ÞANEÞÎN
Di
dilê dîroka huner û çanda Kurdistanê de navekî nemire.
Kakþar
Oremar,
navdarenkurd@hotmail.com, 18.01.004
Almanya
Piþtî
ku bo yekemîn car di dîroka Kurdistanê de Med
TV´yê dest bi weþana xwe ya satalieghtê kir, bernamên cûr bi cûr rengîniya
vê TVya Kurdî û Kurdistanî zêdetir kirin. Damezrînerên Med TV bi vê pêngava
xwe ya bênimune û di cih de, ew riha hevgirtî ya di laþê netewa Kurd de ku
bi sinorên destçêkirî êdî bêhêz bibû, bihêztir û mezintir kirin. Cihê
bextewerî û serbilindiyeke gelek mezin bû ku serkêþên þoreþa bakurê
Kurdistanê cara yekê gehiþtin wê biryarê ku bi rêya teknîka hemdem(modêrn)
li dijî dagirker û înkargerên hebûna netewa Kurd feydê bistînin. Ev bi
serê xwe þoreþek hemû alî bû ku di dîroka medya Kurdî de þopek nû li
pey xwe vekir.
Þaneþîn
ji destpêka karê xwe heya roja îro bernameyek e ku bi cewherê xwe yê
Kurdistanî, ji Kurdên hemû Kurdistanê re balkêþ bûye. Di nava hemû TVyên
Kurdî de ku bi awayê satalieght weþana xwe dikin, temenê Þaneþînê ji tevaya bernamên kulturî-çandî zêdetire.
Herwiha bi naveroka xwe jî ji tevan dewlemendtir bûye. Bi awayekî ku
pêþkêþvanên
TVyên din xwestine ku teqlîda vê bernamê bikin.
Evîna
hunermend û pêþkêþvanê bernamê kekê hêja Barzan
Þasiwar ya ji bo huner û çanda Kurda, rastiyeke ku di karê wî yê
van çend salên derbas bûyî de ji herkesî re hatiye îsbatkirin. Pêkenîn,
laqirdî û henek, lîstikvanîya wî ya ciddî û komêdî, hissên wî yên
nazik û tejî dilsozî û ji tevan balkêþtir ew hissir(rondik)ên ku carna di
çaxê bîranîna hunermendên Kurd de bi ser rûyên wî de dibarin û temaþavanan
jî dibe nava cîhana xwe ya kûr û dûr, tev ji bûn sedem ku Barzan
zû di nava dilê gelê Kurd de cihekî xwe yê taybetî veke.
Þaneþîn
li ser armancên muqedes heya roja îro xizmetek berçav ji bo nasandina hunera
Kurdî ya otantîk û resen pêþkêþî civata Kurdistanê kiriye.
Þaneþînê
ji nasandina e´rdnigarîya bajar û herêmên Kurdistanê bigire heya nasandina
cur û rengên strana Kurdî: Lawik, Beste, Meqam, Heyran, Qetar û dengbêjiya
dewlemenda herêma Serhedê û bi giþtî cûrên dewat û ew mîratên çanda
kevnara Kurdî, bi gel dan nasandin. Di vî karê pirnirx de Barzan bi bê nasandina sinorên herêmeke taybetî, li hemû
Kurdistana mezin digere.
Xizmeta
herî girîng ya vê bernamê ew bû ku bi rêya zimanê stran û hunerê di
navbera her du zaravên sereke yên zimanê dewlemendê Kurdî( Kurmancî
û Soranî) da nêzîkbûn û hevgirtinek baþ pêkanî. Ew bingeha
dewlemend ku di çaxê desthilatdariya Merwaniyan de çêbibû, di çaxê
berfirehbûna medya Kurdî de gehiþt qonaxek nû. Bi dîtina min li hemberî wê
helwesta dujiminên doza Kurdistanê ku ji ber cudabûna zaravên zimanê Kurdî,
bi hêsanî di navbera refên gel de dubendî durist dikirin, Þaneþîn
û hinek bernamên din yên çandî-siyasî bûn sedem ku Kurd ji aliyê a´tifî
ve zêdetir xwe nêzî hev bibînin û hev nasbikin. Lê dûr ji hemû heza ku
min ji bo kesayetiya Barzan
û bernama wî heye, Þaneþîn bû sedem ku nasnameya perçe-perçebûyîya hunera
Kurdan(mîna perçe-perçebûna axa welatê wan) careke din vejiyaneke nû bixwe
re bibîne.
Elbete
ev jî vedigere ser bîr û ramanên cenabê Barzan
Þasiwar. Ev jî nîþana vê rastiyêye ku di dil û mejiyê wî de evîneke
Kurdistanî heye. Mixabin piþtî evqas reþerojîyên ku neyarên hebûna me,
bi ser serê me de anîne, hê jî hinek kes di nava me de tên dîtin ku êxsîrên
bîr û ramanên berteskên herêmçiyatî perdê berê çavên wan girtine û
ew kor kirine. Mixabin fenatîsma zaraveperestî û herêmperestiyê hî jî di
karê hinek kesan de tê dîtin. Bi dîtina min ferqa di navbera kesên herêmçî
û dagirkerên Kurdistanê de ew ku kesên wiha derecekê ji dagirkerên
Kurdistanê xayîntir û bêbexttirin.
Ez
bi semîmyet dibêjim: wan salên ku îftixara hevkariyê bi Barzan re ji bo min jî
çêbû, min ji xeynî bîr û ramanên Kurdayetî û Kurdistanî xaleke nigatîv
di karê wî de nedît. Ya rast jî di cîhana îro de ku bi navê „Gundê Biçûk“
jî tê binav kirin, ramanên wiha berteng nîþana bêxeberiya ji pêþdeçûnên
dimokrasîyê ne. Barzan
bi rêya Þaneþîn qe nebe di çarçova e´rdnigariya Kurdistanê de
xizmezeke berçav ji bo nêzîkbûna hissên Kurdan yên netewî kirine.
Xaleke
din ku nasnameya Kurdistanîbûna Þaneþînê
bi me dide selmandin, nasandina jiyan, huner û bîranîna wan hunermendaye ku
êdî bi fîzîkî ne di nava me de ne. Hunermendên ku bi xwîna dilê xwe muzîk
û hunera Kurdî ji mirinê rizgar kirin. Beriya destpêka karê Med TV û Þaneþînê kar û xebata
wan eymetên millî û Kurdistanî ji ber zulim û zora dagîrkerên Kurdistanê
di nava hemû Kurdên welatê me de, nehatiye nasandin. Bîranîna wan navên
nemir û qedirgirtina kar û hunera hunermendên ku hê saxin, taybetmendiyeke
ku nirx û bihayê bernama Þaneþîn dike tiþtekî dîrokî. Evdalê Zeynikê, Seyîd Elî Esxerê Kurdistanî, Kawîs Axa, Meryem
Xan, Hesen Cizîrî, Mihemed Mamlê, Elî Merdan, Hesen Zîrek, Eyþe Þan, Þakiro,
Reso, M. Arifê Cizîrî, Nesrîn Þêrwan, Tahir Tofîq, Resûl Gerdî, malbata
Kamkaran û hwd ji wan navên nemirin ku bi rêya Þaneþîn
bêtir bi hemû gelê Kurdistanê hatin naskirin.
Qedirgirtina
wan kesên mîna mamosta Aram Dîkran,
Nasir Rezzazî, Xalid Dilêr û gelek kesên din jî bû sedem ku gel bêtir
ji berê qîmeta nirxên xwe yên netewî û çandî bizane. Mirov dikare bêje Þaneþîn
bû sedem ku di nava me de kultur û hurmeta ji bo nirxên netewî hinek biçe
jor û zêdetir bibe. Gelo ma mirov dikare ji bo xizmetek wiha mezin bihayekê
bide xuyakirin?
Ji
aliyê din bi rêya vê bernama rengîn bû ku me her carê taybetmendiyên çandî
û dîrokî yên herêmeke Kurdistanê ji Dêrsimê
bigire heya Qamîþlo, Amed, Wan, Colemêrg,
Urmiye, Hewlêr, Sine û... nas kirin. Ev kar bi serê xwe xizmetek bû ku
temaþavan neçar dikirin ku bi evînek bêdawî welatê xwe yê bindest bêtir
nas bikin.
Bîr
û boçûnên Barzan
yên siyasî û Kurdistanî di „TVya
Hindik lê Rindik“ de bêtir ji mere dihatin kifþê. Di naveroka laqirdîyên(henekên)
van komêdiyên kurt û tejî pêkenîn de me gelek rexneyên civakî û siyasî
didîtin. Rexneyên ku fêmkirina wan bi zimanekî sade bû û Barzan Þasiwar têbînîyên
xwe yên kûr bi me didan fakirin.
Barzan
ji berê da evîndarê þano û þanogeriyê ye. Heza ji bo hunerê ji bavê wî
nemir (Elî Nazdar) ku dengbêjekî navdarê herêma Urmiyê bû, mîna mîrasekê
jêre maye. Barzan
hê zarok bû ku dengê wî bibû xeml û rewþa dewat û þahîyên
herêma Mirgewer. Bi rêya vê hunerê ew bi zimanê xwe yê þirîn ji zarokên
Kurd re bû mamostayê nava malan. Him zimanê þirînê Kurdî bi wan da hînkirin
û hezkirin, him jî bi dengê xwe stran û gotinên Kurda yên bav û kalan bi
nava rehên mejiyê wan de berdan.
Pîvana
qenciya karekî wiha nayê pîvandin. Çimkî zarok hebûn û paþeroja her
netewekê ne.
Di
nasandina gelek dengên nû de Barzan xwedî kedek mezine. Gelek keç û xurt bi rêya Barzan
û Þaneþînê hatin nava
qada hunera Kurdî. Ew îro ji xwe re bi nav û deng bûne. Di vî warî de ew
tev deyndarên bernama Þaneþîn û kekê Barzanin.
Di
Medya TV de min di dan û standinên Barzan Þasiwar, Gulistan
Perwer û Þemdîn dengbêj de kultura bi hevre karkirinê bêtir ji
gelek kesên din dît û hisskir. ( ku Ewropî bi qasî 6 mehan dewra wê dibîn
û piþtre dikevin nava karê kolektîv ). Ev jî sifeteke insanîye ku ji
herkesî nayê.
Li
kêleka van xalên pozîtîv, gotina hinek rexneyên ku di van dawiyan de tên dîtin,
pêwîste bên beyankirin:
Demeke
mirov hiss dike ku ew evîna Barzan ya berê ku bi sed rengan bernameya xwe dixemiland, hinekî
kêm bûye. Elbete îmkanên sazîyê û berpirsyartiya para çand û kulturê jî
di vê kêmasiya Barzan de hevparin(þirîkin). Hinek caran mêvandariya hinek
hunermendan dubare û çendbare dibe. Karekî wiha temaþavanên bernamê kêm
dike. Karekî dîrokî ku Barzan bi zehmetek mezin pêktîne, gereke ji aliyê Medya TV ve
îmkanên zêde jêre bên terxan kirin.
TVya
„Hindik lê Rindik“ demeke nayê
weþandin. Çima? Pêwîste Barzan vê valahiya di bernamê de careke din bi babetên xweþ
tejî bike.
Sed
heyf û mixabin heya niha di nava rojnamegerî û medya Kurdî de bi qasî ku pêwîst
be qedrê hunermendên mîna kekê Barzan
nehatiye zanîn û girtin. Sedem jî ewe ku karê wî nehatiye nirxandin an jî
helsengandina bernamê bi berfirehî nehatiye kirin. Lê ez baþ dizanim û
goman jî têde nîne ku kar û xebata Barzan Þasiwar yê di dîroka çand û hunera Kurdî de bê nivîsandin
û tomarkirin.
Serketina
Barzan
di kar û gehiþtina bi xweziyên paþerojê bi awayekî daxwazên minin jî. Çimkî
ez evîna xwe ya Kurdistanî di çalakîyên Barzanê
hunerdost de bêtr dibînim.
Temenekî
dirêj û tejî þanazî ji tere kekê Barzan
û ji Þaneþînê re hê bedewî
û rengîniyek zêdetir dawa dikim.