Sala Nû û Xweziyên Mezin...

 

 

Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de

 

 

 

Saleke din çû, sala nû hat. Herkes di rojên dawiya salê de pirsên zêde li pêþberî xwe dibîne ka: Gelo min di sala derbasbûyî de çikir û çi nekir? Pilanên ku di mejîyê min de bûn, çiqas biserketin? Aya ez mirovekî/e serkevtî bûm an ne? Çima min wa kir û wa nekir?... Û bi dehan pirsên din. Gelek kes ji karnameya jiyana xwe razîne. Hingî ne poþmanin ku saleke din li ser temenê wan zêde bûye, lê hinek jî bi „ax û pof“ in û pite-pita wane ka:“çima ez di jiyana xwe de kesekî/e serkeftî nebûm?”. Hinek xwe bextewer û hinek jî xwe bextreþ dihesibînin. Mirov giyandarekî þiûrdare û bi wê sedemê jî weke „eþrefê mexlûqat“ hatiye binav kirin. Ji bona wê jî mirov hertim li pey jiyaneke nû û xweziyên mezinin.

Elbete jiyana mirovan jî yanî berhem û pêkanîna projên baþtir, çi biçûk an jî mezin, ferq nake. Lê ya girîng ewe ku di jiyanê de pêngavek ber bi pêþve hatibe avêtin. Ger wisa nebe, jiyan nikare jiyaneke bi berhem be. Ferqa me û giyandarên din yên li rû erdê jî tenê di vir deye. Kesên ku di destpêk û dawiya salê de pirsên wiha ji xwe dipirsin, pîvanên wan yên ji bo jiyanê hene. Kesên wiha 100% rojekê yê di peyakirina pilan û projên xwe de biser bikevin. Ew dikarin xwe di nava koma mirovên bextewer de bibînin.

Li aliyek din jî gelek kes hene ku haya wan ji çerxa felek tune, roj û sal, dem û dewran ji wan re bêwatene. Çawa diçe, bila biçe û wek bav û kal dibêjin:“ Ne xema wane, ne dema wane, qirçe-qirça benîþtê wan e“. Ew di dirêjahiya hemû rojên salekê de li bendê ne ka çawa roja wan bidawî bibe û „wextkujî“ ji wan re karê serekîye. Mixabin mirovên bêarmanc jî xwedî felsefeyeke wihane. Ez wan ji koma bextreþan dihesibînim. Kesên ku nizanin çima hatine, kûde diçin û çima diçin, giyandarên bêþiûrin.

Xweziya bi wan kesên ku dixwazin hemû rojên wan yên jiyanê, rojên pirbar û bi sûd bin bin. Poþman nebin ku saleke din li ser temenê wan zêde bûye.

Ger em wek netewek çend milyonî ji xwe bipirsin ka di sala derbasbûyî de me çikiriye û çi encam ji bo doza xwe standine, nizanim bersiv dikare çi be!!. Lê li gor min: Di sala derbasbûyî de Kurd di qada siyasetê de zêde serketî nebûne. Li bakurê Kurdistanê þerê Kurda ji bo demokrasîkirina Kurdistan û Tirkiyê bêrawestan berdewam bûye. Ger encamên mezin jî bidest neketibin, ew vedigere ser bêhelwestiya rayedarên komara Tirkiyê ku hê jî bi mejiyê xwe mîna 85 sal berî niha difikirin. Lê bizava rizgarîxwaziya bakurê Kurdistanê karî ala aþtîxwazî û demokrasiyê hem li serê çiya û hem jî li bajar û gundên Kurdistan û Tirkiyê bilind bike. Di qada siyasetê de ev serkeftinke mezin bû. Li baþûrê welat rewþa Kerkûkê hê jî mîna berêye. Di sala nû(2008)an de ka ev girêya kor û venebûyî yê vebe an ne, carê kes nizane. Di dawiya sala 2007an de faþîstên Tirk dîsa jî dilreqiya xwe ya li dijî doza Kurda baþtir dan eþkere kirin. Amrîka careke din xiyaneta sala 1975an ya li dijî bizava Kurdên baþûr bi bîra anî bîra!! Gelo Amrîkî dîsa jî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî-siyasî yê Kurda bifidoþe? Bombarana gundên jêriya çiyayê Qendîl bi heceta ji holêrakirina þervanên PKKeyî, careke din tirsa Tirkan ya ji çêbûna dewleteke Kurd, da xuyanîkirin. Wan bi karekî wiha xwestin þepirzeyîyê bêxin nava jiyana Kurdên baþûr, lê nezanîn ku bi kiryareke wiha hovane Kurd jî li jêr û jor dibin yek. Xweziya rojek bê ku dagirkerên axa me ya zêrîn bi zimanê me bizanin û fam biken ka Kurd çi dixwazin.

Ger partî û rêxistinên Kurda yek bin, hingî li herêmê dibine hêzeke mezin. Bi vê re Amrîka û welatên cîran jî nikarin hema wiha bi hêsanî ticaretê bi qeder û destkeftên Kurda biken.

Hîvîdarim di sala nû de herkes bi pilan û projên mezin ber bi pêþve biçe. Ger di jiyanê de kar û proje bi awayekî sîstematîk û rêk û pêk bên darijandin, herkes dikare biser bikeve. Hîvîdarim em tev di jiyana xwe de mirovên dûrbîn û serkeftî bin.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org