Tehsîn Teha Amêdî : Destpêka Karekî Nû û Dîrokî

( 1941.Amêdî 28.05.1995 Holland )

Kakþar Oremar, navdarenkurd@hotmail.com

Amêdî, Amediya, Amêdîka Behdînan an jî Amêdîka Bilind ku di dîrokê de bi navê " paytexta herêma Behdînan" jî hatiye binavkirin, yek ji bajarên herî kevnar di dîrok û e´rdnigariya Kurdistanê de tê hesibandin. Bajarê Amêdîyê li ser çiyayekî bilind hatiye çêkirin ku tenê du rêyên bi navê Dergehê Mûsil û Dergehê Barzan riyên ketin û derketina bajarin.

Di dergûþa vî bajarê kevnar û 3000 salî de gelek mîr û hakim, helbestvan û nivîskar, dîrokzan û zimanzan, mêrxas û qehreman, dengxweþ û hunermend rabûne ku kar û xizmeta wan nayê ji bîr kirin.

Hunermendê nemir Tehsîna Teha di sala 1941an û di nava malbateke nîv hal xweþ de li vî bajarê dîrokî hat dinê. Navê dayika wî Xurbet e û Teha Mihemedê bavê Tehsîn jî ku karmendekî dewletê bû, zû pêhesiya ku ji nava çar kur û pênc keçên wî Tehsîn di hinek warên civakî û hunerî de xwedîyê taybetmendiyên cudaye. 

Tehsîn ji zarokatiyê li ser ava " Kanîya Mala "(1) bi hevalên xwe re dilîst û hertim bi dengekî bilind ji wan re distirî. Dengê wî ji zarokatiyê bala xelkê dikiþand ser xwe, lê kesî nedizanî ku ev deng yê rojekê di nava hemû Kurdan de bê hezkirin û belavî her cihekî bibe.

Ji salên 1960an û pêde Tehsîn Teha bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê  hunerî kir. Di destpêkê de bi karê þanogeriyê(lîstikvanî û sinaryonivîsandinê) derket pêþberî gel. Lê tenê bi karê þanoyê têhnatiya wî ya ji bo hunerê nediþikiya û dîsan jî vegerî ser dengê xwe  û xwest bi stirînê vî karê ku hemû evîna wî bû, bidomîne. Gehþtina bi vê xweziyê di wî çaxî de karekî wiha hêsan nebû. Sedemên olî, paþverûtiyên civakî, taybetmendîyên dijwarên serdema feodalîzimê, astengên bi kelem bûn li ber piyên wî  . " Mitrib" peyvek çewt û nîþana sivikatîyê bû ku piraniya xelkê heta ji hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Nesrîn Þêrwan, Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Tahir Tofîq û ...yên din re jî digotin. Ji xeynî vî derdê giran ku huner û dengê gelek keç û xortên Kurd di gewrî(qirik) û singê wan de fetisandibû, bindestiya Kurdistanê serbarê hemû derdan bû. Evîna Tehsîn ya ji bo doza Kurdistanê tiþtekî eþkere û sirûþtî bû, lê ewê çawa vê evînê bike evîneke zindî û ji nava dilê xwe derxîne û bide kifþkirin?! Ewê çawa vê evînê bi gelê xwe re parve bike? ...û gelek pirsên din xwe li ber çavên Tehsîn ciwan û armancdar dan xûyanîkirin.

Tehsîn pir fikirî ku çawa dest bi karekî nû bike ku hunermendên beriya wî nekirine!!. Ji bona wê jî hêz da xwe û çendîn caran ji xwe re wiha got:" Destpêka her karekî dijware, lê ezê sinorê vî a´detê kevin biþkênim û van perdeyên reþ biçirînim...".

Tehsîn Teha bi helbesta nû ku bi navê "helbesta Îro" jî dihat naskirin dest bi " Strana Kurdî ya Nû " kir. Ev bizavek nû bû ku bi taybetî di nava nivþê nû (çîna ciwanan) de bi germî hat pêþwazîkirin. Gelek kesan xwestin di destpêka vî karê nû de vê " sonnetþikênî" ya Tehsîn Teha mîna guneh an jî tawanek mezin di nava gel de bidin nasandin, lê heza piraniya ciwanên Kurd yên ji hemû deverên baþûrê Kurdistanê, zû dijberên hunera wî ya nûjen bêdeng kirin. Pîvana gel ji bo wî pîrozîyeke mezin bû.

Tehsîn Teha di hêrêma Behdînan de yekemîn kes bû ku bi awayekî nûjen strana Kurdî ya nû bi awazên nû da destpêkirin. Ev jî karekî girîng bû. Ji ber ku hertim kesê ku karekî nû dike, ew kar li ser navê wî tê tomar kirin. Nemir Þemal Sayîb li herêma Soran û Tehsîn Teha li herêma Behdînan ya baþûrê Kurdistanê wek serkêþên ve destpêka dîrokî tên naskirin.

 

Mesajên siyasî û heza Kurdistanê di stranên Tehsîn Teha de              

Ji bo ciwanekî nûkar yê mîna Tehsîn Teha, pirsgirêk tenê xwîndina strana nû nebû, ji wê girîngtir xwezîya wî ew bû ku bi rêya vê stranê evîn û mejiyê gel jî hinekî bilivîne û ramanên nû têde biafirîne. Hêza ciwanên Kurd bêxe liv û lebatê ku li hemberî asîmîlasyon û neteweperestiya dijwara e´rebên Beesî pêngavekê hilgirin. Ji bona wê jî li Dihok, Hewlêr, Amêdî, Silêmanî û Bexdayê dema ku heta generalên Beesî jî di konsêrtên wî de amade bûn, bi dengekî bilind qêriya:..." Ev warê he warê meye, warê meye, ma tu yê çawa ji me bistînî, bistînî,...". Ev durist di demekê de bû þovînîstên Beesî li Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil, Mendelî û gelek herêm din yên baþûrê Kurdistanê dest bi siyaseta çewta asîmîlasyon û e´rebîkirina axa Kurdistanê kiribûn.

Tehsîn Eeha di hemû stranên xwe bi awayekî nihînî mesajên xwe yên Kurd perweriyê dide xuyakirin. " Bihêre Distar, Milletê me nemire, Xewin, Newroze, Ay Felek, Xalxalokê, Behdînan, Mala me li serê mihelê " û bi dehan stranên nemir Tehsîn Teha tev jî xwediyê mesajên siyasîne ku her yek piþtî çêbûna rûdanekê di Kurdistanê de hatiye çêkirin. Bo nimune: Dema ku li sala 1975an þoreþa nemir Mistefa Barzanî têkçû, Tehsîn Teha strana " Ey Felek" got û li ser xiyaneta dagirkerên Kurdistanê careke din ji partî û rêxsitinên netewa xwe dawa pêkanîna hevgirtineke yekcarî kir.

Dr. Bedirxan Sindî û gelek helbestvanên din yên herêma Behdînan helbestên xwe pêþkêþî Tehsîn Teha dikirin ku bi dengê xwe yê gerim û awazek xweþ bike stran.

Di çaxê ciwanî û kemlîna hûnera wî de jiyana bindestî ji aliyekî û mirina bêwext û dûr ji Kurdistanê, qedera hunermendekî ku xwe ji êþ û janên gelê xwe dûr naxe, ji mere dide xuyanîkirin. Hemû jiyana Tehsîn Teha di nava etmosfêrekî tejî tirs derbas bû. Lê wî ji dagirkerên welatê xwe re stran negotin. Ji bona wê jî hunera wî hunerek resen û nemire.

Piþtî ku ji sala 1991an û pêde  baþûrê Kurdistanê ket destê Kurdan, azadiya xaka nîþtiman derfetên nû ji hunermendan re jî afirandin, lê Tehsîn Teha ji ber êþa dil xwest xwe bigehîne Ewropa. Ew bi hizar hesret û xwezîyan ku rojekê yê bi dilekî saxlem vegere Amêdîka bedew û kevnar, xwe gehand welatê Hollaneda, lê penaberiya wî nehat pejirandin. Êþa dil roj bi roj ew digûviþand û mixabin ew bêkes û xwedî, li dûrî Kurdistanê di roja 28.05.1995an dilê Tehsîn Teha ji lêdanê sekinî.

Dema ku Tehsîn Teha ji bo cerahîkirina dilê xwe pêwîstî peran bû, mixabin hemû rêxistinên sîyasî, dewlemend û saziyên Kurdan ew ji bîr kiribûn, lê dema ku tabota wî þandin Kurdistanê zêdetir ji heft hizar dolarên Emrîkî pêre þandin!!. Ev di rewþekê de bû ku kêmtir ji vê hejmara peran dikarî êþa dilê wî derman bike û ew ji bo gelek salên din di nava me de bimîne. Em Kurd bi taybetî û hemû gelên Rojhilata Navîn bi giþtî " zindî kujên mirî perest"în. Lê xala herî girîng eve: Pêwîste heya nirx û eymetên me saxin, em tev qedirê wan bizanîbîn.

 

Wesiyetnameya Tehsîn Teha

Tehsîn di kasêtekê de ku ji xanima xwe (Hebîbe) û her çar kurên xwe( Vehêl, Gelvan, Warvan û Dîrhat) ji welatê Hollenda þandibû Amêdiyê wiha dibêje:" Daxwaza  min ya herî pêþîn serxwebûna Kurdistanê ye. Pêwîste Kurd qet li doza welatê xwe xiyanetê neken. Ger ez rojekê mirim min li axa Kurdistanê veþêrin. Lê beriya veþartina min li goristana Amêdiyê ava " Kaniya Mala" li laþê min bireþînin û piþtre min di nava dilê axa Kurdistanê de veþêrin..."

Bi giþtî Tehsîn Teha xwediyê 8 kasêtane ku bi zêdetir ji sed stranên siyasî û folkilorî têde cih digirin. Tehsîn Teha bi hunermendên mîna Gulbihar û Eyþe Þanê re jî stranên duqolî gotine û bi wan re li Dihok, Hewlêr, Bexda û gelek bajarên din yên Kurdistanê konsert pêþkêþ kirine.(2)

 

Têbînî:

1. Kaniya Mala: Li baþûrê bajêrê Amêdiyê kaniyeke ava sar heye ku jêre dibêjin " Kaniya Mala ". Tehsîn Teha hemû salên zarokatiya xwe li ser vê kaniyê derbas kirine. Ev kanî û seyrangeha Sûlav du cihên herî xweþin li derdora bajarê Amêdiyê.

2. Ev nivîs tenê ji bo bîranîna 8´mîn salroja wexera dawiyê ya hunermend Tehsîn Teha hatiye we?andin. Nivîs bi awayekî berfirehtir yê di proja min ya bi navê" Navdarên Kurd" de bê we?andin.