Rojhilatê
Kurdistanê bi tenê nehêlin….
Kakþar
Oremar, Kakshar_oremar@yahoo.de
Di
van du mehên derbasbûyî da li Îranê gûherandinên siyasî bi lez û
bez çêdibin. Sîstema
desthilatdar piþtî 27 salan careke din vedigere rewþa xwe ya sala 1979an.
Bi navê îslam û rizgarkirina sîstema “Wilayeta Feqîh”, qedera welat
û netewên Îranê ketiye destê 200 kesên ku mejiyê wan yê sedsala 17an
e.
Lê
rijîmeke totalîter ku paþverûyên olî serekêþya wê dikin, bi vê
mentalîta xwe nikarin bi karwanê mirovên demokrat û aþtîxwazan re bimeþe.
![]() |
Dema
raya giþtî dîtin ku termê Þiwane Qadirî piþtî þikence
û kuþtinê bi du autoyên leþkerî ve di nava koçe û kulanên
Mehabadê da tê gerandin, ji vê kiryara hovane sosretgirtî man. Ji
Kurda re jî careke bîranîneke tal zindî bû: Silêman Moînî
û hevalên wî ketin bîra wan.
|
Êdî pirsgirêka Kurd di cîhanê da gehiþtiye qonaxeke nû. Rewþa cîhanê jî ji her hêlêve hatiye gûherandin. Lê komara îslamî mayîna xwe tenê di kuþtin, þikence û dijberiya bi hemû pirensîbên demokrasiyê re dibîne. Di peyvekê da: hunera wan ya herî bilind û mezin kuþtin, îdam û binpêkirina kerameta mirovaye”.
| Di roja îro da paytexta faþîsma olî Tehrane ku Bin Laden, Mela Omer, Refsencanî û Xamêniyî rêberên wêne. Hêza artêþ û îmkanên madî jî tev di destê wan da ne. |
|
Þerê
di navbera reformxwaz û muhafizekaran da piþtî heþt salan bû sedem ku
Mehmûd Ehmedî Nejad(þagirdê rêya Xomêynî) bi ser bikeve. Ev hatina wî
mîna derbeyeke leþkerî li dijî îradeya gelên Îranê tê hesibandin.
Di rewþeke wiha da Ehmedî Nejad bi du pirsgirêkên mezin re rû bi rûye: Hilbirîna oraniyomê û pisgirêka maf û çareserkirina kêmnetewên millî û olî.
![]() |
Cîhan di xema wê hindê daye ku Îran mijûlî hilbirîna çekên etomîye. Ev jî ji aþtiya cîhanê re xetereke mezine. Çimkî Xomêynî di yekemîna axaftina xwe da wiha gotibû:” emê þoreþa îslamî li her derê belav bikin...” |
Rayedarên
komara îslamî ji ber binpêkirina mafê mirovan, sansur, kuþtinên
ku kiryarên wan nediyarin ji aliyê kom û rêxistinên mafê mirovan ve di
bin zextê dane. Ew bi vê rastiyê hesiyane ku êdî di nava xelkê da jî
ti qîmeta wan nemaye. Ji ber wê jî niha ketne wê fikrê ku dujiminekî
biyanî ji xwe re bitraþin û dijberiyên olî di navbera gelên Îranê de
gortir bikin. Kuþtina Þiwane Qadirî û hemû kesên din li bajrên Sine,
Þino, Merîwan, Pîranþar û... pîlaneke sîstemê ye ku rojhilatê
Kurdistanê û hemû herêmên sinor bikene qirargehên leþkerî û
amadekarîyên ji bo þerê li dijî dujiminê biyanî(bêgoman Amrîka û
welatên pêre). Di bin vê perdê reþ da pîlanên xelîfê Îran û îslamê(
Elî Xaminêyî) û hevkarên wî tejî tirs û xeterin. Ev dibe sedema çêbûna
zemîne bo hêrþên li dijî hêzên derve jî. Em di van rojan da di medya
girêdayî rejîma îslamî bi eþkerahî hêrþên li dijî Amrîka,
hereketa bakurê Kurdistan û hikumeta baþûrê Kurdistanê dibînîn. Ji
ber wê jî hemû sinorên rojhilatê Kurdistan, Xozistan û Sîstan û Beluçistanê
bûne qirargehên leþkerî yên artêþa Îranê. Li rex vane ji herêmên
din yên Îranê jî hêzên taybetî(Hizbullah, Pasdar, Êtilaat, Întiharî,
...) ji bo serkûtkirina gelê Kurd anîne hemû bajarên rojhilatê
Kurdistanê. Antîpropxandeyên wan li dijî mezhebê Kurda(sûnnî) û
daxwazên wan yên demokratîk û netewî bi awayekî berfireh berdewamin.
Ew bi dijwartirîn þêwe serhildêrên Kurd dikujin. Birîndar jî tên
girtin û þikence kirin. Heya roja îro zêdetir ji 20 kesan hatine kuþtin,
bi sedan kes birîndar û zêdetir ji hizar kesan jî hatine girtin û kes
nizane li kûne. Dr. Rûya Tilooî û çend kes ji xebatkarên mafê mirovan
hatine girtin û di kesayetiya wan da bêkerametî bi netewa Kurd hatiye
kirin. Weþana rojnamên Aþtî û Aso hate girtin. Etmosfêrê rojhilatê
Kurdistanê tejî tirs, teror û wehþtêye.
Li
aliyekî din girtîgehên Îranê tejîne ji azadîxwaz, rojnamevan û
dijberên sîstema Wilayeta Feqîh. Rojnamevanê navdar Ekber Gencî
ev 56 roje ku li dijî needaletiyên dadgehên komara îslamî dest bi
gereva birçîbûnê kiriye. Ew di risteyekê de wiha diqêrîne:”
Xaminêyî jî divê here”.
Gelo
di rewþeke wiha da erkên me mîna insanên bi wijdan çine? Partî û azadîxwazên
Kurdistana mezin, Îran û cîhanê di rewþeke wiha da divê çi bikin?
Li
dijî faþîsima Hîtlêr û Mosolonî hemû gel û welatên demokrat çeperê
þer girêdan. Di roja îro da jî navenda faþîsma dînî li Rojhilata Navîn
bajarê Tehranê ye. Ger welat û netewên cîhanê(bi taybetî jî gelên
Rojhilata Navîn) bixwazin ji vê kula kansêrê rizgar bibin, yekîtiyek li
dijî komara îslamî yê bibe pêngaveke dîrokî ku ev kula gemar ji rehên
xwe bê kiþandin. Ev ji emniyet û aþtiya me tevan re xizmeteke mezine.
Êdî
piþtî hatina Mehmûd Ehmedî Nejad otorîteyeke yekreng li Îranê
desthilatdare. Ji vir û pêda emê di hundirî sîstema desthilatdar da
tolhildana wan ya ji hev jî bibînîn. Kuþtina Qazî Mûqedesî û Serdar
Moînferd nîþanên destpêka vê pêvajoyê ne.
Kurd
li Ewropa dikarin rolekî pozîtîv di bilindtir kirina dengê Kurdên
Rojhilat da bilîzin. Ji her Kurdekî vê cîhanê re erkekî insanî û þerîiye
ku piþtgîriyê bide doza himwelatiyên xwe.
Gelo
hûn çima ji Îraniyên ku herdem digotin:” Kurd Îranîyên herî esîl
û kevnarin, parêzvanên serxwebûna Îranê ne” napirsin ka hûn
birayên roja xwe li kûne?!! çima ji ber kuþtina kesekî li Tehranê
qêrîna we digehije esmanan, lê îro hûn kerr û kor mane? Heya kengî hûn
Îranîyên derewîn, fêlbaz û durû yê bi çavê himwilatiyên derce du
li Kurdan binêrin?!!.....
Werin
em tev dest yekîtiyê bidin hev. Kurdên bakur û baþûrê Kurdistanê di
xebat xwe da gelek deyndarên têkoþana Kurdên Rojhilatin. Ger îro em
negehin hawara hev, sibe yê gelek derneg be û derfetên zêrîn yê ji
destê me biçin.
Hemû
mirovên bi xîret û demokrasîxwaz: Rojhilatê Kurdistanê bi tenê nehêlin.....
05.08.05
Biljîk
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org