Qedirê Zêr Zêrîngir Zane û bes…

 

Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de

 

 

Berî çend roja ostadekî muzîk û lêkolînvanekî navdarê bajarê Kirmaþanê ji rojhelatê Kurdistanê hatibû Roj TV. Mamostsa Areþ Þehriyarî wek bisporekî Tembûrê û lêkolînvanekî naskirî di karê meqamên muzîka Kurdî û Farsî da navekî naskiriye. Piþtî bidawîbûna karê tomarkirina bernamê ji min dawa kir ku bêhnekê wî di nava cih û istdioyên Roj TV da bigerînim. Dema wî her der dît, bi keneke tejî xweþî li min nêrî û got:“ Ev îmkan û karê ku li vira tê kirin karê dewletekê ye. Çiqas baþe ku me Kurda jî saziyeke wiha bihêz û rêkûpêk heye. Qedir û bihayê karê TVyeke wiha di dîroka me Kurdan da tiþtekî pir mezine, nayê pîvandin û gotin....“.

Ew li ser fîdakariya xebatkar û rengîniya bernamên Roj TV pir axivî. Xuya bû ku ji berê da temaþavanekî Roj TV ye.

Piþtre ew hat cem min û cihê ku kar dikem. Min jêre got:“ mamosta tu muzîka Kurmancî jî guhdar an jî nas dikî?“. Wî tenê muzîka Kurmancên Xurasanê li bakurê Îranê nas dikir. Ji hunermendên Kirmanc jî tenê Mihemed Arifê Cizîrî û Þivan Perwer baþ nas dikirin. Hinekî li ser axivî, piþtre ji min dawa kir ku hinek dengên muzîka Kurdî yên kilasîk bi wî bidem guhdar kirin. Ji Mihemed Arif û Hesenê Cizîrî bigire heya Þakiro, Meryem Xan, Reso, Þeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Eyþe Þana, Nesrîn Þêrwan û gelek kesên din yek bi yek guhdar kirin. Min dît çiqas ku guhdar dike weke melevanekî têhniyê çûyîna kûrahiya binê behrê dîsa jî dixwaze dubare û çend bare guhdar bike. Li ser jiyan û berhemên

wan dipirsî. Weke ku ji niþkave gencîneyek mezin ji zêr û gewhera kifþ kiribe. Bi axake tejî hesret li min nêrî û got:” heyf ku haya me ji hev nîne. Ev dîwarên zorê wiha em ji hev dûr xistine ku em hunermend jî hev nas nakin. Tev jî dengên xweþin lê di nava jinan da ti deng nabine dengê Nesrîn Þêrwanê. Dengê wê bandora xwe li ser hemû wicuda mirov çêdike. Nebaratên di qirika Nesrînê da pir xweþ û bi tamin. Xwedî dengekî bihêz û Kurdîye…“.

Dema min li ser tirajêdiya jiyana Nesrîn û çîroka stranbêjiya wê hinek zaniyarî danê, mamosta Areþ nekarî xwe bigire û giriya. Xembar bû ku hunermendeke wiha mezin çima di bêkesî û xerîbiyê da miriye. Çima heya sax bûye wî wek Kurdekî Kirmaþanê Nesrîn Þêrwan nas nekiriye!! Û… wî tim û tim behsa deng û hunera jinên Kurd yên bênav û nîþan dikir ku ji ber sedemên bêdewletbûnê û bindestiya Kurda ne baþ hatine naskirin û ne jî hunera wan li hemû Kurdistanê belav bûye.

Mamosta Areþ behsa hinek keç û jinên herêma xwe jî kir ku pir hunernas û dengxweþin, lê kevneþopiyên kulturî û olî dengê wan di qirika wan da fetisandiye. Di dawiyê da got:“ Binêr di sedsala derbasbûyî da Nesrîn Þêrwan, Eyþe Þan û Meryem Xanê çi kirin û çi berhem afirandin, lê di sedsala 22an da binêre ka keç û jinên me ketine çi halekî bira…!!!. Ma di sedsala teknîk û înternetê da ev bû qedera me!?!!... û ew axivî û bi dengê xwe yê nerm li êþ û elemên me Kurdên Kurdistana mezin têbîniyên xwe beyan kirin.

Li vira bû ku dîsa gotineke bab û kala ket bîra min:” Qedirê zêr zêringîr zane û bes”.

Birastî jî kesek ku di karekî da þehreza û bispor nebe, qet nikare behsa cewherê karê kesekî din bike. Tenê mirovên têhnî dizanin av çiqas bi qîmete. Tenê hunermendên mezin dizanin ku dengên xweþ û hunermendên hosta kîne. Ger dengekî xweþ bandora xwe li ser riha mirova çêneke, hingî dengê Nesrînê jî nikare hêsirên mamostayekî zana mîna Areþ Þehriyarî bide barandin. Birastî jî herkesek ji karekî re û elbete kesek jî nikare her karekî bike.

Di vir da hestên mamosta Areþ yên irfanî, þiroveyên wî yên kûr li ser dengên xweþ û þîretên wî yên ji bo qedirgirtina kesayetên Kurd dîsa jî bi bîra min anî ku nasandina wan nirxên nemir dikare me Kurd li çar perçên Kurdistanê bêtir nêzî hev bike.

Sipas ji tere mamosta Areþ ku te bi evîna xwe ya irfanî û rastîn heza me ya ji nirxên me yên netewî re zêdetir av da. Hîvîdarim em heya hene ji hevre baþ bin, çimkî êdî piþtî mirinê feydê qenciyan jî nagehe cihekî.

 

Not: mamsta Areþ Þehriyarî li sala 1974 li bajarê Senendecê hat dinê. Dayika wî ji Sehne û babê wî jî ji Kêrênd( girêdayî bajarê Kirmaþan) ne. Ew li wira mezin bû û ji Kurdên Goran û ola wan jî Yarsan e.

Mamosta Areþ niha li Tehran dijî û bi karê dersbêjiya li ser hînkirina Tenbûr, Tar û Sêtar xwîdevanên wî pirin.

Bi sedema Kurdên girêdayî ola Yarsan xwedî felesefeyeke nêzî felesefeya Zerdeþtîne, rayedarên somara îslamî zêde izina kar û xebatê naden wan.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org