Di Serhildanên Siyasî Da Rêberên Þoreþê Dikarin

Xwedî Rolekî Çawa bin?

 

(Pêþkêþ Ji Riha Bilinda Pêþewa Qazî Miehemd re)

 

Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de

 

 

 

Dema ku netewek di þoreþ an jî bizava xwe ya siyasî da rastî þikestê tê, tenê dest ji çek û silahan bernade, belkî ew çand û taybetmendiyên xwe yên netewî jî ji dest didin an jî ji bîra dikin û bi yekcarî ji aliyê hêza serdest ve tên asîmîlekirin. Hinek ji rêber û qehremanên dîroka azadîxwaziya Kurdistanê bi dilêrî li heberî dagirkerên axa me sekinîn û heya roja îro jî bûn sedem ku Kurd di dewama xebata xwe da xwedî moraleke bilind ya siyasî bin. Ew hertim di wê baweriyê da bûne ku Kurdistan xaka Kurdaye û pêwîste bê rizgarkirin. Peyam û xweziya ku divê em hê jî di sedsala peywendî û ragehandin(communication)ê da alahilgirên wê bûn. Ew nirxên siyasî ku heta roja îro jî me nekariye bihayê wan di mejiyê xwe da tomar bikin, ew lîderin ku di xweþî û nexweþiyan de li kêleka gel mane. Mixabin netwên ku qedirê mîras û nirxên xwe yên dîrokî nezanin, hertim dîroka wan dubare bûye. Çimkî dîrok saman û gencîneyek kulturiye. Ji bo ku em bikarîbîn hêzekê ji bîr û baweriyên xwe re peyda bikin, pêwîste reh û rîþeyên wan baweriyên xwe di gencîneya dîrokê da peyda bikîn. Daxwazên gel ji rêberên îro yên qada siyasiya Kurdistanê çine? Em dikarin þi îbretekê ji wesyetnameya rêberekî mîna nemir Qazî Mihemed, Seyîd Riza Dêrsimî, Þêx Ûbeydulah Nehrî, Nûrî Dêrsimî û hwd bistînin?

Dema mirov cewherê jiyan û ramanên rêberên Kurd dinirxîne, zû pêdihese ku wan di zindî mayîna nasnameya me ya netewî de rolekî mezin lîstine. Ji bona wê jî em bi qehremanên mîna Pêþewa Qazî Mihemed, Mistefa Barzanî, Mezlum Dogan, Mame Rîþe, Cigerxwîn, Mihemed Husên Sêyfê Qazî, Kemal Pîr û hemû eymetên xwe yên netewî serbilindin. Ew bi çi awayî bi dagirkerên Kurdstanê re di dan û standinê da bûne û dagirkeran bi çi awayî dan û standin bi wan re kiryie? çaxê ku hatine girtin çawa niwênertiya doza Kurdistanê kirine û ji nifþên piþtî xwe re çi wesyet kirine? Aya siyasetmedarên qada siyaseta îro yên her çar perçên Kurdistanê dikarin bi serbilindî ji azmon(îmtihan)a bav û bapîrên me derkevin?

Her tiþt li ber çavane û ezê li vira tenê behsa hinek taybetmendiyên Pêþewa bikim ku piþtî zêdetir ji 60 salan hê jî modêrnîtebûna bîr û ramanên wî li ber çavanin:

Hemû rojê berê sibê Pêþewa ji xew radibû, piþtî siporê bi peyatî ber bi cihê xwe yê kar û xebata rojane dimeþiya. Heft tirimbêl(auto) li ber deriyê mala wî bûn, lê germahiya têkeliyên wî bi gel re di sewiyeke pir bilind da bûn. Hema ji vira bû ku demokratîkbûna hikumeta Kurda dihat ber çav. Qazî mirovek bû ku dixwest desthilatdarên komarê ne bi zor û stemkariyê, belkî bi evîneke Kurdistanî li ser dil û mejiyê gel hukimdariyê bikin.

Qazî Mihemed tevî ku di mizgeft û medreseyên olî de xwenibû, lê mirovekî rewþenbîr bû. Pirtûkxaneya wî di bajarê Mehabadê da ji pirtûkxaneya dewletê gelek mezintir û dewlemendtir bû. Li wira bi zimanên Kurdî, Farsî, Erebî, Ingilîsî û Rusî pirtûk hebûn. Li vira rastiya ku dibêjin Qazî mirovekî rewþenbîr bû, baþtir tê selmandin.

Di wan salan de Qazî Mihemed û endamên din yên malbatê zêdetir ji îdareyên dewleta Pehlewî pirsgirêkên xelkê çareser dikirin. Ew di nava êþ û elemên gel de mezin bibûn. Þîreta wî hertim ji xelkê re ew bû ku bixwînin û bi vêre sewiya kultura civaka xwe jî bibin serî. Hingî dikarin qedera xweya paþerojê jî bidin diyarkirin. Li ba wî xwîndin derdê hezar derdan dihat hesibandin, heta derdên bêderman jî. Ji ber wê jî weke bavekî dilovan bihayek giran dida xwîndina zarokên Kurd. Dema bû serokkomarê Kurdistanê jî wezareta perwerdê li ba wî ji wezaretên din bi qîmettir bû. Heftiyê çend rojan bi wezîrê perwerdê re rûdiniþt, ew rênimonî dikir û guhdarî pêþniyar û daxwazên wî dikir. Seredanên wî yên berdewam bo xwîndingehên zarokan û gotarên ku di vê derbarê da xwendine, hê jî di bîra gelek kesan da mane. Xweziya temenê komarê zêdetir ji salekê bûya, hingî heta îro jî rewþa me Kurdên Kurdistana mezin jî yê cudatir bûya ji vê rewþa ku îro em têda ne.

Di bîr û ramanên Pêþewa Qazî Mihemed da demokrasî bi wateya xwe ya îro tê dîtin, lê ne ew demokrasiya di welatên rojhelata navîn da belkî demorasiya ku di welatên weke Swiss û Belçîka da peya bûye. Hêþta jî rayedarên komarên: Îran, Tirkiye û Sûriyê bi qasî nemir Qazî Mihemed ji cewherê demokrasiyê fam naken. Çimkî baweriya wî bi wekheviya hemû mafên mirovan hebû. Yehûdî û Ermeniyên bajarê Mehabdê hêþta jî bi hesreteke mezin behsa pirensîpên Qazî yên homanîstî dikin. Ji xwe heyfe ku mirov navê dîktatorekî mîna Seddam Husên an jî Aytulah Xumêynî li kêleka navê Qazî Mihemed binivîse, lê baþe ku ferqên di navbera kesayetiya wan da bi bîra xwîndevanan ka kê çikir û çawa dawî bi jiyana wî hat.

Jin li ba Qazî weke mêran xwedî hemû mafên jiyanê bûn. Di pênc salên ku herêma Mukriyan bi awayekî nîv fêrmî di destê Kurdan da bû, Pêþewa Qazî pir xebitî ku hinek gûherandinên mezin di mejiyê civaka mêrsalar da pêk bîne. Çîna ku qedera keç û jinan di destê wan da bû. Herçend ji aliyekê civaka feodal û ji aliyê din jî þêx û melayên oldar li dijî van nêrînên wî bûn, lê wî bi belge û awayekî mentiqî ji wan re îspat kir ku divê di hinek zagûnên îsmalê da li gor pêwîstiyên demê reform bên çêkirin. Ji bo îdeyên wiha bû ku hinek þêx û meleyên paþvero Qazî wek „kafir“ jî binav kirin. Lê çîna rewþenbîr ku ji guherandinên civakî û zanist yên cîhanê haydar bûn, pêre bûn û bi dil û can piþtgîrî didane hewildanên wî yên pêþkeftinxwaz. Ew heft rojan bi mele û þêxên mezin re kete nava minaqiþeyên germ û dirêj, heya ku di vê îdeya xwe de ku jin jî weke mêran dikarin xwedî hemû cure mafan bin, biser ket. Ew di gotin û pratîk de weke hev bû.

Komar roja sêþemiyê di 22.01.1946an da pêk hat û di 17.12.1946an bi ketina artêþa Îranê ya nava bajarê Mehabadê têk çû, lê di wî temenê kurt de: yekîtiya jinan, artêþa Kurdistan, çapxana Kurdistan, radioya Kurdî, þano û sînema û gelek sazî û rêxistinên din dest bi jiyana xwe kirin. Di sazî û rêxsitinên dewletê de Kurdî zimanê fêrmî bû. Pirtûk jî bi zimanê zikmakî dihatin weþandin.

Di rûpelên rojnama Kurdistan(organa fêrmiya HDK)ê da navê gelek nivîskar û helbestvanên mezin tê ber çavan. Azadiya qelem bi wateya xwe ya îroyîn hebû û hingî sansor tiþtekî bêwate bû. Qazî Mihemed wek serokkomarê Kurdistanê piþtgîrî dida tevaya sazî û rêxistinên navbirî û bi þîdet li dijî bîr û ramanên dogmatîk bû. Bi çêbûna komarê re di jiyana edebiyat û rojnamegeriya Kurdî da jî rûpelekî nû vebû. Hêmin, Hejar, Ebdulrehman Zebîhî, Qizilcî, Rehîm Qazî, Dilþad Resûlî û çendîn kesên din tev berhemên komara Kurdistan in.

Wêneyekî Qazî Mihemd di deftera wî ya kar de heye ku xerîta Kurdistana mezin li piþ serê wî hatiye hilwasîn. Ev wêne pir watedar e û bala gekek nivîskar û rojnamevanên ku hingî seredana wî kirine, kiþandiye. Yanî evîna wî hemû Kurdistan bû û xuyaye ku baþ agehdarî serhildanên Kurda yê berê bûye. Roja îlankirina komarê jî li ser dîrok û serhildanên Kurda di sedsalên derbasbûyî da axivîbû.

Min bi hemû zarokên Pêþewa Qazî( Elî, Munîr, Fewziye, Suhêyil, Meryem) re hevpeyvîn çêkirine. Ew bavekî dilovan û zarokên xwe teþwîq kirine ku li gor pêwîstiyên civakê herkes di warekî da bibe bispor. Mesela hertim ji Fewziyê xwestiye ku bibe ajoyê teyarê. Mîna Qazî jî weke yek ji wefadartirîn jinên cîhanê, bi hesreteke kûr li ser taybetmendiyên hevalê xwe yê jiyanê diaxivî. Wê hertim wiha digot:” Êdî zehmete ji vir û þûnda di nava Kurdan da kurekî wiha biwelide...

Ji bo ku daxwazên Pêþewa werin cih, gere îde û ramanên wî neyên ji bîr kirin. Jiyan rojekê zû an jî dereng bidawî dibe, lê nav û ramanên mirovheziyê namirin. Destkeftên komarê ji mere mîrasên dîrokî û nemirin. Ji bona wê jî di dawiyê da dibêjim:

Her berz û þikawe bêt alay Kurdistan

Her dirêj û pirrêbwar bêt cejinî duy Rêbendan.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org