Xweziya Mirin Nebûya Para Herkesî!

 ( Ji Bo Bîranîna Mihemed Arifê Cizîrî û Eyþe Þanê )

Kakþar Oremar

kakshar_oremar@yahoo.de

 

Cîhana hunera Kurdan di meha Kanûnê da du hunermendên mezin ji dest dane. 17.12.1986an Mihemed Arifê Cizîrî li bajarê Dihokê di temnê 74 saliyê da xatir ji jiyanê xwest.

Eeþe Þan ew xanima ku tenê ji ber xizmeta ji bo huner û strana Kurdî jiyaneke tejî êþ û elem di nava civaka Kurdistanê da bihûrand di 18.12.1996an bi êþeke giran serî danî.

He du bilbilên xweþxan ji bakurê Kurdistanê û di nava derya hunera Kurdî da kemilîn. Yek ji Cizîra Botan bû û bi kilamên Koçeran bi sedan kilamên Kurdî ji mirinê rizgar kirin, ya din jî ji paytexta Kurdistanê Amedê bû ku di xwîndingeha bavê xwe Osmanê û dengbêjên din yên Kurda de ket nava deryaya hunera Kurdî.

Mihemed Arifê Cizîrî bi tembûra xwe ya çar perde û dengê xwe yê þirîn û Kurdî zû di nava dilê gel da cihekî taybetî ji xwe re vekir. Dengê ku ji dil dihat û li ser hemû dilan jî rûdiniþt. Aramî bi can û rihê mirovan da datanî. Kilamên wî tevan ji kaniya gel bûn. Mïrasekî çend hizar salî ku bi denê wî xwedî tameke din bûn.

 
Eyþe Þana Kurd xwediya dengê þilik û nazik, xanimeke dûrbîn bû. Wê bi hizar xwelîseriyan pêngava yekê di rewþekê da avê ku sed astengî li ber rêya wê derxistin. Navên nebaþ û gefa kuþtinê lêkirin, lê wê dizanî ku rojekê ewê poþman bibin. Ji aliyekê piraniya Kurdan bi xweþiya dengê wê dibûne evîndarên kilamên bav û kalên xwe, ji aliyê din jî ew mîna jineke gunehkar tawanbar dikirin. Lê di roja îro de ew tev dizanin ku Eyþe Þan di wê serdemê da çiqas zana bûye ku hemû nerhetî pejirandine, lê li hemberî çewtiyên civakî serî netewandiye. Ew dizane ku rojekê Kurd jî yê pêþ bikevin û qedrê wê yê bê zanîn.
Mihemed Arifê Cizîrî bi wî dengê xwe yê sed rengê têda bûn geh em dibirine nava derya dîroka Kurdistanê, geh jî evîna Eyþana Elî mîna rêze filmekê li ber çavên me zidî dikir. Geh li ser mêrxasiya Kurdan distirî, geh jî wesfa deþt, çiya, gund û bajarên Kurdistanê dida. Carna jî bêbextiyên Roma Reþ û Ecemên derewîn û carna jî li ser xiyaneta Kurdan ya li dijî hev mîna birîndarekî bêderman dinalîne û dikalîne. Dengê wî ji hêlekê û tembûra wî jî ji hêla din hevûdin dikemilandin. Deng û awazên ku mîna hingivê çiya û zozanên Ûrmiyê xweþ bûn û hizar xwezî di mejiyê mirovan da diafirandin. Gelo ma peyama hunerê ji vê hindê mezintir dibe ku dengek liv û lebata mirovan ya ji bo jiyanê zêdetir bike? Ferqa di navbera hunermend û pêxemberan da çiye? Ma her du jî bexteweriya mirovan naxwazin?

Karnameya Eyþe Þan gelek dewlemende. Ger tenê stranên ”Derdê hewiyê, Mem û Zîn, Cembelîyê Kurê Mîrê Hekariyê, Qederê, Welatê Min Diyarbekir, Heywax dayê, Lê lê Bêmal, Hesreta Dilê Min, Werin werin Pêþmergene, û …” ku bi hostatîyeke mezin ji aliyê wê ve hatine gotin, bêne þirove kirin, mirov yê pêbihese ku Eyþe Þanê baþ bi derdê gelê xwe zaniye. Strana Derdê hewiyê di çaxekî da ji aliyê wêve hate xwîndin ku jina Kurd ji hemû mafên xwe yên siyasî-civakî bêpar bû. Him ji aliyê sîstemên serdestve dihat serkût kirin him jî li cem mêrên Kurd qîmeta wê ya rastîn nedihat zanîn. Eyþna rewþenbîr di çaxekî wiha da rabû ser piyan û bi dengekî bilind wiha qêriya:” Welleh nastînim, bîlleh nastîn, derdê hewiyê Welleh nakiþînim…”.

Ev stran bi serê xwe rêbaza þoreþekê bû di dilê jin û keçên Kurdistanê da dîwarê tirsê diþkand. Ew neçar dikirin ku ji mêran re bêjin:” Em jî mirovîn, çima kerameta me diþkênin û hûn bi ser me da carekê heya sê caran jî dikarin bizewicin?...”.

Serhildana ku Eyþe Þanê bi dengê xwe dabû destpêkirin bû sedem ku êdî ew heya roja mirinê ji ezîztirîn kesên xwe dûr bikeve. Dema dayika wê di ber mirinê da ye ji birayên wê dawa dike ku izinê bidin ”Eyþana ezîza ber dilê wê” ku were ser wê. Lê ew vê xwesteka dayika xwe napejirînin û Eyþe Þan wiha dinalîne:

” Dayikê qûrban ava çemê Diyarbekir têye dîsa leme leme,

dayikê qûrban pêl li pêl dixe davê ser keleme,

wele îro dayika min nexweþe haya min tunîne

hêsirê çavê min dêrana Xwedê weke barana biharê diherike nasekine

Heywax dayê xerîbim dayê, heywax dayê bêkesim dayê,

bê te kesê min nemaye dunyayê ez bimirim dayê….”

Ji aliyekî rayerdarên sîstema Kemalîzimê stran û xebatên wê yên hunerî qedexe dikirin, ji aliyê din jî bira û kesên wê ew bi kuþtinê tehdîd dikirin. Ew çendîn caran ji kuþtinê filitî, lê li berxweda. Kesî nekarî dengê wê di qirika wê de bifetisîne. Ew bi hesret bû ku ji bo dîrokê karekî bike.

M. A. Cizîrî ji bo ku xizmeta hunera Kurdî bike cihê bav û kalên xwe terikand û xwe gehand baþûrê Kurdistanê. Wî derdê feqîrî û xizaniyê pejirand lê wijdana wî nedipejirand ku mîna Celal Güzelses xiyanetê li hunera netewa xwe bike û samanê hizar salan erzan bifiroþe wan kesên ku hebûna wan înkar dikin. Mihemed Arifê Cizîrî ew mêrxas bû yê ku di nava gel da jiya û heya dawiyê xwe ji êþ û kulên Kurdan dûr nexist. Carna bû avkêþê kulanên Cizîra Botan, carna di xwaringehan de kar dikir, carna dibû sûnetçî û carna jî hunermendê dîwanxaneyên axa û began bû. Lê di xanîyên teng û tarî yên feqîr û nedaran da jî distirî. Bêtir xwe ji çîna hejaran dihesiband. Çimkî dixwest bi serbilindî û bêminnet nanê keda xwe bixwe. Ew carna bi ser kul û xemên xwe de werdibû, têlên tembûra wî dilivlivîn, feqîr û hejar li dorê kom dibûn û bi dengê xwe yê tejî soza xerîbiyê diqêrand:

Xezal Xezal de hayê hayê   
Îro minê dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê
Þewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê… hayê ...
Ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim
Cem aþiq û cem xozana.. oy cefayê..

Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin
Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezal
Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan
Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa
Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal…”

Dengê wî yê nerm û germ ji aliyekî xemrevîn bû, ji aliyê din jî hîvî di dilê xerîb û feqîran da diafirandin. Ew xwedî îlhameke esmanî bû ku jiyan jêre dihate wateya dilxweþkirina gel. Xwediyê tembûra çarperde û dengê zelal êdî bibû melevanekî behra hunera Kurdistanê. Ji ber destê mamostayên þehreza rabibû, ji ber wê jî bû mamosta û di xwîndingeha wî da bi hizaran kes hatin perwerdekirin. Wî di hemû jiyana xwe xweþî nedît, lê dilxweþiya wî ya herî mezin sê tiþt bûn: Xwe ji Kurdan cuda nekir, dengê wî bû melhema birîna dilþewatên ziman û çanda Kurdan û xizmeta hunera Kurdistanê kir. Bi vî awayî M. A. Cizîrî di cîhana hunera Kurdî da bû xwîndingehek bêmirin.

Eyþna Osman di salên dawiya jiyana xwe da dema ku Kurdan dest bi serhildanan kiribûn dest bi afirandina berhemên nû kir. Dixwest li gor dem û çaxê bi gel re bimeþe. Ew di vê qadê da jî biserket. Carna li ser zulima Seddamê cinayetkarî stirî, carna serhildana Cizîrê bi bîra me anî û carna jî li ser bajarê Diyarbekirê xwend. Lê him folkolora Kurdî ji bîra nekir, him jî ji meydana hunera Kurdî derneket. Di parastina nasnameya muzîk û hunera Kurdî da pi bi îsrar bû. Gilî û gazindên wê ji tacirên hunera Kurdî pir bûn. Di wê bazara tevlîhev da rexneyên wê pir bûn. Zehmetiyên ku di salên reþ da dîbûn bi bîra herkesî dianîn ka çawa ji aliyê dagirkeran ve rastî astengîyên giran hatiye lê ji qada hunera bav û kalên xwe neçûye der.

Him Eyþe Þan û him jî Mihemed Arifê Cizîrî ji bo hunera Kurdî jiyan û evîna stran û zimanê Kurdî di dilan da zindî hiþtin.

Di dawiyê da tenê dibêjim: Xweziya mirin ne ji herkesî re bûya!!. Xweziya li gor ked, kar û xizmeta mirovan temenê mirovan jî bihata diyarkirin. Wê demê em pedihesîn ku Mihemed Arifê Cizîrî, Eyþe Þan, Meryem Xan, Hesen Cizîrî, Tahir Tofîq û hemû kesên ku xizmeta huner, wêje û zimanê xwe kirine, nemirine û qet jî namirin.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org