72
saliya þehîdbûna lîderê Kurd, Simkoyê Þikak
(1887 Kela Çariyê- 30.06.1930 bajarê Þino)
Kakþar OREMAR
navdarenkurd@hotmail.com
Heya niha li ser kesayetî, nirx û eymetên Kurdan yên dîrokî, dagirkerên Kurdistanê li gor berjewendîyên xwe yên siyasî, civakî û aborî çi tiþtê ku xwestine, nivîsandine. Ji ber ku xwedîyên hemû îmkanên maddî jî bûne, ew nivîsên xwe li her derê belav kirine. Wan bi dilgemarîyên xwe yên þovînîstî, hemû pirensîbên exlaxî binpê kirine û xwestine ku rûpelên dîroka serhildan û þoreþên Kurdan, berevajî rastîyên wan bi nifþên piþtî xwe bidin nasandin. Di vê navê de dîroknivîsên ku hertim di xizmeta sîstema serdest de bûne, serok û qehremanên Kurd weke xayîn, talankar, diz û sîxor binav kirine. Di berhemên wan de Þêx Seîdê Pîran, Pêþewa Qazî Mihemed, Simkoyê Þikak, Seyîd Rizayê Dêrsimê, Þêx Mehmûdê Berzencî, Mistefa Barzanî û hemû qehremanên ku bingeha siyasîya xebata Kurdan darijandine, xayîn û xûlamên hêz û dewletên biyanî tên hesibandin.
Mixabin zêdetir ji dîroknivîs û lêkolînvanên Kurd, nivîskarên nifþparêz ku pênûsa wan hertim di xizmeta desthilatdar(hakim) û dewletên navendî de bûye û li gor nirxê rojê nan xwarine, li ser dîrok û jiyana kesayetiyên Kurd nivîsandine. Bi awayekî ku armanca wan ya herî mezin bê bingeh nîþandayîna þoreþên Kurdan yên azadîxwaziyê û serxwebûna Kurdistanê bûye.
Îsmaîl Axayê Þikak yê ku piranî bi navê (Simko an jî Simkoyê Þikak) di nava Kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêberaye ku di dîroka azadîxwaziya gelê Kurdistanê de xwedî rûmet û xebatek berçave. Girîngîya serhildana Simkoyê Þikak ku nêzî 25 salan domkir, di vê rastiyê de ye ku piþtî þerê cîhanê yê yekemîn nêzî %50 ji axa rojhilatê Kurdistanê li jêr desthilatdariya dewleta navendiya Îranê rizgarkir û mîna desthilatdarekî Kurd karê xwe yê hukimdariyê dimeþand. Ev karê han (ku Simko karî hemû hêzên êl û eþîretên Kurdan li dora hev bicivîne), di wê serdema ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin nîrê axatiyê de bû, karekî wiha hêsan nebû.
Di vir de ezê tenê bi awayekî kurt li ser çend xalên girîng yên nasandina malbat, kesayetî û þoreþa Simkoyê Þikak bisekinm:
1. Þecerename û Nasnameya êla Þikak
|
Kela
Simaîl Xanê Mezin( bapîrê Simko yê mezin, bavê Elî Xanê
bapîrê Simko) li nêzê çemê
Baranduzê li herêma Urmiyê. Kela wek þûnewarekû
dîrokî di nava Kurdan de weke ziyaretgehekê tê hesibandin |
Þikak
di Rojhilatê Kurdistanê de piþtî eþîreta Kelhûr(li herêma Kirmaþan),
mezintirîn eþîreta vê para axa Kurdistanê ne ku di çaxê
desthilatdariya Qacarî û Pehlewîyan de li Îran û Kurdistanê xwedî
rolekî aktîv yê siyasî bûne.
Piþtî
ku Mihemed Xanê Qacar(damezrînerê silsileya Qacarîyan) bi ji
navbirina desthilatdariya Zendîyan, desthilatdariya hemû Îrana mezin
girt destê xwe, fermandarê Kurd Sadiq Xanê Þikak jî hevkarê wî bû.
Lê Mihemed Xanê Qacar zor û sitemkariya xwe gehand radeykê ku heta
li dijî mirovên mîna Sadiq Xanê Þikak jî ket liv û lebatê û
hewilên ji navbirina wî jî dane. Sadiq Xan ku xwedî hêzeke zêdetir
ji 10,000 kesan bûye, bi kuþtina Mihemed Xanê Qacar jî hatiye
tawanbar kirin ku di sala 1797ê zayînî de li bajarê Þoþ di nava xîveta
xwe de tê kuþtin(1). Sadiq Xanê Þikak yekemîn kese ku navê wî di
serûkanîyên dîrokî de weke fermandarekî Kurd yê girêdayî êla
Þikak hatiye nivîsandin. Piþtî wî malba Simkoyê Þikak di qada
siyasî ya herêma bakurê rojhilatê Kurdistanê de, xwedî navekî
xuyakirî ne. Ji wan kesayetîyan Îsmaîl Xanê Mezin, Cazê (jina Îsmaîl
xanê mezin û dayika Elî Xan), Elî Xan, Mihemed Paþayê kurê Elî
Xan, Cewer Axa û Simkoyê Þikak ku tev bi nemerdî û awayê xapandinê
ji aliyê Îranîyan ve hatine kuþtin.
Êla
Þikak ji du tîreyên (Kardarî û E´bduyî) pêk tê. Tîreya Kardaî
ji deh þaxên (Fenekî, Mamedî, Nîsanî, Delan(Delanî an jî Delî),
Xidirî, Botan, Hinare, Pisaxa, Gewirik û Xelûfan) pêk tê.
Tîreya
E´bduyî jî ji van þaxên jêre pêk tê:
Kizinî,
Keçelî, Pisaxa(malbata Simkoyê Þikak), Etmanî, çerkoyî, Mendolekî,
Neimetî, Êverî û Þekerî.
Ji
van her du tîreyan tev di bin desthilatdariya (Pisaxa)yan de bûne ku
di çaxê serhildana Simkoyê Þikak de û di bin rêbertiya wî de, bi
awayê konfederasyona eþîretan hevgirtinek bihêz di navbera eþîreta
Þikak, Herkî, Ertûþî, Dirî û ... hat çêkirin.
Mîna
ku mezin û rihspîyên e´þîreta Þikak didin diyar kirin, esilê wan
ji Cizîra Botan hatiye û navê yekemîn kesê vê malbatê Ebdu bûye
ku bi neh kurên xwe re ji wir ber bi hêrêma Urmiyê û Soma Biradost
koç kirine. Min sala 1993´an hevpeyvînek bi apê Evdî re çêkir. Ew
þervanekî çaxê þoreþa Îsmaîl Xan bû ku heya roja þehîdbûna wî
li bajarê Þinoyê, pêre bû. Apê Evdî li ser koka malbata Simaîl
Xanê Þikak wiha dibêje:
“
Ebdula beg(Ebdu an jî Evdu) xwediyê neh kuran bû ku ji Cizîrê hatin
Somayê. Kurekî Evdu begê yê bi navê Îbrahîm Axayê çep hebû ku
pir mêrxas bû. Ji wî re kurek çêbû ku jêre Simail Axayê Mezin
digotin. Yanî bapîrê mezin(bavê bapîr)ê Simkoyê Þikak bû. Elî
Xanê kurê Simkoyê mezin xwediyê 6 kuran bû: Ehmed Axa, Mihemed
Axa(Bavê Simko û Cewer Axa), Temer Axa, Îbrahîm Axa, Hecî Axa û
Qasim Axa. Mihemed Axa jî xwediyê 6 kuran bû: Cewer(Ceifer) Axa, Simaîl
Axa(Simko), Þukir Axa, Ehmed Axa, Xurþîd Axa(di þerê bi Asûriyan
re li Dîlemanê hat kuþtin) û Elî Xan( di çaxê þandina bombeya ku
ji aliyê dewleta Îranê bi navê þirînî ji bo kuþtina Simko hatibû
þandin, li çariyê þehîd bû).”(2)
Di
Rojhilatê Kurdistanê de ji çaxê serhildana Kela Dim-dim heya roja îro,
hemû rêberên Kurd bi navê çareserkirina pirsgirêka Kurd û hevdîtinê,
hatine xapandin û di bi awayekî dûr ji exlaqê siyaset û mirovanetiyê
ji aliyê desthilatdarên Îranê ve, hatine kuþtin.
Ji
serokên êla Þikak Simkoyê Mezin(Îsmaîl Xan), Elî Xan, Cewer Axa
û Simkoyê Þikak tev bi navê hevdîtin û çareserkirina pirsgirêkên
siyasî bi nemerdî ji aliyê desthilatdarên Îranî ve hatine kuþtin.
Mihemed Axayê Þikak jî piþtî kuþtina kurê wî (Cewer Axa) çû
Istembolê ku ji sultanê Osmanî (Sultan Ebdulhemîd) dawa hevkariyê
ji bo tolhildana xwîna kurê xwe bike. Li wir rêzek taybetî jêre hat
girtin û nasnavê (Paþa) dan wî. Lê bi hewldanên berdevkên Îranê,
Mihemed Axa negehiþt armanca xwe û wek jêder didin xuyakirin ew li
Istembolê bi komployekê hatiye kuþtin. An jî ji ber têkeliyên wî
yên bi malbata Bedirxanî û mezinên din yê Kurd li Istembolê, ji
wir hatiye dûrxistin û di jiyana dûrî Kurdistanê wefat kiriye.
2. Kuþtina Cewer(Ce´ifer)Axa û destpêka serhildana Simkoyê Þikak
|
Cewer
Axayê Þikak
ku li sala 1905an de li Tebirêzê hat þehîdkirin. |
Cewer Axa ku di nava êla Þikak de wek cîgirê bavê xwe dihate hesibandin, bi awayekî fêrmî bi destûra dewleta Qacarî li herêmên rojavayê gola Urmiyê hukimdarî dikir. Cewer Axa ji ber hinek taybetmendiyên xwe yê mîna mêrxasî, merdayetî û destvekiriyê di nava çîna feqîr û hejara herêmê de pir dihat hezkirin. Sedem jî ew bû ku wî parek ji wê talana ku ji dewlemendan distand, di nava feqîr û hejaran de belav dikir. Ji bona wê jî Cewer Axa ji aliyê jêredên Ewropî û gerîdokên Rojavayî ve wek (Robîn Hoodê Kuran) hatiye binav kirin.
Sala
1905Çan dema ku Muzeferddîn Þahê
Qacar,
bi sefer çû Ewropayê, li bajarê
Tebrêzê
kurê xwe Mihemed
EÇlî Mîrza wek cîgirê
xwe hilbijartibû. Wê demê Huseyin Qulî-Xan(Nizamûl Seltene) jî
kiribû waliyê giþtiyê Azaerbayicanê(3).
Dîroknivîsê
Azerbayicanî Ehmed Kesrewî di vê derbarê de dibêje:“
Nizamûl Seltene bi awayekî fêrmî Ce´fer Axayê Þikak vexwînd
bajarê Tebrêzê û jê dawakir ku ji bo gotûbêja li ser pirsgirêkên
sinorê dewleta xwe û dewleta Osmanî bi hevre biþiwirin. Herwiha wan
soz da CeÇifer Axa ku dewlet yê li wî xweþ be û daxwazên wî jî yê
bên cî bi cî kirin. Lê piþtre ferman da Mihemed Husên Xanê
Zerxam(Qeredaxî) ku Ce´fer Axa vexwîne bo seraya xwe û bi awayekî
ku ew pênehesin, wî û mirovên pêre bikujin…“.
Havîna
sala 1905´an piþtî ku Cewer Axa bi mezinên êla xwe re þiwirî, di
gel heft siwarên xwe yên ku di karê þervanî û mêrxasiyê de zîrek
û netirs bûn, ji kela çariyê ber bi bajarê Tebrêzê meþiyan. Heft
kesên hilbijartî ku bi Cewer Axa re çûn ev bûn:
Mistefa
Newrozî(Xalê Mistê), Xalê Mîrzê(xalê Cewer û Simko), Sedo, Hacî(Haco),
Caço, Seyîd Mihemed(Seydo) û Qasim(Qaso).
Piþtî
40 rojan ji aliyê welîehdê Îranê(Mihemed Elî Mîrza) ve fermana kuþtina
Cewer Axa bi telegrafekê, gehiþt destê Nizamûl Seltene û ew di
seraya dewletê de hat kuþtin. Ji heft kesên ku bi Cewer Axa re bûn,
pênc kesan karî bi þerekî giran xwe ji bajarê Tebirêzê bigehînin
kela çariyê û xebera bûyerê bigehînin Kurdên herêmê. Mihemed
Axa ji bo tolhildanê bi riya Sultan Ebdulhemîdê Osmanî çû Istembolê,
lê nekarî raya wan ji bo vî karî bikiþîne aliyê xwe. Wek hat
gotin ew bi komployên konsulosê Îranê, êdî ji Istembolê venegerî
Kurdistanê û bi her awayê ku bû, hat wenda kirin.
Kurdan
ku bi þêweyek aktîv di þoreþa meþrutexwazên Îranê(1905- 1911)
de, xebat dikirin, ji vî karê Nizamûl Seltene nerazîbûna xwe dan
xuyakirin. Herwiha azadîxwazên din yên Îranî li bajarên mina Tebrêz
û Tehranê jî ev karê dewleta Îranê þermizar kirin.
Di
vir de pêwîste rastiyeke dîrokî li ser bizava Kurdên rojhilatê
Kurdistanê neyê ji bîrkirin ku ji aliyekî pirsgirêka netewî di
navbera Kurd û gelê serdest de hebûye (heta roja îro hê jî heye)
û ji aliyekî din jî pirsgirêka olî(cudabûna mezheb) hertim di
navbera Kurd, Faris û Azerîyan de nakokîyên siyasî û civakî
afirandine. Dewleta navendiya Îranê ji çaxê Sefewîyan heya roja îro
mezhebê þîi´tiyê weke amrazekî giran ji bo meramên xwe yên siyasî
li dijî xwestekên gelên din yên ku di Îranê de dijîn û bi mezhebê
xwe Sûnîne, bikar anîne. Herwiha þîi´tî ji wan re mîna dîwarê
parastina sinorên wan yên desthilatdarî û e´rdnigarî(jeografî)yê
bûye. Azerî yên þî´ie ku ji çaxê Sefewîyan heya roja îro ji
aliyê dewleta navendî ve weke gelê desthilatdar di herêma Urmiyê de
hatine bi cîhwar kirin, li hemberî pirsgirêka Kurdan ya netewî ji
cudabûna mezheb bêtir mifa standine û Kurd bi her du çekên cudabûna
mezheb û netewe hatine serkûtkirin û qirkirin. Bi taybetî di çaxê
desthilatdariya Sefewîyan de karbidestên impiratoriyê gelek xebitîne
ku bi riya mezheb Kurdan di nava xwe bibiþêvin(bihelenîn) û bi vî
rengî pirsgirêka Kurdan ya netewî jî ji holê rakin. Lê di vî karê
xwe de li hemberî evîna Kurdan ya ji bo doza netewî zêde bi ser
neketin. Herçend bi hizaran Kurd ji Kurdistanê ber bi Xorasan, Qezwîn,
Mazenderan û herêmên din yên Îranê sirgûn kirin, lê nekarîn bi
temamî hisên wan yên netewî ji holê rakin.
Li
pey kuþtina Cefer û Mihemed Axayê bavê wî, Simko ku xuretekî ciwan
bû, li ser daxwaz û þiwra rih spîyên eþîreta Þikak, bû cîgirê
birayê xwe yê mezin.
Ev
di rewþekê de bû ku du hissên niþtiman perwerî û tolhildanê di
dili û mejiyê Simkoyê ciwan de gelek bihêz bûn.
3.
Destpêka þoreþa Simkoyê Þikak û sedemên bingehîn
Piþtî
þoreþa Þêx Ûbeydulahê Nehirî(1880 z), serhilada Simaîl Axayê Þikak
di rojhilatê Kurdistanê de þoreþa herî mezin û domdirêj tê
hesibandin. Di çaxê vê þoreþê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî
ya Kurd wek netewekê, hinekî biþkivî û hissên millî di nava Kurdên
vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn. Kurdan karî
wek netewe hebûna xwe di hemû Îranê de bidin selmandin û berevajî
xwesteka þovînîstên Faris, hurmeta xwe ya civakî û siyasî wek mîrasekî
dîrokî biparêzin. Ji bona wê jî nivîskar û dîrokzan Kirîs Koçêra,
Simkoyê Þikak bi (bavê nasyonalîsima Kurdî) di rojhilatê Kurdistanê
de binav dike.
|
Êvariya roja 30.06. 1930 li bajarê Þino termê qehremanê dîroka azadîxwaziya Kurdistanê Simkoyê Þikak li ber pîyên leþkerên Îranê ye. |
Li gor gotina mezinên Evduyîyan Simko di çaxê þehîbûna Cewer Axa de xurtekî 18-19 salî bûye. Yanî sala ji dayibûna wî 1887 an jî 1888ê zayînî ye. Herwiha Tahirxanê Kurê Simko dide diyarkirin ku dema bavê wî li bajarê Þinoyê hatiye þehîdkirin, temenê wî 42 an jî 44 sal bûye. Simko ku ji aliyê Xalê Mîrzê û mezinên din yên êla Þikak ve wek cîgirê bav û birayê xwe yê mezin hatibû hilbijartin, di dilê xwe de ji bêbextî û nemerdîya desthilatdarên dewleta Îranê, kînek mezin ji wan girtibû. Wek tê gotin Simko di ciwaniya de xurtekî þervan, netirs û di liv û lebatên wî de hissa tolhildanê gelek bihêz bûye. Ji ber wan hemû derd û belayên ku bi ser malbata wan de hatibûn, mirovekî kêm axifitin û xemgîn bûye û gelek bi xwe re ponijîye.
Hissa tolhildanê jî bi sedemên dîrokî ve girêdayî bû. Simko baþ dizanî ku ji bapîrê wî yê mezin(Îsmaîl Xan) bigire heya birayê wî Cewer Xan tev bi nemedî ji aliyê berpirsyarên dewlta Îranê ve hatine xapandin û kuþtin. Ji bona wê baþ dizanî ku desthilatdarên Îranî li wî jî nagerin û yê rojekê bela xwe li wî jî biden. Çimkî Simko xwedî hêzeke mezin ya leþkerî bû û wek mezinê eþîreta Þikak di nava Kurdan de mirovekî bi qedir û rûmet bû. Wî dizanî ku Îranî dixwazin wî jî weke bira, bav û bapîrên wî, bikujin. Lê ferqa di navbera Simko û bira û bavê wî de, di vir deye ku bîr û rayên Simko yên siyasî (wek rêber û kesayetiyek siyasî yê Kurd) ji bo azadî ya Kurdistanê bêtir geþ bûn. Çaxê ku cîgirê waliyê Azerbayicanê (Mukerrem el Mulik) di sala 1919´an bi hevkariya Ermenîyan, bombayek çêkirin û di nava qotiyekê de bi navê þirînî ji Simko re þandin, neyartiya Simko bi dewleta Îranê re derbasî pêvajoyek siyasî û eþkeretir bû. Têkeliya Simko bi du kesayetiyê Kurd(Ebdulrezaq Bedirxan û Seyîd Teha Gîlanî - neviyê Þêx Ûbeydulahê Nehirî) re, þoreþa di bin desthilatdariya Simaîl Xanê Þikak de di rojhilatê Kurdistanê de û heya radeyekê jî li bakurê Kurdistanê, berfirehtir kiriye. Lê wek jêder û þahidên zindî dibêjin Seyîd Teha Gîlanî heya dawiyê bi Simko re nemaye û navbera wan li ser awayê têkelîya bi Inglîzan re, têkçûye.
Kirîs Koçêra di derbarê têkçûna Simko bi dewleta Îranê re dibêje:” Bi vê hindê re ku Simko kîna xwe ya li hemberî Îranê venediþart, gotibû ku bizava min li dijî Îranê tolhildan jî têde bû, çimkî bav û bapîrên min, xizim û kesên min yên nêzîk û cotek birayên min, tev bi derstê karbidestên Îranê hatine kuþtin. Lê bi vê re jî Simko gelek caran behsa vê rastiyê kiriye ku armancên þoreþa wî ji bo berjewendiyên netewî bûne û tenê ji bo tolvekirinê nebûye. Di vê derbarê de Simko gotiye: Hemû kes dizane ku gelê Kurd heya niha çi bi ser de hatiye. Mirovên wan yên mezin yên weke Simaîl Xan û Elî Xan bi þêweyek gelek zalimane ji aliyê Îranîyan ve ji nav çûne. Ez niha ji bo gelê Kurd têkûþînê dikim, lê tolhildana ji zordar û bedkaran hê jî maye û ji bîr nabe...(4)
Mîna
ku di roja îro de ji bo hemû serokên Kurd eþkera bûye, Simko jî zû
pêhesiyaye ku dewleta navendiya Îranê mafê azadî û wekheviyê heta
di nava sinorên Îranek yekgirtî de jî nade gelê Kurd.
|
Ji
aliyê rastê: Simkoyê Þikak,
Xosiruyê kurê wî, Sulêyman Þefîq Paþa Du kesên li ser piyan nehatin nasandin. |
Simko ku gelek kes hereketa wî bi bizavek eþîretî û herêmî dihesibînin, li gor pîvanên wê çaxê mirovekî zana bûye û haya wî ji siyaseta Îran û cîhanê hebûye. Simko bi nameya ku bi riya serleþkerekî Inglîzî ji Zefer el Dulê re þandbû, vê rastiyê baþtir bi me dide selmandin. Simko di pareke nameya xwe de dibêje:” Em pir baþ dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara wan nagehe çaryek(1/4)a Kurdan, lê ew gehiþtine xwezîyên xwe ku mafê otonomîyê ye. Li Elmanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de pêkanîne. Birastî ger netewa Kurd di Îranê de negehije mafê xwe, êdî mirin û neman jêre baþtire ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomîyê dixwazin. Êdî ev xwezîya hemû mirovekî Kurde û ji xelkê me re jî jiyaneke nûye...(5)
Ev name dide diyar kirin ku Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê rewayê gelê Kurd bi armancên mezin û pîlanên nû dest bi xebata xwe ya siyasî kiriye. Herwiha tenê naveroka vê nameya dîrokî (ku bêgoman di arþîva millîya Îranê de hatiye parastin) ji bo wan nivîskar û lêkolînvanên þovenîst ku tenê bi awaykî nigatîv behsa kesayetîya siyasî û serhildana Simkoyê Þikak kirine û hêjî dikin, baþtirîn belgeye ji bo selmandina derew û boxtanên ku wan li ser serok û bizavên Kurdan yên azadîxwaziyê nivîsandine.
4. Destpêka þerên giran
Ji bilî wan þerên biçûk ku di navbera hêzên Simko û Îranê de qewmîne, çend þerên mezin ku bûyera wan di dîroka rojhilatê Kurdistanê de cih girtiye, girîngîn. Ji wan þerên girîng: þerê girtina bajarê Urmiyê, þerê Gulmanxane(li bakurê rojhilatê gola Ûrmiyê), þerê Mîyanduab 1922, þerê Þekeryazî, þerê Sarî Tac, þerê azadkirina Mihbadê û þerê kela Çarî ku mezintirîn þerê serhildanê tê hesibandin.
Li ser çêbûna þerên ku navê wan hat, bêgoman lêkolîneke berfireh pêwîste. Lê di vê nivîsê de ezê bi kurtî behsa þerên serhildana Simko bikem:
Piþtî ku hêzên Kurdan bajarê Urmiye ji destê leþkerên Îranê derxistin, Urmiye wek paytexta desthilatdariya Kurdan hat hilbijartin û Têymur Axayê Þikak ji aliyê Simko ve bi hakimê bajar hat wezîfedar kirin. Di þerê Gulmanxane de jî hêzên Kurdan bi girtina Gulmaxanê rêya ku bajarê Urmiye bi Tebrêzê ve girê dida, girtin. Di þerê Þekeryazî de jî fermandarê hêza dewleta Îranê Emîr Erþed hat kuþtin. Emîr Erþed birayê Mihemed Husên Xanê Zerxam(Qeredaxî) bû ku di sera xwe de Cewer Axa kuþtibû. Lê di dawiyê de Kurdan nekarî li hemberî hêzên dewletê li berxwe biden û bajarê Urmiyê ku bi qasî çar salan di dsetê Kurdan de bû, ket jêr desthilatdariya hêzên Îranî. Di þerê Miyanduabê de Kurdan bi þikênandina hêzên artêþa Îranê, serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê karê herî girîng û dîrokî kuþtina xayînê navdar Xalo Qûrban bû. Xalo Qûrban ku ji Kurdên Hersînê ye, yek ji wan fermandarên þoreþa Mîrza Kuçik Xanê Cengelî bû ku li dijî dewleta navendiya Îranê li bakurê Îranê serî hildabû. Xalo Qûrban bi hevkariya cotkar û çend fermandarên din yên mîna Kerîm Xan, Xalo Hiþmet û Baba Xan karî di nava bizava Cengelîyan de heya pileya komîsêriyê jî biçe. Lê piþtre Xalo Qûrban ji Mîrza. K. Xanê Cengelî qetiya û di bazara xwefirotinê de ket xizmeta artêþa Riza Pehlewî. Xalo Qûrbanê Kurd, bi hevkariya artêþa Îranê karî þoreþa Cengelîyan toþî þikestê bike û di dawiyê de serê serokê þoreþê bi xelat ji Riza Xanê Pehlewî re bir kûþika Tehranê. Li hemberî vê xizmeta wî ew bû fermandarekî artêþa Îranê.(6)
|
Simkoyê
Þikak li ber derê kela Çariyê.
|
Xiyaneta Xalo Qûrban ku ji gelê Kurd re mîna deqeke reþ û tejî þermizariyê bû, berdewam bû, heya dema ku Riza Þahê Pehlewî ew þand meydana þerê li dijî serhildana Simkoyê Þikak. Lê vê carê di þerê Mîyanduabê de ev xayînê xwefiroþ bi destê þervanên Kurd hat kuþtin û nekarî xiyaneta xwe ya rûreþane bidomîne. Cihê þanaziyê bû ku xayînekî Kurd bi destê þervanên serokekî Kurd hatibû kuþtin.
Di þerê azadkirina bajarê Mihabadê de fermandarê giþtiyê þer Simko bixwe bû ku Seyîd Teha Þemzînî(Gîlanîzade) jî hevkarê wî bû. Piþtî þerekî giran bajar ket destê Kurdan û 600 jandarmên Îranî ku di bin serokatiya major Melîkzadeh de bûn, tev hatin kuþtin. Di çaxê þerê (Sarî Tac) de jî ku li sala 1922´an li herêma Selemas(Dîleman) qewimî, hêza Kurdan nekarî li hemberî hezên Îranîyan berxwedanê bike. Þer heya dagîrkirina kela Çariyê berdewam bû. Piþtî ku kela Çariyê hat girtin, Simko û hizar kes ji siwarên xwe re derbasî bakurê Kurdistanê bûn û ji aliyê artêþa Tirkiyê ve hatin bêçek kirin. Lê ev ne dawiya þerên Kurd û dewleta Îranê bûn.
5. Þehîd bûna Simkoyê Þikak ( Bajarê Þino 30.06.1930)
Siyaseta ku Riza Xanê Pehlewî di nava Kurdan de dida meþandin û mixabin di vê siyaseta xwe de jî biser ket, ew bû ku bi riya pere û dirav axa û serok eþîretên Kurd ji bo aliyê dewletê dikiþandin. Heta li ser þehîdbûna Simko jî goman heye ku hinek axayên Kurd xiyanet li wî kirine û ew neçar kirine ku ji bo hevdîtinan xwe bigehîne bajarê Þinoyê. Berdevik û desthilatdarên Îranê ku hertim bi riya xapandin û xiyanetê xwe nêzî siysetvanên Kurd kirine, dîsa jî bi navê hevdîtinên çareseriyê, Simko hat razîkirin ku bê bajarê Þinoyê û bi serleþker Muqedem re hev bibînin. Ji bona wê jî wan bi rêya Têymor Axa ku demek bû bu birîndarî di destê dewletê de hêsîr bû, nameyek ji Simko re þandin ku wê demê li gundê Barzan bû. Simko bi çend siwarên xwe re hatin çiyayê Qendîl û li wir jî bi Xurþîd Axayê Herkî re ber bi bajarê Þinoyê meþyan. Li wir fermandê bajarê Þino serheng Sadiq Xanê Nûrozî ew bir mala xwe. Lê hatina serleþker Muqedem derew bû û ew li benda defetekê bûn ku Simko bi tenê bikiþînin dervey bajarê Þinoyê û wî li wir bikujin. Di dawiyê de jî bi henceta pêþwazî kirina ji serleþker Muqedem li dervey bajarê Þinoyê bi wê davika ku jêre danîbûn, di êvariya 30.06.1930 de hat þehîd kirin. Herçend di þer de Simko û siwarên wî gelek kes ji serbaz û leþkerên dewletê jî kuþtin, lê wî nekarî vê carê xwe ji destê wan rizgar bike. Termê Simkoy sê rojan li bajarê Urmiyê neveþartî danîn ku gel lê binêre û Kurdan jî pêbihesinin ku serokê wan hatiye kuþtin. Berpirsyarên dewleta Îranê ji bo zanîna wê hindê ku sedî-sed bizanîbin Simkoyê Þikak kuþtine, jina Simko ya bi navê Fexrîye Êqibalî (Azerî bû) anîn ser termê wî û wê jî bi nerihetî ji wan re got:” Belê ev mêrê min Simaîl Axa ye. Ez ji rûyê tiliya wî ya birî dizanim ku berî çend salan ji ber jehra marê ku pêvedabû, bi destê xwe bi kêra xwe birîbû...”(7)
|
Birayê
Simkoyê Þikak Ehmed Axayê Þikak bi çend þervanên xwe re li
kela Çariyê.
|
Dema ku xebera kuþtina Simko gehiþt kûþka paþatiya Îranê heya heftiyekê þahî û kêfxweþî hatin lidarxistin û hemû kuçe û kolanên bajarê Tehranê bi ronahî û gulan hatin xemilandin. Riza Pehlewî mezintirîn dujiminê xwe di Kurdistanê de ji holê rakiribû.
Tirajediya ji navçûyîna malbateke mîna malbata Simaîl Xanê Þikak tiþtekî hêsan nîne ku di dîrokê de bê ji bîrkirin. Malbata ku ji bo doza Kurdistanê gelek bedelên mezin pêþkêþ kirin. Bi awayekî ku heta roja îro jî desthilatdarên komara meleyên cinayetkar ji hurmet û giraniya malbata Simko di nava Kurdan de ditirsin. Þehîdbûna qehremankî mîna Simko bû sedem ku heya pêkhatina komara Kurdistan ya di bin serokatiya Pêþewa Qazî Mihemed de (li sala 1946an), bêdengiyek xemgîn li rojhilatê Kurdistanê hakim be.
6. Di dîroka Kurdistan ê de çend xalên girîng ji destkeftinên þoreþa Simkoyê Þikak
|
Simko bi çend axayên eþîreta Ertûþî re ku hevkarên wî bûn. |
A.
Simko di çaxê desthilatdariya xwe de gelek xebitiye ku bi dewletên
biyanî re têkelîyên siyasî pêkbîne. Di vê navê de bi taybetî
ew xebitîye ku bi dewleta Inglistan û Sovyetistana berê re têkîliyan
deyne û bala wan bo ser çareserkirina pirsgirêka Kurd bikiþîne. Lê
wan ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û girîng nebûna cihê
jeopolîtîk yê axa Kurdistanê, bihayekî wisa nedane pêþnîyarên vî
serokê Kurd. Simko bi riya Seyîd Teha Gîlanîzade(Þenzînî) pir
xwestiye ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna
dewleteke Kurdî bi berpirsyarên Inglîz li Îraqê hevdîtinan pêkbîne,
lê di vê daxwaza xwe de bi ser neketiye.
Herwiha ew ji Þêx Mehmûdê Berzencî bi gilî û gazince bûye
ku baweriya xwe bi dewleta Tirkan re tîne. Ji bona wê jî ew di derbarê
Inglîz û Tirkan de wiha dibêje:“
Ingilîz û Tirk herdu ji bo çaresekirina pirsgirêka serxwebûn û
serbestiya Kurdistanê derewan di gel me de
dikin,
ew me dixapînin. Inglîz dixwaze tevaya Kurdan mîna xulam û berdeyan
ji bo armanc û daxwazên xwe yên çewit bikar bînin û bixebitînin,
mîna meymonan me ji xwe re bireqsînin û ew jî bi me bikenin. Ew
dixwazin me li hemberî netewa me þermezar biken, ev ne karê min e, ez
xiyanetê li gelê xwe nakem.
Tirk
û Inglîz herdu ji hev xirabtirin, lê ji herkesî zêdetir Kurd ji
bona xwe xirabin, Kurd piþta hev nagirin, hînî xizmetkariyê bûne,
baweriya wan bixwe tune û mezinatiya hevdu napejirînin.”(8)
Simko
bêtirî hertiþtî ji xiyaneta axa û begên Kurd dilþikestî bû ku
di rojên xweþ de mîna mêþa li dora þirînî, kêliyekê ji wî dûr
nediketin, lê di rojên tengaviyê de xwe ji wî dûr dixistin.
B.
Xaleke din ya herî girîng ew karên rewþenbîrî û kulturîne ku
Simko di çaxê desthilatdariya xwe li bajarê Urmiyê dan meþandin.
Yekemîn car di dîroka rojhilatê Kurdistanê de Simko ket wê fikirê
ku di warê ragehandinê de jî pêngavek bê avêtin. Sala 1912 li
bajarê Xoy Ebdulrezaq Bedirxan bi piþtgîriya siyasî û diravî ya
Simkoyê Þikak kovarek mehane bi navê (Kurdistan) weþand. Herwiha li
bajarê Xoy dibistanek Kurdî jî ji bo zarokên Kurd vekirin ku ev du
karên han kîna desthilatdarên Îranê li dijî Kurdan gelek bilind
kiriye. Salên piþtî þerê cîhanî yê yekemîn yanî ji sala 1919´an
heya têkçûna þoreþê rojnameya bi navê (Roja Kurd) û piþtre tenê
bi navê (Kurd) ku organa fêrmîya dewleta wî bûye, hatiye weþandin.
(Roja Kurd) an jî (Kurd) rojnameyek heftane bûye. Sernivîserê vê
rojnamê nemir Mela Mihemedê Turcanî zade bû ku karê amadekirina
rojnamê di weþanxana Xêyret de li bajarê Urmiyê dimeþandin.
Herwiha Simko ji bo agehariya ji rewþa siyasî û leþkeriyê hemû herêmên
di bin desthilatdariya xwe de, ji telefonê mifa standiye û bi vî awayî
pêwendîyên hemû fermandarên enîyên þer bi kela Çariyê re hebûne.
C.
Beriya ku Simko bi awayekî berfireh dest bi þer û þoreþa li dijî
dewleta Îranê bike, bi hevkariya Ebdulrezaq Bedirxan û çend giregirên
din yên Kurd komelek bi navê (Cîhandanî) li bajarê Xoy damezrandibûn
ku komelek rewþenbîrî bû û bêtir xebatên çandî û rewþendîrî
dimeþandin ku di xala B de behsa hinek ji wan karên girîng bi kurtî
hat kirin.
D.
Simko pir xebitîye ku bi kesayetî û bizavên ku li dijî rijîma Îranê
serî hildane, têkelîyên siyasî deyne. Ew bi þoreþgerê
Azerbayicanî Mihemed Xiyabanî re di nava peywendîyan de bûye.
Herwiha Simko û serdarê þoreþa bakurê Îranê Mîrza Kuçik Xanê
Cengelî xebitîne ku di navbera þoreþa Kurdistan û bakurê Îranê(Gîlan)
de dan û standinên siyasî pêkbînin, lê gûherandinên siyasî ev
derfet nedaye wan ku vî karê dîrokî bigehînin encamê.
7.
çend kêmasîyên bizav û serhildana Simkoyê Þikak
Di
nava Kurdan de rexneya herî zêde ku ji kesayetîya Simkoyê Þikak tê
kirin, kuþtina Mar Þîmûn rêberî olî û siyasîyê Asûrîyên
Hekarê ye. Lê di vê derbarê de gelek lêkolînên berfireh û bêalî
pêwîstin ku sedemên sereke yên vê bûyera dîrokî bên eþkera
kirin. Aya di navbera Kurd û Asûriyan de çi sedemên siyasî, olî û
civakî di wê serdemê de hebûne ku Simko biryara kuþtina Mar Þîmûn
daye? Di vê derbarê de dîtinên cuda ji hev hene ku yek ji wan jî dîtina
mezinên Þikak bixwe ye. Ew ji bo vî karê serokê Kurd Simko sedemên
siyasî û olî bêtir destnîþan diken. Bi her awayî ev karê Simko bûye
sedem ku gelê herêmê(bi taybetî piþtî kuþtina wî li Þino)
dilsariyekê li hember vî karê wî bidin xuyakirin. Di derbara vê
xala girîng de lêkolînek berfireh pêwîste ku sedemên bingehîn ji
bo vî karê Simko bên eþkere kirin.
Simko
xwedî hêzeke leþkerî ya pir mezin bû. Hejmara pêþmergeyên wî
carna gehiþtiya 20.000 kesan. Lê mixan tevaya van þervanan mîna artêþeke
hevgirtî û di bin ala partiyeke siyasî de xebata xwe nekirine. Her eþîrek
di bin serokatiya mezinekî wê eþîretê de bûye û rengekî taybetî
ji bo nasandina eþîret û hêza xwe hilbijartine. Bo nimune rengê ala
hêza di bin serokatiya Simkoyê Þikak de sor bûye(9).
8.
Mêranî û mêvanperweriya Simkoyê Þikak û nemerdî û xiyaneta Riza
Þahê Pehlewî
Riza
Mîrpenc ku bi hevkariya Inglîzan ji pileya serleþkeriyê bû þahê
Îranê, di sala 1925an de ji bo serlêdanekê çû Azerbayican û
Kurdistanê. Armanca wî ya herî mezin ew bû ku riyekê ji bo bi dawî
anîna serhildana Simko peyda bike û desthilatdariya xwe li hemû Îranê
birêk bike. Serleþkerên Îranî pir dawa ji Riza Þahê Pehlewî
kirin ku dev ji vê sefera xwe berde, lê ew razî nebû û xwest ku ji
nêzve Simko bibîne. Xuyaye ku hemû di wê baweriyê de bûn ku Riza
Þah êdî ji wê seferê venagere û yê bi destê Simkoy bê kuþtin.
Dema ew bi 62 kes ji fermandar û hêza xwe ya taybetî ve nêzî bajarê
Selmasê dibe, di yekemîn dîtin de 5000 siwarên Simkoyê Þikak bi rûyekî
sar û girij pêþwazîyê li þahê Îranê diken û rêzek taybetî jêre
nedigirtin. Simko jî wek serokekî Kurd bi kincên Kurdî li hemberî
þahê Îranê sekinî û bi pêþwazîyek sar û bi serê lêvê bixêrhatina
wî kir. Piþtre herdu bi hevre çûne karwanserayekê û li ser pirsgirêkên
herêmê axivîn. Wek tê gotin Riza Þah pir tirsiyabû ku Simko wî û
hemû kesên wî bikujin. Ji bona wê jî heya berê sibê ji tirsa
nerazabû û êdî dest ji jiyana xwe þûþtibû. Ew herdem li benda wê
hindê bû ku siwarên Simko hêriþî wan biken û tevda bên kuþtin.
Herçend piþtî ewqas bûyerên tal ku Simko bi çavên xwe dîtibûn,
êdî baweriya wî bi desthilatdarên Îranê nemabû, lê derfetek dîrokî
ji dest da û wê þevê Riza Þahê Pehlewî nekuþt û ew ji destê wî
filitî. Simko piþtre di hevdîtinekê ya bi serleþker Ebdulah
Tehmasibî re gotibû:” Mezintirîn þaþiya min di wê þevê de ew bû
ku min Riza Þah nekuþt ”. Wê þevê Riza Þah ji serleþker
Tehmasibî dawa kir ku karekî biken û Simko mijûl be û çax derbas
be û roja din zû ji wir ber bi Urmiyê hereket biken. Wan bi lîstika
texte nerd wê þevê Simko mijûl kirin û roja din Simko pêhesiya ku
Riza Þah ji destê wî derketiye û defetek zêrîn ji destê xwe
daye.(10)
|
Dîmenek
ji kela Çariyê.
|
Dema ku Riza Pehlewî bi hevkariya hêzên biyanî desthilatdariya xwe li herdera Kurdistanê bihêz kir, bi awayê ku li jor hat gotin ji bo hevdîtinên siyasî Simko vexwendin bajarê Þinoyê û li wir ew bi bêbextî hat kuþtin.
Gelo ger di serdana Riza Pehlewî ya bo Kurdistanê ew bi destê Simko bihata kuþtin, rêya(mesîrê) dîroka Îranê yê bihata gûherandin an ne?!
Bêgoman yê gelek gûherandinên siyasî çêbibûna, lê wek me dît Simko bi ji dest dayîna derfetek mezin bû sedem ku piþtre Riza Pehlewî bi nemerdî wî bikuje.
Eviya netîce û berhemê mêvanperwerî û merdayetîya Kurdan bû û piþtre komkujiyên her du þahên Îranê li rojhilatê Kurdistanê pêkanîn jî bersiva mêvanperweriya serokên gelê Kurd bûn!!.
9. Navê Simko di nava beyit û stranên Kurdî de
Li ser jiyan, derd û elemên malbata Simkoyê nemir heya niha gelek dengbêj û hunermendên navdar beyit û stran gotine. Bi riya van stranan jî mirov dikare malwêranî, ked û zehmetîyên ku vê malbata mezin ji bo doza bi þan û þerefa Kurdistanê kiþandine, bibîne.
Hunermendê mezinê Kurd Kawîs Axa ku di dîroka hunera Kurdistanê de yekemîn hunermendê siyasîbêjê Kurd tê hesibandin, di qalibê lawikekê de li ser þehîdbûna lîderê Kurd Simkoyê Þikak hissên xwe wiha tîne ziman:
Lê dayê, lê dayê, lê dayê, þereka qewimî li Þinoya wêran bira çi mezine
Ewro emirê Taranê hatîye bo qumandarê Þinoyê, li niwêjê mexiribê
Bi tirombêla, axawo, eskerên xwe hînabûne yo, yo, yo, li niwêjê mexiribê
Bi tirimbêla eskeran xwe hînabûne, babê Xusro bi sê denga gazdike:
Babê Feysel, ewroke dest helîne, ciwabekê biben eþîrê Ebduyîya, ewro
Hatime kuþtinê danên þûna min Xusiro zaroye axawo cîyê mine
Lê dayê Mihteberê rebenê, Gulîzarê nemayê, Mirarîyê rebenê, niwêjê
Mexiribê dengê sê tîran û metrelozan agir berda vê dinyayê, kesê xêrxwaz
nebû ciwabekê bie eþîreta Herkîya, paþî babê Xusiro tovê egîdan li me
qeliya, wî kes nema axawo li dinyayê, ezê di heyfa kuþtina babê Xusiro
nîme ewro þahî û govende li naw ecemê Kerbelayê
…..
Strana jêr jî ji aliyê dengbêjê navdar Birê hatiye gotin ku têde behsa kuþtina Cewahir xanima jina Simkoyê Þikak jî bi destê leþkerên dewleta Îranê tê kirin:
„ Bê de wey lê, wey lê, wey lê
Lê lê Muhteberê rebenê, eskerê kiþiya ji Dîlemanê
Eskerê Heyder Paþa xwe da lo gulîzerê, kekê Xosiro paþê Kurda
þer
xweþ kiriye lo ser Îranê
De
wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê her bê de wey lê
Lê
lê Muhteberê rebenê wezê bi Þawilîya kawil ketin li vê fêzê
Sibeye
kekê Xosiro, Paþê Kurda ji mal siyar bû, esker li pey
Kete
du rêzê
Kekê
Xosiro, Paþê Kurda þer xwe kiriye lo ser Tewrêzê
De
wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, bê de wey lê lê lê
Muhteberê
rebenê wezê Þawlîya kawil ketim lo dev beyara
Ji
sibê de ser kekê Xosiro Paþê Kurda tê dengê gûla, topa, wan
teyara
Ehmed
Begê sê denga gazî dikir : Gelî cahêla çêbin, çê
bixebitin, wexta
Indada
me derê kekê Xosiro, paþê Kurda, gulla sîyara
De
wey lê, de wey lê, lê lê Muhteberê rebenê wezê
Þawilîya
kawil ketim di çe´ilê(çalê) da
Ji
sibê da eskerê Heyder Paþa dikiþîya ser Xosiro, paþê Kurda lo pêda,
pêda
Ehmed
begê gazî dikir: Kesek tune, cabekê bide kekê Xosiro, Paþê Kurda,
Muhteber xanim kuþtin, Xosiro Beg lo girtin di xewa sibê de”
De
wey lê, de wey lê, de wey lê, de wey lê....”
Jêder
û çavkanî:
Têbînî:
Ev nivîs yê di pêþerojeke nêzîk de bi awayekî berfirehtir di
piroja min ya bi navê ( Jiyana 50 Navdarên Kurd ) bi awayê pirtûkek
taybetî bê weþandin.