|
TRT 8: Îtiraf bi Guneheke Dîrokî…
Kakþar
Oremar,
kakshar_oremar@yahoo.de
Ji
sala 1978an Tirk bi xetereke mezin hesiyan, lê êdî PKK ava bibû. Wan ji
jêr sifrê dest pêkiribû û gel rakiribûn ser piyan. Gel bi rêya kadroyên
can fîda bi hebûna xwe hesiyabûn. Bi rijandina xwîna keç an jî xurtekî
Kurd deh ciwanên din ji xewa mirinê þiyar dibûn. General û faþîst ji
vê rastiyê tirsiyan. Bi dewletên biyanî û îdeologên xwe ra ketin nava
þêwr û tedbîrê ku li pêþberî vê bizava mezin karekî biken. Bizava
ku evîn û hesreta lîder û kesên weke: Kiyaksar, Diyako, Mîrê Botanê
Bedirxan, Þêx Ubyedulah Þemzînî, Xalidbegê Cibirî, Þêx Seîdê Pîran,
Seyîd Rizayê Dêrsimî, Mistefa Barzanî, Simkoyê Þikak, Qedemxêr, Þêx
Mehmûdê Berzencî, Qazî Mihemed û hwd ji nûve zindî dikir. Serxwebûna
Kurdistanê armanca wan ya herî pîroz bû. Bi vê armanca mezin Kurdên
bakurê Kurdistanê ji xeweke giran ku ew ber bi mirinê ve dibirin, þiyar
kirin. Encama liv û tevgera parêzvanên sîstema serdedest bû ev: Sala
1980an Kenan Êvrên wek gorekî dev bi xwîn yê sîstema desthilatdar
derbeya leþkerî pêk anî.“ Lê
êdî þoreþgerên Kurd riya xwe peyda kiribûn. Êdî Kurda jî li hemberî
sîstema Kemalîsimê ji xwe ra sîstemek ava kirin ku xêmê wê li ser
bingehê evîna Kurd û Kurdistanê ava bibû. Bi hezaran ciwanên Kurd ji
bajar û gundan berê xwe dane serê çiyayên Kurdistsnê. Bûn þervanên
doza xwe. Gelek mêrxas û keçên çeleng þehîd bûn, lê cihê þehîdekî
du kesa tejî kir. Hereket mezin û mezintir bû. Ji serê çiya hêlîna
xwe anîn nava gund, bajar û dilê dijiminê xwe yê înkarger jî. Û ji
vir û pêda þoreþ kete qunaxa xwe ya nû. Welhasil êdî navê Kurda jî
ket nava navan. Bi xêra xwîna þehîdên doza azadiyê Kurd jî popoler bûn.
Êdî cihanê jî nekarî xwe li hemberî realîteya Kurd bêdeng bihêle.
Reva Kurdan ya sala 1991an li baþûr û hereketa PKKê li bakurê Kurdistanê
dengê heqaniyeta doza Kurda gehande her dera dinê. Di
van rojan da behsa TRT heþtê tê kirin ku biryar waye ji serê sala 2009an
bi 12 saetan dest bi weþana bernameyên xwe bike, lê vê carê ne bi Tirkî
belkî bi zimanê Kurdî!!. Gelo ma „Tirkên çiya“ jî êdî hînî
þaristaniyetê bûne ku Tirkên mutemedin kletin bîra wan jî?! Li
sosreta dinyayê binêrin, rojekê digotin hûn tune ne û îro tên dest bi
avêtina pêngaveke wiha dikin. Li gor min niyeta dewlet û generalên Kemalîst
çi dibe bila bibe, lê ger TRT heþt dest bi weþana Kurdî bike ev bi serê
xwe îtirafeke bi guneh an jî sûçekî dîrokî. Çimkî ji destpêka çêbûna
komara Tirkiyê heya roja îro tenê navê yek netewe li hemû Tirkiyeyê heûye
û tenê jî zimanê Tirkî zimanekî fêrmî bûye. Berî demekê jî ger bê
bîra we Tayyip Erdogan hat û di dilê Kurdistanê da wiha got:“ An
hez bike an jî biterkîne“. Gotineke wiha elbete xizmeteke mezin bû
ji Kurdan ra, çimkî gelek Kurdên aqil sivik hê jî digotin:“ Keko
em tev misilman û birane, ma hûn ji Erdoganê camêr çi dixwazin
looooooo“, lê bi van gotinên dûr ji mentiqê ew aqil sivikên me yên
xwelîser jî bêtir bi esaleta xwe hesiyan. Bi
TRT heþtê ra ewê îtirafê bi ziman, dîrok û hebûna Kurd û Kurdistanê
jî biken.
Ma
Kurd li kû dijîn? Navê erdê wan çiye? Ma yê bikarîbin di taytêlên
xwe da tîpên Q, W, Î, Û, Ê bikar neynin? Tirk
bi vê rewþê re êdî nikarin Kurdan bixapînin. Ez mizgîniyê didim we
ku hele ewê neçar bibin ku gelek destûr û hiqûqên xwe yên din jî
biguherînin. Sedî 100 ew roj yê bê ku an komareke federal pêkbê an jî
Kurdistaneke serbixwe bê damezirandin. Êdî xewin dibine rastî.
Guherandinên cîhanê êdî ne weke berê hêdî ne. Cîhan bi hemû þêweyan
tê gûherandin. Belkî xwediyên sîstema serdest bixwezin TRT heþtê wek
aletekî xapandinê li dijî doza Kurd an jî xapandina raya giþtîya cîhanê
bikar bînin, lê ez dîsa jî dibêjim ku karekî wiha bi çi niyete dibe
bila bibe, lê ew îtirafê bi gubenheke dîrokî diken ku pê ra jenosîd
û cinayetên li dijî hemû mirovahiyê pêk anîne. Herwiha ew êdî
nikarin hema wiha rihet raya giþtiya cîhanê jî bixapînin. Ji
vir û pêda hêdî-hêdî tîrêjên wê rojê jî hiltên ku faþîstên
xwînrêj hisaba xwe jî bidene gelê Kurd. Rûçikê Ergenekonê yê rastîn
hingî yê baþtir bê kifþê. Ewê
neçar bibin ku rojekê di rojnameya „Mîlliyet“ê da wiha binivîsin:“
Hayali Kurdistan degil, iþte dogu ve guney dogu Kurdistandir“ Belê
bi vê ra ewê îtirafê bi guneheke din jî bikin: Kemalîst
û general yê þermê ji kalkên xwe Selçukan(1040 – 1157 zayînî)
bikin ku di sedsalên derbasbûyî da navê Kurd û Kurdistanê înkar
nedikirin. 05.
12. 2008 Almaniya
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org