|
Þivan
Perwer û TRT Þeþ!! Kakþar
Oremar,
kakshar_oremar@yahoo.de
Birastî jî ger Þivan here û di TVyeke wiha da konsertan pêþkêþ bike an jî bibe xwediyê bernameyeke heftane, ezê ji huner, siyaset û kesayetiya wî bikevin þûbhê. Gelo ma ger kesek li dijî sîstemeke înkarger û xwedî hemû xisletên xwe yên kolonyalîstî, tenê bi deng û saza xwe þer bike yê heqareteke wiha bipejirîne? Ma Þivan Perwer nebû ku bi dengê xwe yê zelal û hunera xwe ya bilind tevkujiya Dêrsimê, xwînmêjî û xwînrêjiya Kemalîstan li Agirî û Geliyê Zîlan, canfîdayiya Pêþewa Qazî Mihemed li Mehabadê, mêrxasîya Mistefa Barzanî, berxwedana qehremanê milî Mezlûm Dogan, þehadeta tijî mezlûmiyeta Dr. Qasimlo li xerîbiyê, name û evîna Abdulah Ocalan, hunera Delîl Dogan, hesret û xweziyên Cegerxwîn û... bi rêya kilamên xwe yên cewherdar hem bi bîra me anînin û hem jî bi vêra sewiya rewþenbîriya siyasî-civakî di nava Kurdên Kurdistana mezin û cîhanê da bilind kir?! Kesekî wiha çawa dikare hema rihet biryareke wiha xerîb û dûr ji çaveraniyê bide? Ma negotine hunermend neynika êþ û elemên civaka xwe ne? Gelo di vê derbarê da ma Þivan Perwer di warê exlaqî û siyasî da xwe berpirsyar nabîne? Ewê bi kiryareke wiha ra çawa bersiva keda xwe ya dîrokî bide? Ma wî nav û navdariyek wiha mezin wiha erzan qazanc kiriye?!
Dengê
Þivan û Bîranînek Qet
vê bîranîna xweþ ji bîr nakem: Sala 1988an dema ku Helepçe bi çekên
kîmyayî hate bombe kirin, li xerîbiyê dilê me teva pir teng bû. Di malê
da hizur nema. Em hingî li bajarê Tewrêzê bûn. Wê rojê bi bihîstina
xeberkî wiha em tev ji bo xerîbî û bêkesiya Kurda giriyan. Bêdengiya
cihanê li hemberî vê cinayeta mezin teisîreke pir nigatîv li ser hest
û riha mezinên malbatê danî. Demek derbas bû. Kekê mnin Hesen ji babê
min re got:“ babo dibêjin Þivan li ser qetiama Helepçê stranek
gotiye. Ezê îro êvarê herim Urmiyê û sibe zû kasêtê bînim û bêm.
Tu çi dibêjî?“ Babê min bi dilekî tejî êþ jêre got:“ baþe
babo, here, lê di rê da þiyar be kes kasêtê nebîne. Carekê pasdara li
ser kasêteke wî têr û pir li birayê te xistine, min gelek pere xerc
kirin heya min ew ji destê wan çeqela deranî, tu jî nekeve destê wan
lawo... zû here û zû were”. Hesen
çû û roja piþtre danê êvarê vegerî. Lê
di rûyê wî da xemeke giran hebû. Sedem ew bû ku wê stranê li herêma
Urmiyê bandoreke gelek li xelkê kiribû û Hesen jî bi vê rewþê ra pir
nerihet bibû. Bi her awayî em wê êvarê tev bi bihîstina strana Helepçe
giriyan. Hêsirên jiyana li xerîbiyê bi bihîstina dengê Þivanê rêber
û hunermend hinek êþa dilê me kewand. Hingî babê min tiþtek got ku
pir watedare:” Kuro law bi Qûrana kerîm û Xûdayê mezin kim dengê
vî malnexerabî ji hezar top û bombeyan bi bandortire. Ma heya me kesên
wiha hebin Kurd yê bimirin?! Ne.. ne... ne mumkine, ha ez niha dizanim ka
çima dewletên dagirker ji dengê wî ditirsin...” Dengê
Þivan hingî di çavê me da weke wehiyeke îlahî û esmanî bû. Hemû
zor û tirsa neyaran li aliyekî û Þivan û hunera wî jî bi tenê li
aliyekî, dîsa þêrê meydana þer Þivan Perwer bû. Armancên
AKPê çine? Armanca
AKP ji çêkirina TRT þeþê xuyaye: Li bakurê Kurdistanê hereketeke
siyasî, mezin û bihêz heye. Gerîlayên qehreman û rêzanên doza bi þan
û þeref, bi þer û siyaseta xwe ya bi hevre hêdî-hêdî hêlîna dagîrkerên
Tirk ya hezar salan li bakurê Kurdistanê anîne halê hilweþînê. Kurd
êdî ne Kurdên berêne, DTP û PKK´ê her yekê di warekî da nefesa
rayedarên AKP`ê li Kurdistanê di singê wan da anîne halê fetisandinê.
Tirk baþ dizanin ku bi vê rewþê ra ew êdî nikarin kela Kurdîniyê li
bakurê Kurdistanê biherifînin an jî feth biken. Êca dixwazin bi rêya
zimanê me, ji bo armancên xwe yên demî TRT þeþê vekein. Li derve jî
bi milyonan dolar û Euro xerc dikin ku Roj TV bi yekcarî ji holê rakin.
Herwiha xala herî balkêþ ewe ku di zagunên sîstema serdest da hêþta jî
zimanê Kurdî bi awayekî fêrmî li hemû erdniugariya komara Tirkiyê
yasaxe. Ew tenê dixwazin di van çend mehên mayîn da propagandeyên ji bo
hilbijartinan li dijî aliyê Kurd biken. Wan li ber e ku bi rêya hinek
Kurdên xwe firoþ di vê qadê da jî lîstikekê bi serê Kurda bînin. Ma
ew ne neviyên Osmaniyên bi dek û dulabin? Di
rewþeke wiha da AKPeyî dixwazin ji kesayetiyên Kurd yên xwedî karîzma
sûdê bistînin. Lê bawer nakem Þivan Perwer bikeve vê davikê. Xweziya
arþîva MITê ya 30 salên derbasbûyî niha biketa ber destê Kurda, hingî
Þivan jî têda me teva dê bidîta ka wan li ser wî hunermendê mezin çi
nivîsîne û çi hisab ji paþeroja wî ra kirine. Niha ew gorên har bi kîjan
dilsozî û demokrasiyê ketine wê fikrê ku ji „Tirkiyên çiyayî“
re Tvyan veken û hunermendên Kurd yên naskirî ji xwe ra bikar bînin!? Kirnî
çi dixwazin? Elbete
ji bîr neken ku: hinek çeqel û berjewendîperest hene ku ji bo debara
jiyana xwe ya rojane belkî dixwazin ji hisên Þivan yên hunerî û
Kurdistanî sûîstimal biken û wî razî biken ku here TRT Þeþê, lê ew
bêexlaq û bêpirensîp gere bizanin ku bi karekî wiha ra ew tabût û
kefenê Þivan jî pêra diþînin!. Wî dikujin, bi zindî wî dimirînin
û hemû keramet, xebat û keda wî ya salên dûr û dirêj bera avê
didin. Ma evane jî ji xwe ra dibêjin Kurd? Ma ew însan nin? Kirniyên ku
hînî mijadina xwîna mirovan bûne û tenê li ser piþta xelkê dijîn,
þermê ji dîroka tejî êþ û xwîna gelê Kurd naken?... Hîvîdarim
mamosta Þivan Perwer zêdetir ji salên berê bi wezîfeyên xwe yên siyasî-dîrokî
bihese û êdî xwe ji van cûre kesên wiha dûr bigire. Em hê jî têhniyên
berhemên wî yên nebihîstî û nûne, berhemên ku divê weke:”
Helepçe, Xewna min, Lo Mamo, Ez Xortê Kurdim, Kîne Em, Agirî Xwîn digirî,
Hevalno hoo, ” û bi sedan kilamên wî yên din ku bêmirin bikevin rûpelên
dîrokê. Þivanê
ku ez nas dikem naçe TRTê, izinê nade ku heta stranên wî jî li wir bên
weþandin. Rolê ku îro ostad Mihemed Riza Þeceriyan li dijî rejîma
paþveroya Îranê dilîze, pêwîst mamosta Þivan jî li dijî înkargerên
Kemalîst û sextekarên AKP`eyî bilîze. Pêwîst nake ez behsa Victor
Jara bikem ka ji doza gelê xwe ra çi kir û çawa þehîd bû. Di
karê xwe da Þivan ji rêber û partiyên Kurd ne kêmtir e û ne jî kêmtir
xebitî ye, lê mixabin di van salên dawiyê da dengê wî êdî nagehe çiyayên
Kurdistanê. Nizanim bilbilê sedsalê, sultanê stran û awazên þoreþgerî
çima ji çiyayên qehreman perwer qehiriye?!! Yê ku ji aliyê helbestvanê
milî Ebdulah Peþêw ve wek „sefîrê huner û strana Kurdî“
hatiye binav kirin, êdî weke salên berê aktîv nîne.!! Ma ew nizane ku
tehemula çiya mezin û Þivan Perwer ji çiyan jî mezintire? Gelek
kesên din diçine TRT Þeþê ku bistirin û kar bikin, lê hemû li aliyekî
û Þivan bi tenê li aliyekê ma. Gelo sedem çiye ku Kurdên hemû deverên
Kurdistanê ji bihîstina xeberekî wiha xemgînin?!! li gor min sedem ewe
ku êdî Þivan di dîroka hunerî-siyasî ya Kurdan da bûye mîrasekî
nemir û dîrokî. Reakisyon tev ji vira tên. Weke din jî ma ji vir û pêda
Þivanê Kurda muhtacî nav û þuhretêye? Ma pêdiviya wî bi pere û malê
dinê heye?... bawer nakem, çimkî bi qasî ku ez dizanim di van her duyan
da jî ew bêkêmasiye. Wek
Kurdek xûlamê axa Kurdistanê: rica û daxwaza min ji hemû partî û rêxistinên
siyasî li Kurdistan mezinewe ku haya wan ji Þivanê xwedî emek û keda
mezin hebe. Mirovên
wiha her çend sed salan carekê tên rû erdê. Werin
em tev nebin “zindîkujên mirîpereset”. Heya nirx û eymetên
me yên netewî saxin bila qîmet û hurmeta wan bê girtin û zanîn. Wezîfeyên
me di roja îro da! Bakurê
Kurdistanê niha ji her hêlê ve xwedî rewþeke xwe ya taybetîye. Ji berw
ê jî gere em bizanin ku: Di roja îro da ji zarê 7 salî heya kalên 100
salî gere destê xwe bidene destê Kurdên bakur. Çimkî ev hilbijartin yê
di paþerojê da qedera gelek tiþtên din bidin diyarkirin. Kilîla çareseriya
pirsgirêka Kurd li bakurê Kurdistanê ye. Heya derya nehê rizgar kirin,
çikandina golê yê ji aliyê neyaran ve hêsantir be. Hîvîdarim mamosta
Þivan jî di nav da, hemû hunermend, rewþenbîr û bi ser hev da hemû
Kurdên Kurdistana mezin bi girîngiya van wezîfeyên xwe yên dîrokî
bihesin. Ji ber ku ji xeynî serkevtinê me tu rêyeke din li ber nîn e.
Bila poþmanî dîsa nebe bi para me. Pêwîste em dûrbîn bin û aliyê
din yê çiyan jî bibinin. 20.12.
2008 Almaniya
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org