|
|
Þerma
Mirovahiyê: Cinayet û Xapandkariyên Îranê Berdewamin…
Kakþar
Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de
Di
rewþekê da ku Îran ji ber binpêkirina hemû cûre mafên mirovan û
gelek bêpirensîpiyên din ji aliyê rêxistinên homanîstî ve tê hiþyarkirin,
lê kuþtin, îdam, þikence û girtin jî li herdera Îranê berdewamin!!.
Bersiva wezareta edaleta Îranê ya herî dawiyê ji van nerazîbûnan
eve:“ Em êdî kesî li ber çavên xelkê îdam naken, îdam yê di girtîgeh
û îdareyên îtlaatê da bêne cî bi cî kirin“!!. Birastî jî pêþkevtineke
gelek mezine!!!
 |
Çend
sale rewþa siyasî li rojavayê Îranê ku bi giþtî 5 wilayetên
rojhelatê Kurdistanê digire ber xwe, hatiye guherandin. Di bin pêþengiya
PJAKê da Kurda xebata xwe ya siyasî derbasî jiyaneke nû kirine û
êdî serkêþên xebata nûjen jî berevajî rêxistinên din ew sîstema
îzolekirinê ku li baþûrê Kurdistanê ew anîne halê mirinê, bi
yekcarî red kirine. Li ser axa welatê xwe xebatê dikin. Vê rewþê
Îran xistiye halekî xerab û nahêle ku ew zordariya wan weke ava
bin kayê bêdeng berdewam be. Çimkî êdî weke salên berê ew
nikarin dengê Kurda di qirka wan da bifestisînîn. Lê bi pêþkevtinên
wiha re roj tune ku li Urmiyê, Xoy, Selmas, Kirmaþan, Sine, Mehabad,
Mako, Îlam û bajarên din nûçeyên girtina ciwan û kuþtina þoreþgerên
Kurd neyê bihîstin. Cihê bexteweriyê ye ku êdî ol û dîn ji gelê
Kurd re di pileya duyê dene û pirsgirêka netewî li pêþiya her tiþtekî
ye. Ji pasdar û berpirsên îtlaatê re ferq nake ka Kurd ji kûne, sûnîne
an jî þîîne, ew bêdadgeh wan îdam an jî di bin þikenceyên
giran da dikujin.
Dema hûn li
fotoyê îdama Hesen Hikmet Demîr binêrin, hovîtiya rayedarên
komara islamî yê baþtir ji were eþkere bibe. Gelo ev çi
felsefeye? Kengî îslamê felsefeyeke wiha ji xwe re kiriye bingeha
zagûnê? We qet dîye ka gor û çeqel çawa dora nêçîra xwe
digerin heya let û par dikin? Li pasdar û niwênerên edaleta komara
îslamiya Îranê li bajarê Xoyê binêrin ka çawa li dora termê nîvmiriyê
Hesen Hikmet kom bûne, bi çi awayî lêdinêrin û beriya ku werîsê
îdamê bêxin stoyê wî, çi bi serî anîne?! Ger dîqet biken þûna
birînekê li ser milê wî yê çepê diyare ku xwîn jê hatiye. Wan
beriya ku Hesen bikujin ji piþtêve bi xencerê dilê wî ji lêdanê
sekinandine!!. |
Yanî
carekê bi kêra jehrê û cara dawiyê jî ew daleqandine. Çimkî ew li
gor ramana wan hem Kurde, hem Sûnîye û hem jî dijî sîstema wan ya
desthilatdariyê ye. Êdî nizanim îslamê tiþtekî wiha jî helal kiriye
gelo?! Di cîhanê da hûn nikarin dîmenekî wiha yê dûr ji wijdana
mirovahiyê bibînin. Kes nikare ji cinayeteke wiha re navekî diyar peyda
bike. Birastî ji mirovahiyê re þermeke mezine û di vê sedsalê da hovîtiyên
wiha gere bêbersiv nemînin.
Li
bajarê Sine xwîndevanê Kurd Îbrahîm Lutfullahî piþtî ku ji azmonên
xwe yê zankoyê derdikeve, ji aliyê êstixbarata bajar ve tê girtin.
Xweziya der û dîwarên wê hucreya îtlaatê ku Îbrahîm têda maye, bi
ziman ketane û behsa þikenceyên giran bikirana ku wan cinayetkaran di wan
çend þev û rojan da li dijî wî çi kirin heya dawî bi jiyana wî anîn.
| Pir
zehmete mirovên xwedî wijdan xem û sivakatiyeke wiha mezin zû ji bîr
biken. Her deqeyeke wan rojan hezar sirr û raz têdane ka Îbrahîmê
ciwan û xwedî armanc wan satan çawa li berxwe daye, çi gotiye heya
ku qesabê êstixbarata Kurdistanê yê binavê (Mêhdî Mûla Welî
an jî Hatifî) dawî bi jiyana wî anîye. Piþtre jî di tarîtiya
þeva reþ da cenazê wî bê þûþtin û kefen û dûr ji çavê dê,
bav, bira û kes û karên wî sipasrtin axa sar!. Gelo ma danûstandineke
wiha heta bi heywanan re jî hatiye kirin? Eve îslam û zagûnên wê
yên rastîn? Ger wiha be reformên bingehîn ji zagûnên vê îslamê
re pêwîstin ku mirovên di welatên îslamî da ji vir û pêde
bikarin di rihetî û aþtiyê da bijîn. |

|
Îbrahîm
Lutfullahî hê pir ciwan bû û hiqûq dixwend. Ji ber wê jî derewên
Eceman weke yên bav û kalên wan dîsa jî nayên pejirandin dema ku dibêjin
Îbrahîm xwe kuþtiye.
Hesen
û Îbrahîm ne þehîdên yekêne û nabine yên dawiyê jî. Îdam û þikence
yê berdewam bin, lê gereke em Kurd jî di qada xebatê da bêdeng nemînîn.
Nizanim çima hemwilatiyên me li Sine li hemberî vê cinayeta mezin
daneketin nava kuçe û kulanên bajar? Çima xîreta wan wiha di xewa giran
da maye û þiyar nabin? Mako, Xoy, Urmiye, Îlam, Sine û Kirmaþan ger hûn
li hemberî van hovîtiyan bêdeng bimînin, ew xwînrêj jî yê li ser karê
xwe berdewam bin. Ricaye bêdeng nemînin.
02.02.08 Almaniya
|
|
|