14mîn salroja shehîdkirina nemir Dr. Qasimlo

Jiyana Qasimlo

Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 22’ê Dêsambira sala 1930’an di nava malbatek dewlemend û navdar de li bajarê Urmiyê hat dinê. Wî xwîndina xwe ya destpêk û navincî li bajarê Urmiyê bi dawî anî û piþtre ji bo berdewamkirina xwendina xwe çû bajarê Tehranê. Ebdulrehman Qasimlo ji temenê zarokatiyê bi wan hûrbînîyên xwe yên kûr, zû pêhesiya ku gelê wî di rewþeke kambax û dijwar de jiyana xwe didomîne. Herçend Ebdulrehmanê nûgihiþtî ji malbatek dewlemend û bavê wî Mihemed Axayê Wisuq yek ji dewlemend û feodalên herî mezin di herêma Urmîyê de bû, lê wî jiyana xwe qet ji derd û xemên jiyana xelkê reþ û rût cuda nedidît. Ew ji wan jî dûr neket û ji bona standina mafê wan heta canê xwe bexþî. Li ser wê helwesta Kurdheziyê wî çalakîyên xwe yên siyasî ji sala 1945’an dema ku hê di temenê 15 saliya xwe de bû bi pêkanîna (Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistan - YCD.K)ê di bajarê Urmiyê de dan dest pêkirin. Piþtî ku Komara canemerga Kurdistan (Mihabad 1946) bi hevkariya hêzên biyanî û xiyaneta Yekitiya Sovyeta(Sovyetistana berê) têkçû, Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa da destpêkirin. Piþtre ew bû endamê fêrmiyê Hizbî Demokratî Kurdistan. Bi vî rengî wî arman û riya xwe ya dûr û dirêj hilbijart. Di kar û xebata siyasî de dayika Kurd Mîna Qazî jî gelek hevkariya wan dikir û bi hemû îmkanên xwe yên maddî û mei’newî hevkariya HDK û ciwanên Kurd dikir.(1)

Ebdulrehman Qasimlo di temenê 18 saliya xwe de ji bo xwîndina bilind çû welatê Firansê. Piþtî demekê ji wir çû Çikuslowakîya û piþtî ku li zanistgeha Piragê lîsansa xwe ya di warê siyasî - civakî de stand di sala 1952’an de çaxê desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq vegeriya Îranê û di xebata dijî empiryalîzmê ya ji bo millîkirina petrola gelên Îranê li rex hêzên opozîsyonên rijîma seltenetiya M. Riza Pehlewî cih girt. Qasimlo herçend bi temenê xwe ciwan bû lê lê li wir ji bo siyasetvanên Îranî hat xuyanî kirin ku E. Qasimlo di kar û xebata siyasî de mirovekî jîr û jêhatîye. Yanî wî bi pirensîb û terzê xebat û nirxandinên xwe yên siyasî-zanistî bala herkesî kiþand ser xwe.

Emperyalîzma Amirîka wê demê Îran kiribû navenda xebata xwe ya dijî bizavên hevrik li dij emperyalîzmê û hereketên azadîxwaz di Rojhilata Navîn de. Mihemed Riza þahê Pehlewî jî bi hevkariya Amrîka û welatên rojava bûbû jandarmê herêmê û mîna xûlamekê, fermanên wan yên qirkirin û serkûtkirina hêzên azadîxwaz cî bi cî dikirin. Ev ji aliyê þahê bê îrade ve bersivek bû ji bo wan xizmetên bêgane û emperyalîzma Emrîka ku bi jinavbirina Komara demokratîka Kurdistan û têkçûna dewleta Dr. Mihemed Musediq bi hemû þêweyan hevkariya wî û vegera wî ya ser kursiya seltenetê kiribûn û berevajî xwesteka piraniya gelên Iranê, bi pîlanên çewt careke din ew vegerabdibûn ser desthilatdariyê.

Dr. E. Qasimlo Piþtî pênc salan xebata li dijî Empiryalîzmê careke din vegerî Çekuslovakîya û karî di sala 1962’an de ji zanstgeha Piragê doktoraya xwe ya di para aborî de jî bistîne.

Dr. Qasimlo heya sala 1970’an wek mamosta di zanistgeha Piragê de êkonomiya Kapîtalîstî, êkonomiya Sosyalîstî û teoriya pêþkeftina aborîyê, karê xwe yê dersbêjiyê domand.

Karekî herî girîng di jiyana Dr. Qasimlo de ew bû ku ji sala 1976’an heya 1978’an di para ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanistgeha Surbonn li Parîs, mijûlî dersgotinê bû. Wî bi nivîsandina çend babetên cur bi cur di rojname û kovarên Ewropî de derheqa jiyana civakî, dîrok û rewþa siyasiya Kurdan di wê demê de karî heya radeyekê dîrok û pirsgirêka gelê Kurd baþtir bi raya giþtiya Ewropa bide nasandin.

Dr. Qasimlo li Ewropa mîna kesayetiyek siyasî û zana derheqa pirsgirêka netewîya gelê Kurdistanê de dihat nasandin û dewletên Ewropî di vê derbarê de dîtin û nirxandinên wî mîna serokaniyekê dihesibandin.

Li 11 marsê sala 1970’an dewleta Beesîya Îraqê neçar ma ku bi Kurdên baþûrê Kurdistanê re li ser maseya gotûbêjê rûne. Dewleta navendiya Îraqê bangek ji bo otonomiya baþûrê Kurdistanê da xuyakirin. Wê demê para parastina Iranê anku (SAWAK)’ê li hemû Îranê û bi ntaybetî jî li rojhilatê Kurdistanê bîr û rayên azadîxwaziyê di mejî û singê hemû gelên Îranê de berbest û zindanî kiribûn. Dr. Qasimlo ji bo ku çalakîyên HDK baþtir ji berê organîze bike vegeriya Îraqê û li wir bi hevkariya hevalên xwe karî di demek kêm de kar û barê xwe yê rêkxistinî derbasî herêmên Rojhilatê Kurdistanê biken.

Piþtî ku di sala 1979’an Mihemed Riza þah Pehlewîyê gor bi gor ji Îranê reviya Dr. Qasimlo vegeriya Rojhilatê Kurdistanê û xebata xwe ya siyasî bi rengekî berfireh li hemû Rojhilatê Kurdistanê da destpêkirin. Piþtî serhildana hemu gelên Îranê, Kurdistan jî ket destê þoreþgerên Kurd û xelkê welat, xwe azad û serbest hiss kirin.

Berhemê herî navdar û girîngê þehîdê nemir Dr. Qasimlo ku têza doktoraya wî ye, pirtûka wî ya bi navê„ Kurdistan û Kurd “e ku bi þêweyek akademîk û zanistî lêkolînên wî di vê pirtûkê de hatine nivîsandin. Ev kitab yek ji çavkanîyên herî i’lmî û baþ e ji bo nasandina dîrok, aborî û xebata siyasîya Kurdan bi gelên cîhanê ku bi awayekî berfirehtir pirsgirêka gelê Kurdistanê nas bikin.

„ Kurdistan û Kurd „ heya niha bi çendîn zimanên zindî yên cîhanê( Inglîzî, E’rebî, Farisî û…) hatiye wergerandin.

Dr. Qasimlo bi hûrbînîyek temam hemû aliyên pirsgirêka Kurd di vî berhemê xwe yê pirbar de þirove kirine.

 

Rêberê Gel

Piþtî ku di sala 1979’an de bi têkoþîn û xebata hemû gelên Îranê dawî bi desthilatdariya 2500 saliya þahên Îranê hat, meleyekî paþvero yê bi navê (Ruhillah Xumêynî) ji paytexta Firansê(Parîs) vegeriya Iranê û bi damezrandina komara Islamî di hemû waran de bû serdestê çarenivîs û qedera hemû gelên Iranê. Wî bi navê îslamê hêdî-hêdî berevajî daxwazên gelên Iranê ku li benda reform û azadîyên siyasî-cîvakî bûn, dîktatoriya xwe ya paþvero bi darê zorê di Îranê de di Iranê da damezrandin. Wê demê piraniya xaka Rojhilatê Kurdistanê bi hêz û hevkariya her du rêkxistinên Kurdan yên serekî (Komele û HDK.I) ji bin desthilatdariya dewleta Pehlewî hatibû azadkirin. Gel piþtî bi dehan salan bi rihetî bêhna bayê azadiyê kiþandibû û qedirê azadiyê li ba wan bêtir ji berê hatibû xuyakirin. Kar û barê welatê Kurdan ketibû destê her du rêkxistinên navbirî.

Piþtî serhildana Simkoyê Þikak(1920- 1930) û pêkhatina komara kêm temena Kurdistanê(Mihabad 1946) ev sêyemîn car bû ku Kurdan xwe azad didîtin.

Mixabin ev rewþa xweþ jî zêde nedomî û rejîma paþveroya Îranê nexwast ku rastiya pirsgirêka gelê Kurd di Îranê de bipejirîne û çareseriyekê ji vê problema dîrokî re bibîne. HDK û KOMELÊ xwestin ku bi gotûbêj û hevdîtinan bi dewleta navendiya Iranê re pirsgirkê çareser biken, lê artêþ û pasdarên Komara Îslamî bi hevkarîya cehþên welatfiroþ û hinek aliyên xwefiroþ dest bi hêriþên xwe yên dijwar kirin û dîsan jî Kurdistan bû qada þerên bi xwîn û malwêranker. Pasdarên komara Xumêynî bi hemû hêza xwe nekarîn pêþmerge û hêzên gel li Rojhilatê Kurdistanê toþî þikestê biken. Rejîma desthilatdara meleyan ( Xumêynî, Refsencan, Xelxalî û…) dema zanîn ku bi þerê çekdarî nikarin li hemberî berxwedana gelê Kurdistanê þerê xwe yê gemar bidomînin, bi riyek din li dijî Kurdan dest bi kar bû û ji silahê olî, paþverotiya civakî û cudahiya mezhebê Kurd û Persan mifa wergirt. (2)

Xumêynî ku xwe wek rêberê cîhana îslamê bi raya giþtî dida nasandin di 19. Agusta (19. 08. 1979’an) de li dijî gelê Kurdistanê CÎHAD(zibare) da î’lamkirin. Dr. qasimlo pir xebitî ku bi rêya hevdîtin û danûstandinên siyasî pirsgirêka Kurdistanê bi rejîma îslamî re çereser bike, lê mentiqa karbidestên komara îslamî di wê pîvanê de nebû ku perspektîvên Dr. Qasimloy ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmnetewên Iranê bipejrînin. Ew di cîhana siyasî de du dunyayên ji hev cuda bûn. Dr. Qasimlo mirovekî demokrasîxwaz û mentiqî bû.

Piþtî cîhada Xumêynî ya ku Kurd wek kafir û dijberên þoreþ û dînê îslamê bi alîgirên xwe dan nasandin, hêriþên weke çaxê Moxolan ku li ser gelên Rojhilata Navîn hatibûn destpêkirin, li dijî Kurd û þoreþa gelê Kurdistanê jî dest pêkirin. Berxwedana þervanên Kurd karekî dîrokî bû, lê þêweyên hovane û dûr ji pirensîbên mirovanetiyê ku ji aliyê pasdar û artêþa xwînxwara Komara Îslamîya Îranê ve dihatin lidarxistin û kirin, HDK û KOMELE neçar kirin ku ji Rojhilatê Kurdistanê derkevin. Xuyaye ku di vê xwe paþvekiþandina hêzên siyasîyên Kurdan de xiyaneta caþ û hinek Kurdên xwefiroþ jî teisîreke mezin hebû. Piþtî vê valabûnê bi hezaran Kurd ji aliyê beþa parastin(êtila’at)a dewleta Îranê ve hatin tîrbaran kirin û daleqandin. Girtîgehên hemû Îranê bûbûn mala Kurdên þoreþger. Hemû Kurdistan mîna zindanek mezin di bin çekmeyên xwînmêjên komara Xumêynî de bûbû meydanek tejî xwîn ji xwîna sora keç û xortên Kurdistanê yên welatparêz.

 Þerê partîzanî yê hêzên Kurdistanî li dijî komara îslamî

Pêþtî ku komara îslamî bi hemû þêweyan þerê xwe yê li dijî Kurdan dest pêkirin, HDK û KOMELÊ þerê xwe yê çekdarî bi þêweyên partîzanî û bi berfirehî di hemû deverên Kurdistanê de berdewam kirin. Ev siyaseta þehîdê nemir Dr. E. Qasimlo bû ku bi awayê partîzanî li dijî hêzên dagirker þer biken û vê taktîka Kurdan dewleta Îran xiste nava tengavîyên mezin û pirsgirêka Kurdistanê di qada navnetewî de dengek mezin veda. Þerên partîzanî ku bi piranî li her du wilayetên Urmiyê û Sinendecê diqewmîn, xisarek canî û aborî ya pir mezin dida rejîma Xumêynî. Beþa êtila’at(êstixbarat)a Komara Îslamî ji bo vemirandina vê bizava Kurdan dest avête hemû þêwe kiryarên terorîstî. Bi taybetî di Kurdistanê de diravekî bêhisab xerckirin ku sîxorên xwe di nava Kurdan de zêde û zêdetir bikin. Kurdistan mîna kawilxane(xirabe)kê, wêran bûbû û bi hezaran gund hatibûn þewitandin û wêrankirin. Rewþa aborîya gel bi þêweyek berçav hatibû xwarê ku heta roja îro jî þûnewarên vê siyaseta çewit li ber çavanin. Birsîtî(birçîbûn), zindan, daleqandin, kuþtin û birrînên bê mehkeme, bêkarî û malwêranî di jiyana Kurdan de bûbû tiþtekî rojane.

Ji bilî wê, êstixbarata Komara Îslamiya Îranê bi rengekî nêhînî û veþartî di nava ciwanên Kurd de tiryak, heroyîn(narkotîk) û vexwarinên elkolîk ku li gor zagonên îslamê kiþandin û vexwarina wan bqedexe bû, belav dikirin!!.Mixabin niha jî ev siyaseta wan li hemû Kurdistanê didome û heya radeyekê jî ew di siyaseta xwe ya nemirovane de bi ser ketine. Ev karê wan ji bo tunekirina balê herî bi teisîrê þoreþê yanî hêza ciwanên Kurdistanê bû ku bîr û ramanên Kurdayetî û þoreþgeriyê ji mejiyê wan derxînin. Armanca wan ji navbirina mejîyê þoreþê bû. Ji bo ku ew bikarîbin îradeya berxwedana gelê Kurd biþkinên û pêþeroja hereketa millîya Kurdistanê toþî þikesteke dîrokî biken, hemû siyasetên dûr ji exlaqê civatek medenî bikar anîn. Wan bihayê heroyînê yê giran di Kurdistanê de erzantir kirin daku mejiyê ciwanên Kurd bi yekcarî felec biken. Lê bihayê tiryakê ku mîna heroyînê ne giran(ne bi qîmet)e, sal bi sal li hemberî bihayê heroyînê girantir kirin. Bi vî rengî wan bera herkesî dan kiþandina heroyînê ku li ser sîstema mejî û di nava xwîna mirovan de cîgir dibe.

Dr. Qasimlo û hereketên siyasî di Kurdistanê de zû bi vê pîlana komara îslamî hesiyabûn. Ji ber wê jî bi riya radyo û weþanên xwe yên çapemenî yê dixebitîn ku rastiyan bi gel bidin famkirin.

Rojhilatê Kurdistanê di hemû Îranê de bi nisbeta herêmên din yên Îranê xwedîyê yek ji paqijtirîn civatên Îranê bû. Lê mixabin niha bi vê siyaseta çewta Komara Islamî, rewþa civata Kurdan jî pir hatiye þêwandin û þepirzeyîyek xirab ketiye nava malbatên Kurdan.

Komara Îslamî ji bilî berdewamkirina vê siyaseta xwe ya gemar li Rojhilatê Kurdistanê, çalakîyên xwe yên terorîstî derbasî dervey sinorên Îranê jî kirin û hêþta jî li ser çalakîyên xwe yên bi vî rengî dixebite. Bi dehan kardo û alîgirên HDK û KOMELÊ li Îraq û Baþûrê Kurdistanê (bi taybetî li herêma Silêmaniyê) bi destê xulamok û terorîstên êstixbarata komara Îslamî ya Iranê hatin þehîdkirin. Lê berevajî daxwaza komara îslamî þerê partîzanî li Kurdistanê didomî û hakimiyeta dewleta navendî li Kurdistanê hê jî lawaz bû. Ji bona wê jî Refsencanî, Xaminêyî û berpirsyarê giþtiyê êstixbarata Îranê (Elî Felahyan) hatin ba hev û ketin wê fikirê ku bi navê diyalogê xwe nêzî serokê giþtiyê HDK Dr. Qasimlo biken û mejiyê hereketa Kurdên Rojhilatê Kurdistanê tune biken.

Yekemîn car li kanûna pêþî(Dêsambêr)a sala 1988’an û cara duyemîn li kanûna paþî sala 1989’an Dr.E. Qasimlo û nûnerên Komara Îslamî hatin ba hev. Ji destpêkê û di yekemîn dîtin de armanca berdevkên Komara Îslamî kuþtina serokê Kurd Dr. Qasimlo bû, lê her du carên destpêkê derfet çênebû ku ew vê armanca xwe ya çewt cî bi cî bikin. Armanca wan ew bû ku serokê hêza herî mezin li Rojhilatê Kurdistanê razî biken ku bikeve xizmeta wan û qet behsa xwestekên Kurdan yên dîrokî meken. Lê Dr. Qasimlo berevajî vê xwesteka wan bi þêweyek mentiqî û zanistî berevaniyê ji xwestekên Kurdan yên meþrû û dîrokî dike.


Þehadeta Qasimlo

Kurdan di hemû dîroka jiyana bi cîranên xwe re hertim xwestine ku bi rengekî aþtiyane û bi biratî bi hevre bijîn, lê mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine tucaran nexwestine ku bi awayekî mentiqî li daxwazên netewa Kurd binêrin û lêkolîneke kûr li ser vê pirsa girîng biken. Dr. Qasimlo yek ji wan kesan bû ku ji bo cî bi cî kirina vê daxwaza dîrokî pir xebitî û bi hesreta gehiþtina vê xwesteka mirovane heta canê xwe jî fîda kir.

Wek hat diyar kirin cara yekê li kanûna pêþî ya sala 1988’an rûniþtina bi nûnerên komara Îslamiya Îranê û sekerterê giþtiyê Hizbî Demokratî Kurdistan nemir Dr. Qasimlo dest pêkir. Di vê rûniþtinê de terorîstên komara paþveroya Îslamî nekarîn armanca xwe ya gemer pêkbînin.

Cara duyemîn li kanûna paþî ya sala 1989’an dîsan peywendî hatin çêkirin, lê di vê peywendîya bi nav siyasî de jî, dîsan mirovkujên komara Îslamîya Îranê nekarîn armanca xwe ya hovane cî bi cî biken.

Roja 12 û 13’ê Mai sala 1989’an (12 û 13. 06. 1989) bo sêyemîn car dema ku berdevkên Komara Îslamî Hacî Mistefa Lacwerdî (serokê êstixbarata Îranê di hemû herêmên Rojhilatê Kurdistanê de), Ceefer Sehrarûdî (cîgirê beþa istixbarata hêzên pasdarên Îranê di Rojhilatê Kurdistanê de) û zilamek din bi navê Emîr Mensûr Borzorgyan ji bo gotûbêjê li Vîyena paytexta Avustirya hatibûn dîtina Dr. Qasimlo, ji niþkave zimanê silahên wan xwînrijan peyvî û bi du guleyên ku ji demanceya yek ji nûnerên dewleta Îranê derket Dr. Qasilo hat þehîd kirin. Piþtre her du hevalên wî Dr. Fazil Resûl(3) û Ebdullah Qadirî Azer nûnerê HDK.I li Ewropa jî hatin þehîd kirin.

Di vê bûyerê de herçend Ceefer Sehrarûdî jî birîndar bûbû û tiþtekî eþkera bû ku destê wî û hevkarê wî Hacî Mistefa Lacwerdî di vê cinayeta hovane de heye, lê mixabin bi bêy ku îdareya asayiþ û polîsên Avusturya di piratîkê de ji bo girtina wan karekî biken, Ceefer Sehrarûdî piþtî tedawîyê (di nexweþxaneyeke paytextê Avusturyayê de) çû balyozxaneya Îranê û di roja 22. 07. 1989’an de bi bê asteng ji vî welatî derket û çû Tehranê ku ji Refsencanî û Xaminêyî re bibêje:„ Me fermana we baþ cî bi cî kir û hertiþt li gor daxwaza me birêve çû...“

Çend rojan Emîr Mensûr Bozorgiyan jî ji aliyê polîsê Avusturyayê ve hat girtin û hukimê girtina wî jî bi fêrmî hat dayîn, lê dewleta Avusturyayê hukimê girtina wî jî hilanî û ew jî ber bi Tehranê hat bi rêxistin.

Belê bi vî rengî serok û nûnerekî din yê þoreþa Kurdistanê di welatekî Ewropa de ku her roj zêdetir ji xwarina rojane navê mirovperwerî û demokrasiyê tînin ser ziman û li ser zagûnên wê diaxivin, bû fîdayê protokolên aborî. Xêzana Dr. E. Qasimlo û Hizbî Demokratî Kurdistan li dijî vê cinayetê þikayetnameya xwe teslîmî dewleta Avusturiya kirin û heya niha mehkeme bêsûd hê jî didome.

 

Kasêta Gotûbêjê li Ba polîsê Avusturya ye...

Bêguman Dr. E Qasimlo piþtî bi dawî bûna her gotûbêjekê di derbarê netîceyên gotûbêjên xwe û berpirsyarên Îranî de bi komîteya navendiya partiya xwe dikete nava þiwirkirinê. Ji bona wê jî berevajî xwesteka berdevkên Komara Îslamî wî bi þêweyek nihînî diyaloga di navbera xwe û terorîstan de bi teyipê tomar dikir. Ev dûrbînîya Dr. Qasimlo bû sebeb ku di arþîva e’daleta cîhanê de dokomentek dîrokî cîh bigire û rûyê rastînê dewleta paþverû û xwînrija Îranê bi vê belgê hê jî reþtir bibe !!...

Piþtî vê rûdavê polîsên Avusturyayê ku bêguman haya wan ji her tiþtî hebûye, çend kasêtên teybê di odeya gotûbêjê de peydakirin ku gotûbêja her du aliyên Kurd û Îranî heya kêliya dawiyê li ser wan hatibû tomar kirin.

Piþtî derbas bûna demekê polîsê Avusturyayê ew kasêt teslîmî sekerterê giþtiyê HDK birêz Ebdullah Hesenzade kirin û bi vî rengî çawa çêbûna bûyerê ji ruyê vê kasetê bi pênûsê rojnamevan û dîrokzanê navdar Kirîs Koçêra di rojnameya ( Le Mond ) de hat weþandin û gelên cîhanê bi baþî fam kirin ku Dr. Qasimlo û hevalên wî bi destê nûnerên komara Îslamî û bi navê diyaloga lihevhatinê hatine þehîd kirin.

Di vê gotûbêja dawiyê de perspektîv, pêþniyar û dûrbîniyên Dr. Ebdulrehman Qasimlo li ser pirsgirêka gelê Kurdistanê û xwestekên wî wek serokê H.D.K ji dewleta navendî ya Îranê re hûrbînî, mentiq û haydariya wî ya berfireh ji rewþa polîtîk, sosyal û aboriya cîhana îro dide xûyakirin. Berdevkên komara paþveroya Îslamîya Îranê jî bi rengekî oportonîstî û wek nûnerên PanÎranîstan bi nûnerên Kurd re diaxivin û tevlîhevî dikeve nava zanyarî û perspektîvên wan yên vê demê ku dixwazin bi serdema hezretê Elî re bidin berhev(qiyas)kirin. Dema ew dibînin ku aliyê Kurd bi wan perspektîvên xwe yên zanistî hemû rêyên revê li ber wan digire ,dibe ku xurura(gurur) wan ya sedsala 17’an ji ber têbînî û pêþniyarên zanistî yên Dr. Qasimlo birîndar bibin û ji rûyê neçariyê zimanê çekan bikar anîbin!!

Piþtî ku di sala 1988’an de Xumêynî camê jehirê vexwar û Komara Îslamî biryarên UN’ê (biryara hejmar 598) ji bo sekinandina þer pejirandin, þerê di navbera Îran û Îraqê de sekinî. Di wan salan de H.D.K bi þerê partîzanî hêjî li dijî Îranê xebata xwe didomand.

Piþtî bi dawî bûna þerê her du dewletan, bi destûra karbidestên komara îslamî dirûþmek li ser der û dîwaran hat nivîsandin: Niha nubeta derxistina dijberên þoreþê ye. (4)

Û bi giþtî medya dewletê ji radyo bigre heya hemû kanalên TV’yan jî ket xizmeta propaxande kirinê li dijî bizavên azadîxwaz di Kurdistanê de ku bûbû dergûþa hemû azadîxwazan Kurd û gelên din yên Îranî.

Di 04. 06. 1989’an de Xumêynî mir û artêþ û hêza pasdarên Komara Îslamî bi hemû hêza xwe þerekî giran li dijî Kurdan dan dest pêkirin.

Li gor nirxandinên nûnerên Îranê HDK ji ber perçebûna laderan û þerê dewletê yê dijî xwe gelek lawaz bûye û neçar maye ku bi wan re pêvajoya gotûbêjan dest pêbike. Lê aliyê Îranî dibînin ku Dr. Qasimlo li ser daxwazên xwe yên berê hê jî bi îsrartire û wek Kirîs Koçêra dibeje Dr. Qasimlo tu caran wisa bi rengekî hûr bîr û rayên xwe li ser otonomiyê nedane xuyakirin. Di pareke gotûbêjê de Dr. Qasimlo dibêje:“ Divê rêberên nû yên Komara Îslamî otonomiya Kurdistanê beyan (îlan) biken.“

Piþtî wê nûnerên Komara Îslamî destkevtinên dewra yekemîna gotûbêja xwe bi Dr. Qasimlo re gehandin berpirsyarên xwe yên li Tehranê û wan jî wiha bersiv dan:“ Tevan tune biken û wan bikujin ”

 

Gotûbêj û dawîya senaryoyê:

Di destpêka gotûbêjê de Ceefer Sehrarûdî dibêje:“ Selamû’elêykum, me biryar daye ku danûstandinên han(wiha) bi temamî nêhênî bin, ji ber ku neyar naxwazin pirsgirêkên wiha bên çareser kirin. Heta beþek ji mirovên me di nava Komara Îslamî de jî li dijî van peywendiyanin. Di nava destgeha birêveberiyê de jî em nikarîn bi eþkerahî li ser vê pirsgirêkê rawestîn an jî îþareyek ji aliyê me ve li ser bê kirin“.

Dr. Qasimlo jî bêdestpêk yekrast diçe ser þirova pirsgirêka esasî(bingehîn) û dibêje:“ Di hevdîtina herî dawiyê de em li ser du xalan axivîn: yek pejirandina eslê otonomîyê û ya duyê jî azadbûna kar û têkoþana partiya me(di Îranê de). We bersiv da ku rêberên rejîmê otonomîyê napejirînin. Xalek din ku bi dûr û dirêjî di deftera siyasîya partiya me de axftin li ser hatiye kirin, eve ku: Aya silahên pêþmergeyan bên teslîm kirin an ne? Deftera siyasî di vê baweriyê de ye ku divê silah neyên teslîm kirin. Ew vê rastiyê dipejirînin ku deh sal piþtî þerkirin û evqas qûrbanîyan, otonomî bûye remiza daxwazên me. Hûn dibêjin peyvek din bi kar bînin? Lê dema hûn cewherê otonomîyê dipejirînin, êdî çima ji peyvan ditirsin? Nifþê min nifþê demokrasî û otonomîyê ye. Çaresernekirina pirsigirêka Kurdan dibe ku wan(5) ji navendê dûr bêxe û ber bi daxwaza cudaxwaziyê pal bide.“

Piþtî vê axaftina Dr. Qasimlo nûnerê Îranê Ceefer Sehrarûdî jî wiha bersiva wî dide:“ Eviya cara yekê ye ku em di derbarê îdeolojiya îslamî ya li ser pirsigirêka netewan diaxivîn. Em ji bo çareserkirina pirsigirêkan guhê xwe nadeyne axiftina tu aliyan, ne Rojhilat û ne jî Rojava û heta em amadene di riya armancên xwe de canê xwe jî fîda bikeyin“.

Dr. Qasimlo jî dibêje:“ Ez ew pirsgirêkên ku hûn li ser diaxivin û dibêjin li ser riya îlankirina otonomîyê ne(6), napejirînim. Xaminêyî û Refsencanî niha nimêja înê li Tehranê birêve diben û ew dikarin di nimêja înê de li ser pirsigirêka otonomîya Kurdistanê biaxivin“.

Piþtî vê axiftinê nemir Dr. Qasimlo otonomiyê bi vî rengî ji wan re þirove dike û dinirxîne:

“ Baweriya me bi çar xalên bingehîn heye:

Ya yekê otonomî tê wateya necivandina desthilatdariyê di nav dewleta navendî de.

Xala du-duyê û ya ji me re pir girîng zimanê Kurdî ye. Zimanê Kurdî divê zimanê fêrmîyê herêmên bi rûniþtvanên xwe Kurd(Kurdniþîn) be.

Xala sêyemîn xuyakirina sinorê herêma otonomîyê ye. Ji bo vê armancê divê diyardeyên erdnigarî, aborî û bi taybet xwesteka rûniþtvanên herêmên Kurdniþîn li ber çav bê girtin.

Xala çaremîn ku ji Kurdan re diyardeyek bingehîne: Pêkanîna asayiþ(rihetî)ya herêmên Kurdniþîne ku divê bi destê Kurdan bixwe bê pêkanîn û îdarekirin. Em zêdetir ji vana, tiþtekî naxwazîn û em ji bo pêkanîna van mercên han mirovên realîstîn. Bo nimune, ji bo diyarkirina sinoran bêguman nakokî yê çêbibin, lê ger hûn babetên bingehîn(eslî) biselmînin(bipejirînin), em li ser babetên biçûk þer nakeyin. Nabe ku peyva otonomÎyê bê guherandin. Ji ber ku vê peyvê ji bo netewa Kurd wate û aliyê xwe yê atfî û dîrokî heye. Evya mînak e. Ez di wê baweriyê de me ku hûn naveroka wê dipejirînin, lê naxwazin vê peyvê bikar bînin. Ger kesek tekstên ayînî bixwîne, nikare bi bê bismîllah elrehmanûelrehîm dest pêbike. Di vê derbarê de jî hema wihaye. Hûn naveroka otonomiyê diselmînin, lê bismillaha wê napejirînin”.

Li vir nûnerên Komara Îslamî jî dibêjin:“ Beriya ku em gotûbêja xwe bidomînin(ku hêvîyek mezin afirandibû), divê peywendiyê bi Tehranê re deynîn.“

Rojek piþtre 13’ê Juîyê, Ceefer Sehrarûdî dîsa bi hevkarên xwe ve tê cem Dr. Qasimlo û dibeje:“ Me bi - Biraderan - re peywendî çêkiriyr “ û wiha axftinên xwe didomîne: „ We duh got bila karbidestên Komara Îslamî di nimêja înê de li ser pirsa otonomîyê biaxivin û îþarê pê biken.... Babetên wisa hene ku berpirs û birêveberên(nimêja) înê dikarin li ser biaxivin, lê tiþtên wisa jî hene ku li ser wan di navbera me de dubendî(nakokî) hene.“

Piþtre Ceefer Sehrarûdî xwe ji naveroka vî behsî û gengeþê dûr dixe û viya ron dike ku rejîma Komara Îslamî çawa û bi çi þêweyekê karên xwe cîbicî dike an jî wan davêje piþt guhê xwe(yanî ji bîr dike) û dibêje:“ Xuyaye ku pirsgirêkên din jî hene. Di van deh salên derbasbûyî de qala rola bazarê tê kirin... Hejmarek di vê baweriyê de ne ku nabe aboriya Îranê bêxe dest û feqîr(hejar) mîna rûniþtvanên hejmara duyan bên dîtin. Çaxê Îmam(Xumêynî) saxbû da xuyakirin ku îslam ne alîgirê kapîtalîsmê ye û ne jî alîgirê aboriya dewletî ye, belkî diyardeyek pêwîst e ku divê di nava van her duyan de be. Riya sêyem jî heye ku zagûna wê bixwe jî heye: Yasa sê caran bo parlimanê hat pêþkêþ kirin, lê netîce... Heya di dawiyê de neçar man ji Civata diyarkirina berjewendîyan(meslehetê) re biþînin. Niha em vegerîn ser behsa otonomîyê... Di vê derbarê de jî mîna pirsa aborî dû nêrîn hene: Yek ji wan dibêje di çaxê Hezretê Elî de, hezret(Elî) di navenda desthilatdariya îslamî de hikumet dikir û herêmên din jî yên bi navê „Wilayet“ hebûn ku bi destê „Walîyan“ dihatin birêvebirin û desthilatdariyek pan û berfirehtir ji vê otonomîya îro di destê wan de hebû. Aliyê din dibêjin nexêr, ev diyarde vedigere çaxê Hezretê Elî û îro dinya bi þêweyek din e (Yanî dinya hatiye guherandin). Neyaran derdora me pêçandine. Endamên peymana Nato û rejîmên kevneperest nahêlin otonomî di çarçove û sinorê xwe de bimîne. Yê bixebitin ku bi berfirehkirinê (yanî berfireh kirina sinorên otonomîyê), ew ji navendê(dewleta navendî) cuda bikeneve. Otonomî ne tiþtekî wihaye ku bi yek an du caran îþarepêkirinê di nimêja înê de bê çareserkirin. Pirsa du-duyan jî eve ku HDK dixwaze di vê rewþa îro de xwe biparêze û bi Komara Îslamî re jî gotûbêjan pêkbîne, lê ez di vê hindê de bêgumanim ku ev pêþniyar qet nayê pejirandin“.

Piþtre Ceefer Sehrarûdî di berdewam kirina axftinên xwe de careke din xwe di derbarê çawaniya terzê birêvebirina karûbarê rejîma Komara Îslamî de dixafilîne û ji Dr. Qasimlo û hevalên wî re wiha dibêje:“ nimuneyek din ji were tînim: Ew biryarên ku hûn niha di meydana siyaseta derve de dibînin, piþtî çendha(çendîn) sal gotûbêjan hatine wergirtin. Biryara ji bo birrandin(qetandin)a peywendîyan bi Emrîka re û damezrandina peywendîyan bi Yekitîya Sovyet re bi þevek û ji aliyê yek-du kesan ve nehatiye wergirtin. Pir behs li ser hatiye kirin ku piþtî sê sal, deh sal, yazde sal û bi berçavgirtina rewþa Sovyetistanê gehiþtine vê netîceyê ku li ser hinek tiþtan bi wan re li hev bên. Çima? Ji ber ku me pirsgirêka Efxanistan, Pakistan û Kendavê heye û xuyaye ji ber ku bi Rojava re jî pirsgirên me hene. Ji bona wê jî divê li ser otonomîyê jî bi salan behs bê kirin. Ez di wê baweriyê de me ku merc û rewþa niha wê otonomîyê ku tu li ser diaxivî, napejirîne...“.

Piþtî van gotinên Ceefer Sehrarûdî, Hacî Mistefa tê nava behsê û dibêje:“ BismillahîElrehmanûElrehîm, partîyên Komunîst li ser (pirsgirêka) netewan piþta xwe bi dîtinên Stalîn ve girêdan e. E’reb dibêjin, bi dîtina me partîyên Sosyal-Demokrat xwedî bîr û rayên xwe ne, di derbara me de hêzên îslamî û Komara Îslamî ya Îranê heya niha pirsgirêka netewan helnesengandiye(nenirxandiye). Ger bibe û Komara Îslamî di vê derbarê de bîrûrayên xwe cuda bîne ziman, serkeftinek pir baþ bi dest dikeve. Di îslamê de xuyaye ku rêya pêxember û cîgirên wî heye. Hîvîdarim ku Komara Îslamî van diyardeyan bêxe ber çav û di nav de ya ku sunnet(riya pêxember) dide destnîþan kirin û ew tiþtê ku hûn dixwazin bi sinorek navincî bê bi dest xistin...“

Di bersivê de Dr. Qasimlo dibêje:“ Hûn dibêjin pirsgirêka eslîya niha neçareserkirina otonomîyê ye, lê(belkî) xuyakirina þêweya peywendiya di navbera Hizba Demokrat û Komara Îslamî de ye. Em hatine û ji we daxwaza çareserkirina pirsgirêka otonomîyê dikîn, mafê çarenivîs(qeder)ê dikare bi þêweya serxwebûn, federalîsim û otonomîyê bê cî bi cî kirin. Pirsgirêka me eve ku em bizanîbin aya birastî Komara Îslamî dixwaze pirsgirêka netewan di Îranê de çareser bike an ne? Eger dixwaze, bi çi þêweyî? bi þêweya serbixwebûn, federalîsim an jî otonomî? Me Kurdan daxwaza herî kêm ji we kiriye, lê em federalyetê jî dipejirînîn. Xuyaye bi dîtina min ji ber ku îslamê di wî çaxî de þêwe federalîsmek pejirandibû, baþtire ku þêweya fedralî li ber çav bigrîn û wek mînak Yekîtiya Komarên Fedralî yên Îranê pêkbînîn. Niha ger hûn ji van qet yekê jî napejirînin, êdî eþkeraye ku naxwazin pirsgirêka neteweyan çareser biken... Dibe ku sibe beþeke din ya Îranê otonomîyê bixwaze, hûn divê zîrek û netirs bin û pirsgirêka nava Îranê bi duristî û gor zagon(qanûn)ê  û mîna hev ji bo tevan, ji bo E’reban, Belûçan, Tirkmenan û Kurdan çareser biken. Ger îro hûn nekarin vê pirsgirêkê çareser biken, yê di pêþerojê de(pirsgirêk) mezin bibe“.

Piþtî behsekî kurt, biryar tê standin ku gotûbêjker roja din dîsan bên cem hev. Lê beriya rabûnê û ji hev veqetînê Fazil Resûl dibêje:“ An hûn yê lihev bên an jî dixwazin bi bê þer hevdîtinên xwe bidomînin an jî hema bi þer hûn yê gotûbêja xwe bidomînin, lê ya herî baþ ewe ku hema niha li ser tiþtekî pêkbên, derfetek baþe. Dibe ku sê salên din rewþ bê guherandin û parsengîya (giranî) hêzan bi awayekî din be (bê guherandin)...“

Û sed mixabin hê axftina Fazil Resûl bi dawî nebûye ku dengê guleyên silahên nûner an jî ya herî baþ ewe ku bêjîn terorîstên Îranî tê bihîstin.

Ev dengê herî dawî yê ji bo bersiva aþtîxwazane ya nûnerên Kurd bû ku mentiqa dagîrkerên Kurdistanê dide xuyandin. Dengê teqandina guleyên silahên nûnerên Komara Îslamîya Îranê jî li ser teyîpê hatiye tomar kirin. Piþtre bêdengîyek tam, êdî hertiþt bi dawî hatiye....

Çaxê ku cîran ji ber birîndar bûyîna Ceefer Sehrarûdî polîs agehdar dikin, ew laþê sê Kurdan dibînin ku di nava xwîna xwe de gevizîne û can dane...

Belê, hûrbînî û zimanê rewanê þehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo di þirovekirina pirsgirêka hemû kêmnetewên ku di Îranê de dijîn, nûnerên dewleta paþverûya Îranê neçar dike ku bi zimanê silahê bersiva xwestekên nûnerên Kurdan bidin. Lê gelo aya cîhana îro ji van her du rêyan kîjanê dipejirîne:

Aþtî an jî þer? Yê di pêþerojê de doza kê ji aliyê hemû azadîxwazên cîhanê ve bê pejirandin: Doza aþtîxwazîyê an jî xwînrijandin û paþverûtiyê?....

Dr. Qasimlo li ser rewþa Kurdistan û cîhana îro mirovekî agehdar bû, lê birastî Ceefer Sehrarûdî û hevkarên wî ji hemû aliyan ve ne di wê mistewayê de bûn ku mirovekî mîna Dr. Qasimlo û nûnerekî doza Kurdan bi wan re bikeve nava têkelî û hevdîtinan.

Dr. Qasimlo jî weke hemû rêberên din yên mîna Simkoyê Þikak, Pêþewa Qazî Mihemed, Seyîd Riza Dêrsimî, Þêx Seîdê Pîran û hwd...di riya aþtî, azadî û doza netewa xwe de canê xwe yê pak bexþî.

Ji dest çûyîna wî ji bo doz û pirsgirêka gelê Kurdistanê xisarek mezin bû, lê neyarên doza Kurdayetiyê divê baþ bizanîbin ku bîr û ramanên rêberên Kurdan di mejî û xwîna netewa wan di cîh girtine.

Rêya þehîd û serokên Kurdistanî hertim yê bê domandin.

 

Taybetmendî

Hebestvan û fîlsofê mezinê Kurd Hacî Qadirê Koyî dibêje:

“ Merg û jîn misilî sêber û taw e

Ewey baqî bimînê he naw e “

Dr. Qasimlo di temenê pirbarê xwe de xwedî bîr û dîtinên taybetî di hemû warên jiyana mirovan de bû. Em li jêr çend dîtinên wî radixin ber çavan:

Mirovheziya Dr. Qasimlo

Ji bo þehîd Dr. Qasimlo ku mirovekî duniya dîtî bû mirov û nirxên mirovatiyê ji hemû tiþtekî bilindtir û bi nirxtirbûn. Di nava xebat û têkoþana xwe ya li dijî rijîma paþveroya komara îslamî da ewî nedixwest ku ji bo serkeftineke biçûka çekdarî ti carî pêþmergên parta Demokrata Kurdistana Iranê qûrbanî bike. Ji bona wê jî wî di hevdîtinên xwe yên bi pêþmergeyan re gelek caran ji wan re wiha digot:” Ger hûn bizanîbin ku di þerekî de yê 100 kes ji hêzên dujmin bên kuþtin lê êhtimala þehîdbûna yek kesî ji hêzên we heye, ti carî vî þerî neken.”. Ji bilî wê Dr. Qasimlo di þer de çi serkevtin bi dest bixistana û çi þikest bixwariba, li dijî þikence û kuþtina êxsîr û dîlên þer bû. Gelek caran hinek pêþmergeyan di dema þer de êxsîrên þer dikuþtin, ger Dr. Qasimlo bi vî karê wan bihesiwaba, ew pêþmerge dihat zindanî kirin an jî ji nava partiyê dihat derxistin. Yanî endametiya partiyê jê dihat standin. Ew ji ber mirovheziya xwe li dijî îþkence û reþekujiyê bû. Ji bona wê jî nedixwest ji bo bi destxistina armancên xwe gel bê fîda kirin. Meþa wî ya siyasî tenê li ser riya paqija mirov û mirovperwerîyê bû. Ew hertim li dijî karên terorîstî, dîktatorî û refandina firoke û mirovên sivîl bû, herçend wî baþ dizanî karên bi vî awayî dikarin dengek mezin di nava weþan û û medya cîhanî de ji bo doza netewa Kurd çêbiken. Dr. Qasimlo di hevpeyvînek rojnamevanî de dibêje:” Kurd ji ber ku karê terorê nakin, mirovên sivîl nagirin û firokan narevînin nakevin nava medya cîhanî û behs li ser doza Kurd nayê kirin”.

Nêrîna Dr. Qasimlo ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd

Di hemû jiyana siyasîya Dr. Qasimlo de aþtîxwazî bingeha here serekîya ramanên Dr. Qasimlo bû. Wî di pirtûka xwe( Kurdistan û Kurd )ê de ku di sala 1964’an hat weþandin riya çareserkirina pirsgirêka Kurd ne þerê çekdarî belkî aþtî û diyaloga di navbera her du aliyên Kurd û dagirkerên Kurdistanê de dibîne. Ew di vê pirtûka xwe de ji bo çareserkirina bingehîna hemû gelên Rojhilata Navîn ku bikarîbin di etmosfêrekî tejî rihetî û aþtîyane de bijîn konfidrasiyonae Rojhilata Navîn pêþniyar dike ku Fidrasiyona Kurdistan endamek wê konfidrasyona mezin be. Qasimlo wê pêþniyara xwe di serdemekê de dide diyarkirin ku li Ewropa jî hizira pêkhatinaYekitiya Ewropa dihat bihêz kirin û dewletên wek Italiya, Firansa, Almaniya û Ingilistanê mîna pêþrew û pêkhênerên EU dinexiþandin.

Þehîd Dr. Qasimlo di wê baweriyê de bû ku ji bo serxwebûna Kurdistanê bi kêmî azadkirina du perçên axa Kurdistanê pêwîstiyek dîrokî ye. Lewra ew pêþniyar dike ku Kurdên her perçeyek Kurdistanê pirsgirêkên xwe berê bi dewleta navendî re çareser biken û bi vî awayî di welatê xwe de hevkariya cêgirkirina sîstemên demokratîk di hemû Rojhilata Navîn biken. Li ser van bîr û ramanan Dr. Qasimlo dibêje:” Em dikarin bi du þêweyan serbestiya xwe biparêzin: ya yekê pêwîstiya me bi çek(silah) heye ku dema wê kurte û hewceyî bi qûrbanî û fîdakariyên gelek zêde heye. Ya duyê demokrasî û aþtî ku dem û temenê wan dirêj û bi domtire”.

Piþtî diwazde salan ku li ser þehîdbûna wî derbas dibin, di roja îro de em girîngiya demokrasiyê û bi taybetî jî di serdema globalîzasyonê de baþtir dibînîn.

Dr. Qasimlo mîna yekemîn serokê Kurd ji bo navnetewî kirina pirsgirêka Kurd gav avêtin. Wî hertim digot: ”Pirsgirêka Kurdan ne tenê pirsgirêka nava çend welatan e, lêbelê(belkî) pirsgirêkek navnetewî û cîhanî ye”.

Di 03. 08. 1988’an de bi nameyekê ku Dr. Qasimlo ji bo Xavyêr Pirêz Dekoyar sekerterê giþtiyê UN nivîsîye, piþtî bi dawîbûna þerê Iran û Iraqê, Qasimlo daxwaza riyekê ji bo çareserkirina pirsgirêka 40 milyon mirovên Kurd li sekerterê giþtiyê Neteweyên Yekbûyî dike û dibêje:” Heya dema ku pirsgirêka 40 milyon insanên Kurd neyê çareser kirin, Rojhilata Navîn aþtiya rastîn di nava xwe de nabîne.”

Qasimlo di wê baweriyê de bû ku Kurd li dervey welat, li Ewropa, Emrîka an jî Austiraliya divê ji bo diyarîkirina mafê çarenivîsa xwe bi hev re xebat û lebatê biken. Ew ji gelê Kurd dawa dike ku ji bo gehiþtina vê armancê nekevin bin bandora þerê di navbera partî û duberekîyên hêzên Kurd di Kurdistanê de.

 

Wekheviya civakî û pirsgirêka netewî di bîr û ramanên Dr. Qasimlo:

Nemir Dr. Qasimlo bi berçav girtina tecrube û ceribandinên têkoþana baþûrê Kurdistanê û þoreþa nemir Mela Mistefa Barzanî gehiþtibû wê encamê ku çareserkirina pirsigirêka Kurd tenê bi aliyê netewayetî nikare hemû pirsgirêkê çareser bike. Loma jî wî hizira sosyalîzmê di nava bizava Kurd de cêgir kir. Lê ev karê wî berevajî sosyalîstên Kurd yên berê bû ku tenê xwe bi Marksizm û Maoîsimê ve girêdabûn. Wî sosyalîzma berê xiste bin rexne û dijberiya xwe di gel þêweyên dîktatoriya sosyalîzma heyî(mewcud) da xuyakirin. Ewî dixwest bi wekheviya hemû mirovan re, azadiya wan jî bê tezmîn kirin. Li ser vê bingehê demokrazîsyon wek parek cudanebûyî li sosyalîzmê da xuyakirin û hizra sosyalîzma demokratî bo cara yekemîn di Rojhilata Navîn de anî rojevê. Li dijî van ramanên Dr. qasimlo di sala 1985’an de gelek ji hêzên çep û heta hinek ji hevalên wî jî ew bi rastrew, burjiwa û xayîn bi sosyalîzmê dan naskirin. Çimkî wan wa dizanîn ku sosyalîzim yanî ew tiþtên ku tenê di Sovyetistanê de tên gotin û kirin û gotinên Marks û Lênîn divê wek ayetên Quranê neguhertî bimînin. Dr. Qasimlo sosyalîzmek dixwest ku li gor rewþa dîrokî, aborî û civakiya Kurdistanê be ne sosyalîzma ku li gor wan nusxeyan be ku li Sovyetê hatibûn pêçandin. Dr. Qasimlo di pirtûka xwe ya bi navê ( Kurte basek le ser Sosyalîzimê ) pir bi kurtî þaþî û kêmasiyên þoreþa baþûrê Kurdistanê( 1963. 75 ) þirove dike û dipirse:” Erê gelo piþtî serkevtina xebata me ya netewî divê rola me di nava civakê de çi be?” Ew di bersiva vê pirsa xwe de digehe encam û pêwîstiya guherandinên civakî û hizra wekheviya civakî di sîstema sosyalîzma demokratîk de.

Piþtî ji hev hilweþwîna dîwarê Berlînê û nemana sosyalîzma heyî(mewcud), di sala 2000’ê de Entirnasyonal-Sosyalîst ku ji partiyên sosyal-demokrat û sosyalîst pêkhatiye, armanca xwe ya pêþerojê Sosyalîzma Demokratîk dide xuyakirin. Ew dibêjin divê di sedsala 21’an de sosyalîzima Demokratîk bikarîbe mirovantiyê rizgar bike û wekheviya civakî pêkbîne. Armancek ku nemir Dr. Qasimlo di sala 1985’an de wek armanca siyasî û pêþeroja PDK. Iranê daye xuyakirin.

Qasimlo di serdemek pir hessas de ku doza Kurdistanê pêwîstiyek dîrokî bi dîtin û ramanên wî hebû, ji aliyê xwînxwar û terorîstên komara îslamiya Iranê hat þehîd kirin.

Bi wê hîviyê ku rojekê hizir û ramanên Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hemû serokên Kurd yên aþtîxwaz di hemû civaka mezina mirovanetiya hemdem de cêgir bibin.


Pesna Qasimlo

Dîtina çend kesayetiyên Kurd derheqa nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo de:

Suhêyil Qazî

Kerêtêk(le katî dewletî Þahî Iranê da) berpirsyaranî þaredarî hatin malî ême bigerin, dîsa Ebdulrehmanm Qasimlo le kitêbxaney bawikim da le malî ême de bû. Kitabxaney bawikim le hesarekî taybetî da bû ke heswarî Þêxî Manî yan pê egot û her kitabxaneke le wê da bû. Êca Dr. Qasimlo zorbe(exeleb) rojane deçû we le wê da xerîkî kitêb xiwêndinewe w tiþt debû. Çon hatûçûþ zor le malî ême hebû, bûye ke nebîndirê, le wê eyxiwênd. Ewanîþ ke hatin we xeberyan bîstibû û ketibûne þikê ke Dr. Qasimlo le wê ye, dayikim çû le ser pilekanî kitêbxaneke da danîþtibû, curek nîþanî da ke meimorekan pênehesin û biçine nêw kitêbxaneke. Diwayê hatin be dayikî minyan got: “ herçî çalakî siyasî heye le malî engoye”. Dayikîþim gerawe w pêkenî w gotî:” êre maleke, çon detwanît merkezî fealîyet bêt ”. Ewîþ gerayewe w gotî:” xanim þitî wa bo delêy? etu kolfeteket û nukereket reîsî Hîzbî Dîmokratin”. Ewîþ dayikim gerayewe w gotî:” Ewca bo xum çi meqamekim heye ege kolfetim reîsî Hîzib û nukerim hîzbî bêt?”

Yanî be haletekî mesxere ciwabî dayewe. Berastî malî ême binkey xebat bû ke hîzbî demokreat le serewe destî be xebatî xoy kirdewe.

 

Selîm Baban

Mamostayê payeberz Dr. Qasimlo kesayetiyek mezin bû. Ew hewil deda ke HDK hizbek serbixwe bêt. Hizbî Tode nifozî le naw Hizib da hebû. Qasimlo dijî em hizbe bû. Eme destkewtî here mezinî Dr. Qasimloy bû.

Dr. Qasimlo hemîþe dijî þer bû, komarî îslamî þer bi ser Kurd û Hizbê de sepand. Dr. rêhelî siyasî dixwest, bûye hemîþe digot ke çareserkirdinî pirsgirêkî Kurdî nizamî niye, siyasîye.

Helûmercî nawnetewî û rewþî xirabî HDK û komîtey navendiya HDK ke ewyan existine bin fiþar ke le gel nuneranî komarî îslamî hewdîtin û muzakire bike.

Ew kesaney ke be Dr. Qasimloyewe hewiliyan eda ke le gel komarî islamî da bikewine naw witûbêj, le ber ew bû ke bawerî ew be demokrasî hebû.

Kuþtinî Dr. Qasimlo we teisîrî em kare le ser hereketî neteweyî Kurd be giþtî û Hîzbî Demokrat be taybetî þitekî nigatîv bû. HDK piþtî le dest çûnî Dr. Qasimlo bibû laþekî bêser.

Eger Dr. Qasimlo êsta sax bûya, min lew baweriye da bûm ke Kurd û HDK le rewþe û halekî dîke da ebûn, rolekî mezintirî delîst, ew kapasîtey hebû we eytiwanî bibête yêkê le serokekanî hereketî siyasî hemû Kurdistanê.

 

Elî Qazî

Dr. Qasimlo mirovekî zana, dîplomat û bênezîr bû, Ewropî han didan ku çareseriyekê ji bo mesela Kurd peyda biken, þehîdbûna wî ev kare sekinand.

Dema Ocalan hat refandin min gelek hesret dixwarin ku îro ew roj bû ku Dr. Qasimlo dikarî rolekî girîng di nava Ewropiyan de bilîze.

Insanek bû ku pir xwenda bû, êkonomî bi dawî anîbû, 8 ziman dizanin.

Qasimlo ji malbatekê bû ku babê wî di çaxê Komara Kurdistan û desthilatdariya nemir Simko li Urmiyê nuner bû, temamê endamên malbata wan welatparêz bûn, hertim xebata siyasî dikir û mirovekî bi liyaqet bû. Þehîd bûna Dr. Qasimlo û Dr. Sadiq Þerefkendî zerbeyek mezin li hereketa Kurdistana rojhilat da.

Dr. Qasimlo û ez demek zêde bi hevre bûn, em li debîristana Elburz li Tehranê bi hevre bûn. Demekê sariyek di navbera me de çêbû, ji ber ew nêzî Hizbî Tode bû, lê piþtre sala 1968’an bi peynan Werþo sariya di navbera me de carek din gerim bû. Beriya ku vegere Kurdistanê em pir li hev nêzîk bûyin.

Dr. Qasimlo piþtî koditaya 28’ê Murdad ê li malbata Pêþewa da bûn û wî di pirtûka xwe de behsa vê rastiyê kiriye.

 

Dr. Cebar Qadir

Cudahiya Dr. Qasimlo bi serkirde û rêberên din re dibe ku di vir de ku ew beriya ku bibe serokekî siyasî, bi þêweyek zanistî û akademîk li ser doza Kurdistanê lêkolîn çêkiriye. Pirtûkek pir nayab nivîsîye ku ji bo wê çaxê û heta roja îro jî bihayê xwe yê zanistî ji dest nedaye. Êca ew lêkolîna zanistî ya li ser pirsgirêka Kurd, li ser rewþa aborî-civakiya Kurd û komkirina ewqas zanyarîyan û xwîndina wan hemû serûkaniyan derheqa Kurdan de yên ku bi gelek zimanên biyanî hatine nivîsandin û Dr. Qasimlo bi wan zimanan jî zaniye, ev bixwe taybetmendiyek daye kesayetiya Dr. Qasimlo. Min bi xwe Dr. Qasimlo mîna nivîser û zilamekî zana naskiriye, bi rêya pirtûka wî beriya ku weku mirovekî siyasî binasim. Pirtûka wî ( Kurdistan û Kurd ) berê bi zimanê Çêkî û li Çêkoslavakî hate belav kirin, piþtre bi zimanên Inglîzî, Polonî, E’rebî û Kurdî hatiye wergerandin. Heta di nava rojhilatnasan de ku wê çaxê min li Sovyetistanê de dixwend, ti behsekî Kurdan tunebû bêy wê hindê ku pirtûka Dr. Qasimlo mîna serokaniyeke girîng îþare pênehatibe kirin di qiyaskirin û berawirdkirina pirsgirêka Kurdî de.

Xalek din ya ji bo kesayetiya Dr. Qasimlo ewe ku wî bi riya wê xwîndina xwe ya çi li Feransê û çi li Çêkoslavakiya û ji ber ku mamostatî kiriye çi li Pirag û çi li Parîs û bi rêya zanîna wan zimanan hinek peywendî hebûn bi kesayetiyên Ewropî re. Wî dizanî ku çawa xitaba e’qilê biyanî û Ewropîyan dike. Zanîna ziman, zanîna kultura Rojava, têgehiþtina doza Kurdî bi awayekî akademîk, ev du-sê alî bibûn sebeb ku kesayetiyek taybetî ji bo Dr. Qasimlo durist kiribûn. Kesayetiyek ku xwedî karîzma bû, kesayetiyek ku di nava siyasetmedar û akademîsyenên Rojava ve xwedî cihekî taybetî bû.

Mixabin ew welatên ku Kurdistan dagîrkirine, ew rijîmên ku li dijî netewa Kurd wê dan û standinê dikin, siyasetek çewt girtine berxwe û Kurdan diçewsînin, ew pir bi baþî bi rolê serkirdeyên Kurd dizanin, kesayetiya wan dinasin, dizanin ku bi jinavbirina serokan dikarin çiqas ziyanê bidine hereketê. Bi taybetî serokekî xwedî karîzma yê mîna Dr. Qasimlo. Elbet ev jî bi civata Kurdan ve girêdayî ye ku bi piranî nexwende ne û cuda ji bîr û rayê bibine navendeke Kurdî û Kurd li dorê kom bibin. Neyarên Kurdan ev rewþa han pir bi baþî destnîþan kirine û dizanin bi ji navbirina wî serok û serokê din dikarin zerbeyê li bizava Kurdan biden. Di wexta xwe de çend pîlan hatin girtin ji bo nemir M. Barzanî ku ji nav biben. Çimkî wan dizanîn ku dikarin ziyanek mezin li hereketê bidin. Ji bo Dr. Qasimlo û serokê PKK jî bi heman þêweyê.

Lê Dr. Qasimlo bi wan hemû zanyarîyan ya di derbarê dîrok û pirsgirêka Kurdan de, derbarê pêþîna ezmûna serdarên Kurd ku bi destê neyaran ji dest çûn, ew jî bi wê hêsanîyê kete nava davê û dawî bi jiyana wî anîn.

Helbet hilbijartina Iranê ji bo wî çaxî ku teze þerê Irean û Iraqê bi dawî hatibû û di wî þerî de herçend Iraq jî bi ser neket, lê Iranê jî ew þer dorand. Bi çi wateyekê? Bi wê wateyê ku ew diroþmên ku di çaxê þer da bilind kiribûn, di çaxê þer de ti ji wan nehatin cî. Ne rejîma Iraqê ji nav çû, ne jî þoreþa Islamî karî di hemû Rojhilat û cîhanê de bi wê wateyê ku wan dixwest belav bibe. Ev pîlana wan ku ser negirt li pey tiþtekî digerîyan ku wê þikesta wan tejî bike. Êca ji navbirina Dr. Qasimlo dibe ku yek ji wan tiþtan be ku li ser fikirîbûn. Ji ber wê di hemen salê de ku þer sekinî peywendî dest pêkirin. Ku mixabin piþtre jî gehiþtin armanca xwe.

Helbete ji destçûna serkirdeyî mîna Dr. Qasimlo xisarek mezin bû ji bo bizava rizgarîxwaziya Kurd bi giþtî û bi taybetî jî ji bo Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber ku ji dest çûyîna wî cihê wî di nava HDK de vala hiþt û ev jî ne tiþteke ku taybet be ji bo netewa Kurd. Di dîroka hemû gelan de ew kesayetîyên ku rolekî mezîn dîtine, ewên ku li pey wî tên, piþtre toþî rewþeke gelek aloz dibin. Piþtî Digul û. Çirçîl jî kesek peyda nebûye ku riya wî bidomînin. Piþtî Cemal Ebdulnasir û General Tîto jî kesek peyda nebûye ku riya wan bidomîne. Êca ev pirsgirêka hemû wan kesaye ku bîranînên gelek kesan bi wan re heye, ji dewamkerên wan re dibe pirsgirêk û ew kesayetiyên berê di ramanên xelkê de dimînin.

Ji dest dayîna Dr. Qasimlo ev valatî durist kir ku bêguman ziyanek mezin gehande bizava Kurdistanê bi giþtî û bizava Rojhilat û bi taybetîtir li HDK.Iran ku ew serokê Kurd dikarî bi ramanên siyasî rewþek pozîtîv bilîze. Bêguman nebûna wî valatiyek mezin li pey xwe hiþt.

 

Silêman Çîre

Ez bi xwe yek ji wan kesanim ku dibe gelek kes nezanin ku min bi xwe ji nemir Dr. Qasimlo pir hez dikir. Ez wî bi siysetmedarekî gelek mezinê Kurd dizanim. Êca ji ber ku Dr. Qasimlo ji berê de demekê li Çêkoslawikî xwendibû û di nava kor û komelên cîhanî de dihat naskirin û bi taybetî jî Sosyal demokratan, piraniya rêberên sosyal demokrat û endamên wê partiyê û kesayetiyên navdarên Ewropî Dr. Qasimlo nas dikirin. Ji ber wê jî Dr. Qasimlo mohrek pir-pir girîng bû ji bo nasandina HDK.Iran bi xwe jî. Bi taybetî di van salên dawiyê de ku di kongireya International de HDK wek endam werdigirin û vedixwînin nava civînên xwe, ez tevan bi kesayetî û xebata HDK girê didim.

Min bo cara yekemîn nemir Dr. Qasimlo çaxê ku hê þoreþa îslamiya Iranê sernekevtibû, teþrîf anîbû Iranê, naskir. Hevalekî min yê hêja bi navê Se’îd Hesen Haþimî ez agehdarkirim ku maþîna xwe bîne, karê me bi te heye. Ez bi bêy ku bipirsim ji bo çi karekî ye çûm cem wî. Hevalê min jî ez bi Mela Ebdulah Heyakî ku niha sekerterê giþtiyê HDK’e dam nasandin. Ew cara yekemîn bû ku min ew jî naskir. Hesenzade jî ez birim malekê û ji min re got li vira bisekine û piþtre got niha du heval yê bên wan bixwe re bibe bi bajarê Þinoyê. Rejîma Pehlewî hê têkneçûbû, lê di bajaran de serhildan û xwenîþandan hebûn. Ew du kes hatin û gotin:“ kake lêxûre bo Þinoyê.” Yek ji wan Dr. Qasimlo bû û yê din jî Seyîd Resûlî Babe Gewre bû. Heta Þinoyê ku em çûn mala nemir Nebî Qadirî( Endamekî HDK ku di van salên dawiyê de li dervey welat mir) min nezanî ku ew Dr. Qasimlo ye. Di vegerê de Dr. Qasimlo li Þino ma û min Resûlî Babe Gewre naskir. Piþtî çend rojan ku ez çûme mala Mam Xenî Bilûryan karekî min hebû û ji min re got rûne. Mame Xenî bi dengekî bilind got:” Þerîf were yê me bixwe ye.” Dr. Qasimlo ji cihê ku xwe têde veþartbû derket derve û got:” ha ev hevalê me bi xwe ye ku em bihevre çûbûyin bo Þinoyê ”. Li wir min zanî ku ew Dr. Qasimlo ye.

Dr. Qasimlo mirovekî necîb, muhterem, axftinxweþ, muedeb û bi pirensîb bû. Di derbarê siyasî de jî tenê îrada ku ez li Dr. Qasimlo digirim ew bû ku pêhesiyabû ku hereketa çekdarî di Kurdistana Rojhilat da bi wê hemû hêza komara Islamî û top û tank û hwd nikare bigehe cihekî. Ji ber ku ew bi salan bû ku li Ewropa jiyabû û di bara siyasî de mirovekî gelek tîj û zana bû. Lê mixabin þêweya muzakirekirina wî bi wê þêweya ku çêbû þaþiyek gelek mezina dîrokî bû. Ez hîvîdarim ku HDK vî karî ji xwe re bike bi tecrube ku di pêþerojê de hemû hêzê nede destê kesekî ku bikarîbe her tiþtekî bike. Belkî divê weke hizb fikir li ser bê kirin. Êca mixabin ev bû bi xisareke mezin ku bi kirêgirtîyên Komara Islamî ew pirensîpa kirêt reçaw kirin(li ber çav girtin) û Dr. Qasimlo bi wê þêweya nemerdane teror kirin. Ev xisarek wisa mezin bû ku cîranên me li Bako ku opozosyonên Iranê bûn giryan. Bi taybet ji bo min ku demekê ez bi wî re xebitîbûm, derdekî gelek giran bû.

Hele an jî þaþiya duyê ku tawana wê nakeve ser Dr. Qasimlo, lê bi serhev de dikeve ser milên HDK, þerek bû ku bi Mengoran re kirin. Di halekê de ku wan dikarîn vî þerê han neken. Ev þer bû sedem ku bo yekemîn car caþên dewletî û bi awayekî resmî peyda bibin. Ez niha jî di wê baweriyê de me ku nemir Dr. Qasimlo di nava HDK de xwedî wê teisîrê bû ku nehêle ev þerê bi Mengoran re neyê kirin û xwe ji vî þerî biparêzin.

Sedema sêyemîn jî þerê Nexedê bû ku ew jî þaþiya wê dikeve ser hêzeke kor û nediyar ku bo ti kesî eþkera nebû û dixwestin tevlîhevîyê çêbiken û mifayê ji vî karî wergirin. Komara Islamî di vê navê de ji herkesî bêtir mifa stand. Lê HDK di wir de jî diviyabû ku ewqas zîrekatîya siyasî hebûya ku ew þer nekira û xwe xelas bikira. Lê mixabin toþ bû.

Piþtî nemir Dr. Qasimlo raste ku HDK xwedî pêþîneyek dûrûdirêja dîrokî û siyasî ye û teisîreke berçav hebûye di xebata siyasî li herêma Rojhilatê Kurdistanê de, lê ji destdayîna Dr. Qasimlo hem ji bo HDK û hem jî ji bo hemû xel‏kê Kurdistanê û hem jî ji bo siyaseta Kurdan ya îro ku ger Dr. Qasimlo saxbûya min îman bi wê hindê heye ku dikarî rolekî gelek berçav siyasî bilîze ku ew hêzên ku îro di meydana xebatê de ne û pirsgirêka Kurd gehiþtiye cihekî gelek dijwar û nazik, Dr. Qasimlo dikarî ji bo aþtî û nêzîkbûna wan hêzan rolekî mezin bilîze. Wek hûn jî dizanin Dr. Qasimlo teisîrek gelek mezin li ser YNK hebû. Ger Dr. Qasimlo mabaye di wê derbarê de ku kesayetiyek Ewropî û mezin bû û bi taybetî li Ewropa û di nava Sosyal-Demokratan de ku ew baþ nas dikirin, dikarî bibe helqeya aþtîbûnê. Bi kêmatî li derve dikarî hinek zemîneyên amadebûyî pêkbîne ku ewan wiha neken ku em îro dibînin.

Hacî Ehmedî

Birastî mirovekî weke Dr. Qasimlo kêm peyda dibe, akademîsyenekî mezin bû, mirovekî bi hêz bû. Bi nêrînek ilmî li tiþtan dinêrî.

Li ser gelek tiþtan êxtilafên me hebûn, Dr. mirovekî pir demokrat bû, ev karê wî bi dilê min nebû, demokrasîyê jî kultorek jêre pêwîste, tekamul pêwîste, Dr. Qasimlo ji bo demokrasiyê hertim digot: Ji bo hînbûna demokrasiyê pirove(temrîn) lazime.

Bi daxek giran Dr. Qasimlo bû fîdayê doza gelê xwe. Neyarên me baþ zanîn nîþanê xwe bigirin. Dr Qasimlo bû fîdayê bêkesiya xwe, kadrên siyasî li dorê nebûn, pêwîst nebû bi pasdarên xiwêrî re rûne.

Dr. Qasimlo insanekî bêwêneyê serdema xwe bû, ew yê roja îro bû, teisîrek mezin ji bo aþtiya netewî dibû, nedihêþt þer di nava partiyan de çêbe. Hemû kesî rêz û hurmetek taybetî ji Dr. Qasimlo re hebû. M. Barzanî jî ji wî pir hez dikir. Wî dixwest bi Barzanî re vegere Kurdistanê lê Todê û Þîîyan nehiþt ku ew bi Barzanî re vegere.

Bi hemû þêweyan hewil dida ku yekîtiyek mezin pêk be. Dr. Qasimlo li dijî þerê birakujiyê bû.

Dr. Qasimlo di hemû behsan da hêzek mezin hebû û bi teisîr bû di karê axaftinê de. Rojnamenivîs pir bi wî re dost bûn û xwest bi riya wî ku dostê Huwêda bû Yusif Ezîzî û Xenî Bilûryan azad bike.

Pêþ wî û piþtî wî mirovên layiq hebûne û yê mirovên mîna Dr. Qasimlo pir hebin. Meydana siyasî mirovan durist dike.Pirtûka wî ( Kurdistan û Kurd ) serokaniyek mezin û dîrokî bû ji bo nasandina doza Kurdistanê. Qasimlo Mirovekî alim û zana bû. Di felsefê û edebyatê de mirovekî têgihiþtî bû, wî bi zimanên cur bi cur dizanî.