilindtir bike. Em Kurd xwedî dîrokek tejî fîdakarî, serkevtin, xiyanet
û têkçûnê ne. Di her pêvajoyekê de li gor þiyanên madî-meinewî
xebat hatiye kirin ku ew kar þopeke dîrokî li pey xwe bihêle. Rojên
01 heya 03ê Hezîranê rêveberiya Navenda PENa Kurd piþtî
kar û têkoþaneke domdirêj karî konferansekê li jêr navê:”
Berfirehkirina Xebata Rêxistinî ya Navenda PENa Kurd” li Akademiya
Klausenhofê pêk bîne. Li Ewropa organîzekirina karên wiha tiþtekî ne
kêm e. Kar û serêþaneke pir mezin dixwaze heya karekî wiha serbigire. Di
wan sê rojan de bi giþtî çend biryarên girîng hatin standin ku ger ew
biryar bên cîbicîkirin, dikarin girîngî û cihê Navenda PENa Kurd di
nava rêxistinên Kurdistanê de baþtir bidin xuyanîkirin. Hingî em
dikarin bêjin ku di paþerojeke nêz de pilan û projeyên zêdetir dikarin
li jêr sîya Navenda PENa Kurd hem di nava Kurdistana mezin de û hem jî
ji bo nasandina wêje û pirsgirêka Kurd li welatên din, bên encam dan. Di
konferansê de giraniya kar di rojên 02 û 03ê Hezîranê de bû. Bigiþtî
birêveriya PENê li ser xalên jêr axivîn û bi endamên beþdar re ketin
nava þiwirê: a.
Amadekirina
rêbaz û destûra nû ya Navenda
PENa Kurd. Ev xaleke girîng ya
konferansê bû û bi pêþniyara endamên beþdar naveroka rêbaza Navenda
PENa Kurd (elbete bi li ber çavgirtina rêbaza PENa Cîhanî) hinek hat gûherandin.
Rêbaza Navenda PENa Kurd ji rûyê rêbaza Pena Cîhanî ve hatiye danîn
û Dr. Zerdeþt Haco ji zimanê Almanî wergerandiye ser zimanê Kurdî
(zarava Kurmancî). Gûherandin tenê li gor mercên Kurda yên civakî-siyasî
bûn û me nedikarî xwe ji cewherê rêbaza PENa Cîhanî dûr bêxin. Çimkî
Navenda PENa Kurd di PENa Cîhanî endam e. Dr. Zerdeþt Haco, Dr. Zorab,
mamosta Mistefa Reþîd û Bêrîvan Doskî ji hemû endaman dawa kirin ku
di warê serrastkirinên geramêrî û têgeha peyvan de jî hemû endamên
beþdar nêrîn û pêþniyarên xwe bi rêya emailan ji rêveberiya PENê
re biþînin.
Di
konferansê de raportên ku ji aliyê berpirsên komîteyên PENê ve hatibûn
amadekirin, bi hûrbînî hatin nirxandin. Ya girîng ew bû ku beþdarên
konferansê pêbihesin ka ji bo paþerojê komîteyên navbirî xwedî çi
pilan û projeyên nû ne, heya niha çi kirine û yê di salên dahatî de
çi biken. Ji aliyê Navenda PENa ve pêþniyara avakirina komîteya bi navê”
Piþtgîriya ji mafê Zarokan”
hat kirin û di paþerojê de biryar yê li ser bê dayîn.
Herwiha
li ser pirs û pêþniyarên mîna: çawa geþ û berfirehkirina aliyê rêxistînî
yê Navenda PENa Kurd, di kongireyên welatên biyanî de em çawa dikarin
baþtir xwe mîna Kurd bidin nasandin, çawa berfirehkirina karê PENê li
her çar parên Kurdistanê, Navenda PENa Kurd çawa dikare di kongire û
konferansên navnetewî de wêje û pirsgirêka 45 milyon Kurdên cîhanê
bi raya giþtî ya cîhanê bide nasandin?, helwesta Navenda PENa Tirk û
welatên ku Kurdistan dagirkirine li hemberî Navenda PENa Kurd û peyva
Kurdistanê, hevkarî ji bo azadkirina rewþenbîrên Rojhilatê Kurdistanê
Kawe Ciwanmerdî û Ednan Hesenpoor
û….tev ew pêþniyar û nêrîn bûn ku gengeþeyek dûr û dirêj li ser
hate kirin.
Di
vê konferansê de mixabin her du niwênerên Rojhelat û Rojavayê
Kurdistanê( Sîmîn Çayçî û Bêwar Îbrahîm) ji ber nedayîna vîzeyê
nekarîn bên nava me. Lê Bêwar Îbrahîm bi þandina peyameke bi naveroka
xwe dewlemend dilxweþiya xwe ya ji bo lidarxistina konferansê bi eþkerahî
dabû xuyanîkirin. Cihê
bexteweriyê di vir de bû ku ji her çar parên Kurdistanê endam beþdar
bibûn. Dilxweþiya me tevan bi beþdarbûna serkarê Kurdên Kazaxistanê
Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv zêdetir bibû ku li ser navê
cimata rewþenbîr û hemû Kurdên Kazaxistanê li kêleka me bû. Prof.
Dr. Kinyaz li ser rewþa civakî, çandî û siyasî ya Kurdên Kafkasê
zaniyariyên balkêþ dan beþdarên konferansê. Wî bi rûyekî xweþ û
dengekî tejî evîna Kurdistanê (ku hezar hîvî têde bûn), dilxweþiya
xwe ya ji bo berfirehkirina kar û xebata Navenda PENa Kurd da diyarkirin.
Dema ew diaxivî min hiss dikir ku konferansa me ya vê carê bi konferansên
xwe yên berê re nayê berawirdkirin. Herwiha rêzdar Mihemed Silêman jî
hem mîna Kurdekî rewþenbîr û hem jî weke karsazekî Kurd ji Kazaxistanê
di nava me de bû. Wan herdu mêvanên hêja û qedirgiran di nava me Kurdên
dûrî welat de heyecanek taybetî afirandibûn.
Gotina
Hinek Endamên Beþdar Di Konferansê: Bêrîvan
Doskî dema ku diaxivî bi bawerî û hêzeke tejî evîn diaxivî.
Kurdiya standard û îmana wê ya bêdawî bi misyona Navenda PENa Kurd
nedihþt ku guh û çavê mirov ber bi wê nebin. Ew wiha axivî: Di
konferansa sala 2008an de gere em tev bixebitin ku nivîskarên herî bi nav
û deng bibin Hewlêrê û gelek aliyên jiyana Kurda bi wan bidin nasandin.
Werin em qedirê Navenda PENa Kurd baþtir bizanîn û bi misyona wê ya dîrokî
bihesin”.
Fûad
Sîpan: Li Almaniya federal 16 eyalet û 16 wezaretên çandî hene, ka
me mîna Navenda PENa Kurd çiqas kariye xwe bi wan bidin nasandin?!. Prof.
Dr. Kinyaz Îbrahîm: Mirovê bêwelat teyrê bêhêlîn e. Ji bo cî bi
cîkirina hemû pilan û projên PENa Kurd em li Kazaxistanê bi hemû þêweyan
li kêleka wene. Ev
ji mere þerefeke.
Dr.
Zerdeþt Haco: Rewþa Kurdistanê ya taybet bûye sedem ku rewþenbîrên
Kurd bi neçarî bikevin nava partiyên Kurdistanî, lê ziman û wêjeya me
bi hevre dikarin me tevan bigehînin hev. Ji me rewþenbîran tê xwestin ku
em van qeydan biçirînin. Enwer
Mihemed: Ême pêwîste peyweniyekanî xoman le gel baþûrî Kurdistan
behêztir bikeyin. Pêwîste le sîtey Penî Kurd da nûsîn be her du
zarawe w rênûs Kurdî zortir bikirên. Yildiz
Þakar: Gelo kîne yên ku li hemberî PENê bedbîn û kar û xebata
PENa Kurd girîng nabînin? Gere li Amedê komîteke PENa Kurd bê avakirin
ku li wira berpirsyar bikarîbin nivîskaran bîne ba hev. Ayhan
Erkmen: Rola PENê û rewþenbîrên Kurd bi hevre girêdayî ye. Roja
ku gel dixwaze em li kêleka wan bin, gereke mirov li wir be. Werin em tev
rola xwe ya rewþenbîriyê bi duristî bilîzin û karê rewþenbîran ne
dirûþim avêtine. Nêzîkatiya rewþenbîrên Kurd û Tirk li Qersê
dikare înkargeran hinekî din þiyartir bike.
Mürüvet
Cacim: Ez xwe ji bo berfirehkirina karê PENê berpirs dibînim. Pilana
çûyîna Amedê û bi giþtî li bakurê Kurdistanê pêwîste em çalakiyên
xwe berfirehtir bikin. Nêzîkatiya rewþenbîrên Kurd û Tirk û
peydakirina endaman li welatên din yên cîhanê ku Kurd li wira dijnîn,
gelek girîng e. Berî demekê li bakurê Kurdistanê sê kes ji nivîskarên
kovara Günay hatin girtin û ji ber helwesta xwe ya Kurdayetiyê hatin þikencekirin.
PENa Kurd çawa dikare di raya giþtîya cîhanê de hevkariya wan bike?! Þemzîn
Cîhanî: Ême be rêgay PENî Kurdewe etwanîn hawarî kipkirawî Kurde
penaber û bêçarey Rojhelatî Kurdistan le nêw ray giþtî cîhan da
bilindtir bikeyin. Kampî Altaç dehan derdî bêdermanî hawwilatiye awarekanimanî le
nêw xoy da girtûwe. Heta salî 2003 hîçkes agadarî em kampe nebûwe. Le
wê paþ 24 sal hêþtaþ 194 Kurdî aware le sinorî Îraq û Ûrdon in. Ta
êsta çendîn minal û jin le layen serbazekanî Ûrdonewe le wê kujrawin.
Gelo PENa Kurd etiwanê be belavokek ya rêgayekî dîke le barî meinewî
da hawkarî wan bikat? Selwa
Gulî: Em tev bixwazin-nexwazin bi aliyê xwe yê atifî ve girêdayî
partiyek siyasî ne. Lê
di nava Pena Kurd de em tev endam in. Pêwîste em tev li gor rêbaz û zagûnên
PENa Kurd danûstandinê bikin û ziyanê nedin vê rêxistina Kurdistanê.
Çimkî ew dikare dengê netewa me di nava cîhana rewþenbîrên cîhanê
de bilindtir bike. Pamîr
Salihî: Karê PENê dikare li parçên din yên Kurdistanê xwe bigehîne
astekî bilindtir. Hêþta jî gelek ji rewþenbîrên Kurd yên navdar û
mezin hene ku baþ Pena Kurd nas naken!!. Ezê pir bixebitim ku bi taybetî
li Rojhilatê Kurdistanê PENê zêdetir bi cîhana rewþenbîrên Kurd
bidim nasandin. Ev ji min re serbilindî û wezîfeyeke dîrokîye. Eskerê
Bioyk: Yekîtiyeke nivîskarên Kurd pêwîste. Mixabin em nivîskarên
malbata xwe ne. Komele û partî hevkariya me naken. Derdekî me yê hezar
salî heye û em rast nêzî vî derdê xwe nabin. Em pirtûkên hev
nasnakin û di nava me de çi pîvanên nivîskarî û exlaqê rojnamevaniyê
tunene. Kemal
Tolan: Gereke salê carekê PENa Kurd ji bo endamên pir çalak civînekê
çêbike û wan bîne ba hev. Piþtre bi xelatekê sê kesên herî baþ teþwîq
bike. Þewkat
Îsmaîl Hesen: Ewey bo hemûman girîng e ke weku endamanî Penî Kurd
encam bideyen eweye ke karekanman be rêkûpêkî pêkbînîn. Bab û bapîranman,
rêber û têkoþeranî wilatekeman zor hewliyan dawe ke nawî “ Kurd û
Kurdistan” be zindûyî bimênêtewe. Ba xiyanet le yektirî nekeyin û
dilpakane be rêgay Penî Kurdewe nawî Kurd û Kurdistanîþ bibeyne nêw
hemû kor û komelî cîhanî. Dr.
Zorab Aloian: Ji me tevan re ferzeke exlaqî-wijdanîye ku li gor rêbaza
PENa cîhanî liv û lebatê bikin. Karê PENê tenê ne karê çend kesane,
belkî herkes wezîfedare ku mîna rewþenbîr û sefîrê wêje û zimanê
xwe xwedî exlaqekî rewþenbîriyê be. Di çaxê xwe de liv û lebata xwe
bike. Evdile
Koçer: Tiþtê herî girîng bo min: Niha rojeva Kurda pir germe û bi
taybetî jî li baþûrê Kurdistanê Kurd ber bi serxwebûnê ve diçin û
ji ber wê jî gereke Pena Kurd bêtir hêz û qibleya xwe bide Hewlêrê.
Di demên pêþ de konferanseke mezin ku hemû rewþenbîrên Kurdistanê û
diyasporayê têde bin, bîne ba hev. Xebat
Þakir: Kekê Xebat bi saz û helbetsên xwe di hemû bêhinvedanên me
de hêzeke mezin dida me. Pirtûka xwe ya helbestan jî mîna xelat da
piraniya beþdarên konferansê.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org