Sê Gotin…

 

Kakþar Oremar

Email: kakshar_oremar@yahoo.de

 

(1)

17 Sibata sala 1998an dayika Kurd Mîna Qazî li Mehabadê wefat kir. Sala 1993an min ew li Tehranê dîtibû û hevpeyvîneke dûr û dirêj pêra çêkir ku di pirtûka min ya li jêr navê” Hevpeyvîn bi Yadgarên Komara Kurdistan ra” yê bê weþandin. Dema ew nexweþ bû li Tehranê bû. Beriya mirinê wê ji keça xwe Fewziyê ra gotibû:” Zû min bigehînin Mehabadê, naxwazim li vê xerîbiyê bimirim. Law wellah mirina li ser axa Kurdistanê jî xweþ e ha...”.

Mîna Qazî 90 sala jiya. Hê 19 salî bû ku bû hevjîna Qazî Mihemed. Sederma komara Kurdistan bû seroka yekîtiya jinên Kurdistanê. Hemû hîvîya wê ew bû ku rojekê Kurdistana azad û serbixwe bibîne. Ji 1946an heya 1979an li benda wê rojê bû ku qatilên Pêþewayê Kurd Qazî Mihemed di dadgeheke adilane da bên mehkeme kirin. Dema min ew dît bi ken û xemeke giran wiha got:” Þahê gor bi gor çû, ew di dadgeha dîrokê da hate mehkemekirin, lê yên piþtî wî jî zarokên Qazî Mihemed dikujin. Zalimek çû û yekî zalmtir hat kurê min, ferqa rejîma seltenetî û komara îslamî tune... her du jî azadîxwaza dikujin...”.

Li ser van nêrîn û rexneyan bû ku îtlaata komara îslamî di temenê pîriyê da ew girtin û þikence, bêhurmetî û sivakatî nema ku bi wê û netewa Kurd nekin. Lê dilê wê mezin û hîvîyên wê bêdawî bûn. Li ser rewþa baþûr û bakurê Kurdistanê bi evîneke mezin diaxivî û hedem wiha digot:” Roja me jî yê bê rolegiyan...”.

Di 11mîn salroja wefata dayika Kurd Mîna Qazî da dibêjim:” Tu rihet be dayegiyan. Keç, jin û dayikên Kurd li Kurdistana mezin di qada xebatê da li ser piyane û li pey armancên te, Rewþen Bedirxan, Hefsexana Neqîb, Leyla Qasim, Zerîfe, Zîlan, Sema, Vîyan û hwd dimeþin.”

(2)

15ê Sibata sala 1999an nirxekî Kurdan yê sedsalê bi kiryareke 100% terorîstî ji hêla hêzên Emerîkî, Israîl, Tirk û Ewropayî ve hate revandin. Revandina mirova bi çi armancekê bibe, di orfa siyasetê da kiryarek terorîstî ye. Lê yên ku pilaneke wiha darijandin, ne tenê negihþtin armanca xwe, belkî îro peþêmanin jî. Armancên wan mezin bûn. Dixwestin dîsa jî tovê bêhîvîtiya sedsalan di dilê me Kurda da biçînin, lê peyrew û xwîndevanên rêya rêzdar Öcalan ew ji xwe ra kirin pêxemberê vê serdemê. Bêtir dan pey rê û rêbaza wî û armancên wî jî baþtir bi Kurd û biyanîyan dan nasandin. Di roja îro da xebata Kurda ya siyasî di sewiya xwe ya herî bilind daye. Kurdên Kurdistana mezin niha berê xwe dane bakur û baþûrê Kurdistanê, lê wek xuyaye senga bizava rizgarîxwazî li bakurê Kurdistanê girantir e. Li Îraqê careke din hêz di navendê da dicive û Baasîsim di liv û lebatên Malkî da tê kifþê. Xemsariya rêber û rêxistinên Kurda li baþûr bû sedem ku derfetêm mezin û dîrokî ji dest herin. Kerkûka ku Mistefa Barzaniyê mezin di oxira wê da bi hemû þêweyan li dijî rejîma Beis derketibû û þoreþke mezin kirbû qûrban, di rewþ û qedereke nediyar da bûye sedema bêhîvîtiyeke mezin di nava Kurdên Kurdistana mezin da.

 

(3)

Li xerîbiyê mirina pîr û kalên ku bi salan li ser axa bav û kalên xwe jiyane, pir bi êþe. Bi tayetî jî ger ew kes dayikek be. Dayik di malê da hêz û evîna jiyanê ne. Mirina dayika me Zulfa Talê (hevsera dengbêjê navdarê Reþîd Baso û dayika hunemedend Dilovan) xemeke giran xiste ser dilê wan kesên ku ji nêzve ew dîtibûn. Dema min cara yekê Zulfê dît, bêhna jiyaneke Kurdewarî, jiyana zozanên Elegezê û xweþiya gundê Keleþbegê hê jî ji wê dihat. Nêrînên wê yên tejî muhebeta dayikeke Kurd qet ji bîra min naçin. Bi hemû tiþtên xwe bedew bû: Girî, ken, nêrîn, axaftin û heta hatin-çûyîna xwe. Di van salên dawiyê da ew bi malbata xwe ra neçar ji Ermenistanê derketin, hatin Ewropa û li welatê Almaniya akincî bûn.

Piþtî wefata dengbêj Reþîdê Baso ew li cem kurê xwe hunemend Dilovan dima. Hesreta wê ew bû ku careke din vegere cem xizim û kesên xwe û li xerîbiyê nemîne.

Wê di jiyana xwe ya tejî zehmetî û dûrî Kurdistanê 6 zarok perwerde kirin û dayikeke pir dilovan, xwedî çandeke Kudewarî, bi rehim û pir jî milethez bû. Piþtî 81 salan, 8 sibatê wefat kir.

Dayik þirînin, heya ew saxin qedir û qîmeta wan li ser sera bigirin hevalno.

 

14. 02. 2009 Almaniya

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org