|
Terror
Çiye, Terrorîst Kîne?
Kakþar
Oremar, Kakshar_oremar@yahoo.de
Di
ferhanga siyasî da peyva “Terror”ê peyveke Latînî û tê
wateya tirs, wehþet, mirovkujî û kirina karên hovane. “Terrorîst”
jî bi alîgirên tirsandin û zorê hatine nasandin. Terror bi wateya xwe ya îro ji dawiya sedsala 19an tê dîtin, lê bikaranîna peyva” Terrorîsim”ê ji çaxê xebata Anarþîstên(1) Ewropa destpêkiriye. Dema ku alîgirên “Bakunîn”(2)(ku xwe þoreþger dihesibandin) li dijî nezim û dîspilîna civakê dest bikar kirin û bi terrora kesayetî û bombedayînan dixwestin dîspilîna bi navê “dewlet” ê têk bidin, êdî peyva terrorîst bi wateya alîgirên çêkirina tirsê ket nava ferhenga siyasî.
Îro
piþtî þerê cîhanî yê duyê terrorîsim mezintirîn xeter an jî tehlûkeye
ku emniyeta cîhanê xistiye bin tehdîdê. Û di vê cîhana reþ û spî
da em Kurd ketine ber bayê terrora Reþ û Spî. Ziyana herî mezin me Kurda ji terrorê dîtiye.
Terror
çiye û terrorîst kîne? Zimanê rojnameyan di eþkerakirina van cinayetan
da rolê xwe yê pozîtîv hebû. Ez texmîn dikin ku bi dîtina van wêneyên
ku cara yekê di rojnameya Ö.Politika da hatin weþandin, êdî ji vê zêdetir
belge ne pêwîstin. Çimkî bêkerametî, sivkatî, birîndarkirina hissên
insanî û siyaneta hemû mirovên rû erdê di laþên linç-linçkirî da
xuyane. Kesên xwedî wijdan ji insanbûna xwe þermê dikin. Pirsa yekê
jî ku tê eve:“ Gelo mirov çawa dikarin li hemberî kesên mîna xwe
wiha hov û dirinde bin?!! Kîne yên ku mîna çeqelan mirovan dihincinin?
Li kû, di nava kîjan çandê û çawa mezin bûne ev heywanên
han?!!“…. Faþîstên
Tirk ji mêjda ye ku azmonên xwe yên mirovheziyê(!!?) ji raya giþtî re
pêþkêþkirine. Berê ew destperwedên Sûltan Ebdulhemîd û Talatpaþa
bûn û îro jî xwîndingeha Kemalîzimê ew hînî xwînrêjiyê
kirine. Xwîndingeha Kemoyê
ku ev zêdetir ji 80 salaye li ser vê mentalîta xwe ya bêwate bi îsrarin:“
tek dil, tek bayrak ve tek ülke“.(3) Karê
herî ecêb jî ewe ku birêveberên Tirkiyê îro jî bi van bîr û rayên
xwe yên rasîstî dixwazin welatê wan bikeve nava Yekîtiya Ewropa!!. Bêdengiya
Ewropa û raya giþtî li hemberî van kiryarên dûr ji exlaqê mirovahiyê
jî balkêþe. Dema li Ewropa kûçik an jî mirîþkeke wan tê kuþtin, êdî
hemû rêxistinên mafê ajel û mirovan dikevin nava liv û lebatê. Li her
derê fotoyên kûçik û mirîþkan bilind û bi dengekî bilind diqêrînin
“ Em vê zulim û heqareta li dijî heywanên bestziman napejirînîn…“.
Bi vêre jî medya wan (ji radio û TVyan bigire heya rojnameyên rojane û
herêmî) li ser vê bêedaletiya ku wijdana mirovahiyê nerihet kiriye(!!)
dinivîsin û bernameyên taybetî çêdikin û hwd. Lê ez nizanim ew
dewletên ku her roj zêdetir ji xwarina xwe ya rojane behsa demokrasî û
mafê mirovan dikin, çima cendekên xurt û keçên Kurda yên parçe-parçebûyî
nabînin?!! Pîvanên wan yên homanîstî çine? çima li ber çavên wan
biha, reng û nasnameya gelan cudaye? … û pirs û sed pirsyarên din… Ger
Ewropî tenê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî çavê xwe ji hemû
kiryarên hovane li bakurê Kurdistanê bipoþin, êdî demokrasiya wan tê
çi wateyê? Divê Kurd li hemberî sivkatîyên wiha bênimûne di cîhanê
da çi bikin? Çima em ji xwe napirsin ka çire jiyana me wiha erzane?! Çima
Jiyana Kurda Erzane? Kurd
ji hêla þexsiyet,
ziman û fîzîkî ve hatine terror kirin. Di dîroka sedsalên derbasbûyî
da jiyana netewên bêdewlet hertim erzan bûye. Îro di nava gelên cîhanê
da Kurd mîna mezintirîn gelê bêdewlet tên nasakirin. Ka rojê çend
cara divê em ji xwe pirseke wiha bipirsîn: Çima di nava hemû hoz, tîre
û netewên cîhanê da tenê em bêdewletin? Ma rûreþî ji vê mezintir
çiye ku zêdetir ji 45 milyon mirov bêjin em hene lê hêjî bêdewlet
bin?!! Kê qedereke wiha ji mere daye diyarkirin?: Me bixwe an jî nizanim
filan peyman û bêhman protokolê?... Êdî
mirov bi cesaret dikare bêje ku: belê lîstikvanên sereke di vê qadê da
berê bav û kalên me û îro jî em bixwe ne. Em hînbûne tim bêjin:
Bi peymana Qesrûþirîn Kurdistan kirin du parçe, bi peymana Lozan û Sêvêr
Kurdistan bû çar parçe û….“. Hizar heyf û mixabin tenê bi vê
rêyê ye ku em xwe ji sûçên dîrokî beraet dikin. Ez
di wê baweriyê dame ku him ji mere û hem ji hemû kesên ku dibêjin em
mirovin, ev neng û rûreþiyeke dîrokî ye ku hizar salan jî spî nabe. Ji
welatên biyanî re protokolên aborî ji her tiþtê vê cîhanê girîngtire.
Bila zikê wan têr be lê laþê serok, gerîla û pêþmergeyên Kurd bên
parçe-parçe kirin. Derdê me hemû petrol û dewlemndiyên axa mene ku ji
gelên serdest û kedxwaran re jî bûne derman, xweþî û hizar îmkanên
din.
Îran
û Serkêþiya Terrorîsimê Bi
perên petrola gelên Îranê 25% budceya welatekî mîna Îranê ji
wezareta êtlaatê(istixbarat) re hatiye destnîþankirin. Bi van îmkanan
em dibînin ku îro di Rojhelata Navîn da Îran serkêþiya terrorîstên
Hizbullah û Þîîyên radîkal dike. Destê wan di þerê navxweyî li Îraqê
jî tiþtekî eþkeraye. Komara
Îranê navê“ Îslamî“ li ser xwe danîye“. Lê terror di îslamê
da metrûd(heram) e. Hemû zanyên dînî dibêjin ku di îslamê da terror
û kuþtina mirovan bi awayê komel herame. Çimkî îslam dînê biratî û
rehmetê ye. Herwiha ew dibêjin: Di nava gelên cîhanê da an ola me û
wan yeke an jî ji her tiþtekî girîngtir em tev weke hev insanin.
Karnameya Komara Îslamîya Îranê ji hêla mafê mirov û terrorê ve di
nava raya giþtî da karnameyek reþ e: Terrora
Dr. Qasimlo, Dr. Sadiq Þerefkendî, Þapoor Bextiyar, Dariyuþ Firoher,
Perwane Firûher, Mihemed Muxtarî û Mihemedcewad Pûyendê(du endamên
Yekîtiya Nivîskarên Îranê), Zehra Kazimî(wênegir û
rojnamevan) û bi dehan kesên din bû sedem ku bi rêya rojnameyên
reformxwaz li Îranê etmosfêrekî vekirîtir çêbibe. Ev bû sedem ku li
ser mirina Ehmed Xûmêynî, Seîdê Sîrcanî, Mecîd Þerîf, Pîroz
Devanî, Ehmed Mîr Elayî, Sencerî û Fatime Qaêmmeqamî goman çêbibe
ku destê îtilaata Îranê jî têda hebûye.
“Li
hemberî terrora navnetewî hemû wezîrên 25 welatên Yekîtiya Ewropa
roja pêncþemê 1ê Dêsambira sala 2005an bernameyek nû li ser esasê
xebata li dijî terrorîsima navnetewî pejirandin”(4). Jêrnivîs: 1.
Anarþîst( der Anarchist): Alîgirên tevlîhehkirina dîspilîna
civakê. Herc û mercxwaz. 2.
Mîkhail Aleksandrovîç Bakunîn( 30 May 1814- 13 Hezîrana sala
1876) anarþîstekî navdarê Rusîye û mîna „bavê anarþîsimê“
hatiye binavkirin. Ew weke temsîlkar kesê yekemîne ku bîr û ramanên
anariþîstîyê belav kirine. 3.
Yek ziman, yek ala û yek welat. 4.
Radioya BBC(beþa Farsî) |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org