Zext û Zora Iranê Li Rojhilatê Kurdistanê…?!!

 

Kakþar OREMAR, kakshar_oremar@yahoo.de

  

 

Roja 17.07. 07 li bajarê Merîwan dadgeha sîstema tutaliter li Iranê hukimê îdama rojnamevan Ednan Hesenpor û çalakvanê sivîl Ebdulwahid Bûtîmar(Hîwa) eþkere kir. Careke din jî wan dijberiya xwe ya li hemberî bîr û ramanên azadîxwaziyê dan îspatkirin. Ednan rojnamevane û çeka wî pênûs û nivîsandin e. Berê di heftenameya Aso de dinivîsî ku ew jî ji aliyê dewletê ve hatiye yasax kirin. Tawanên Ednan û Hîwa sê tiþtin:

1.     Têkoþana ji bo hilweþîna sîstema komara Îslamî li Îranê

2.     Peywendî bi rêxistin û hizbên siyasî ve ku li dijî Iranê ne

3.     Þêwandin an jî tevlîhevkirina rewþa emniyet û asyêþê li Îranê

 

Ev di rewþekê de ye ku Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewleta navendiya Îranê ve hatiye mîlîtarîzekirin. Li her derê qirargehên leþkerî diyarin. Yanî sîstema komara îslamî bi zebir û zordariya leþkerî û çekdarî li Kurdistanê maye. Bi dîtina dîmenekî wiha tenê gotinek dimîne ku mirov dikare bi dengekî bilind beyan bike: Kurdistan welatekî dagîrkiriye…

Demeke ku ne tenê li Kurdistanê belkî li hemû Îranê bizav û çalakiyên xwîndkar, rewþenbîr, jinan, karkeran û gelên Îranê bi awayekî berfireh dest pêkiriye. Rejîma Îsmalî di hundir û derve de bi kirîzeke mezin re rû bi rûye:

1.      Biryarên þiwra emniyeta UN yek li pey ya din li dijî kiryarên dewleta Îranê,

2.      Destpêka duyemîn dewra hevdîtinên bi Amirîka re,

3.      Nêzîkbûna hilbijartinên þiwra îslamî li Îranê û nerazîbûna xelkê ji sîstemê

4.      Kirîza li dor duristkirina bomba etomî

5.      Desttêwerdanên di kar û barê dewletên Îraq, Efxanistan, Filstîn, Libnan û hevkariya hêzên terorîst li wan welatan.(Herî dawiyê çek û silahên ku Îranê dane dijberên dewleta Efxanitanê dengekî mezin veda).

6.     Dijberiya proseya aþtiyê di Rojhilata Navîn de bi rêya hevkariya bizavên terorîstî û îslamî.

Tevaya faktên jor bûne sedem ku Îran mîna rejîmeke terorîstperwer bê binavkirin. Hatina kabîneya Ehmedî Nejad rewþ derbasî qonaxeke xerabtir kiriye. Bi rewþeke wiha re demeke ku li hemû Îranê pêleke mezina tund û dijberiya li hemberî daxwazên gel yên demkoratîk destpêkiriye. Berî çend mehan berpirsyarê sendîkaya karkerên Îranê Mensûr Isanlo bi tawana piþtgîriya ji mafê karkeran hatiye girtin. Hale Isfendiyarî û Cihanbêglo(xwedî nasnameya Amirîkî) bi tawana kompiloya li dijî rejîmê bi þikenceyên fîzîk û meinewî ve rû bi rû mane. Berî çend salan Zehra Kazimî( xwedî nasnameya Kanadayî) jî di bin þikenceyên giran de li girtîgeha Êvîn li Tehranê hat kuþtin. Her roj li bajarên mezin bi navê îcrakirina zagûnên îslamê astengiyên jiyana gel zêdetir dikin. Fotoyên belavbûyî di van sîteyan de dikarin baþtir dîmenê Îranê yê civakî-siyasî di roja îro de raxin ber çavan:

http://www.tanaz2007.blogfa.com/post-62.aspx

http://peshmergekan.eu/index.php?id=341

Li Rojhilatê Kurdistanê jî rewþ pir xeratire. Ji xeynî Ednan û Hîwa berî demekê Mihemed Sidîq Kebodvend, Êclal Qewamî, Ako Kurdneseb jî hatine girtin û qedera wan nediyare. Herwiha Omîd Rehmanî jî ji nava malê derxistin û li ber çavê xelkê tîrbaran kirin. Rayedarên komara Îslamî bi çavê bîyanîyan li Kurda dinêrin. 

Îran qîmet û hurmeta konvansyonên navnetewî jî nagire. Genocida bîr û ramanên siyasî û îdolojîk zêdetir ji her carê li Îran û Kurdistanê berdewam e. Li Rojhelatê Kurdistanê serhildana havîna sala 2005an tirseke mezin ji dewletê re çêkiribû. Bi nêzîkbûna wê rojê re zext û zora êtlaat û hêzên taybetî jî li her derê zêde bûye. Herwiha peywendîya di navbera sazîyên sivîl de zêdetir û çalakiyên gelên Iranê jî geþtir bûne. Mesela yekîtiya nivîskarên Îranê piþtgiriyê dide çalakiyên karkeran. Dewleta Ehmedî Nejad ji vê hevgirtinê ditirse.

Di van rojên dawiyê da serhildan û berxwedana Kurdan ji bajarê Merîwanê destpêkir û protestokirin niha gehiþtine hemû deverên din yên Rojhilatê Kurdistanê jî. Bi van çalakiyên wiha re elbete kuþtin û cinayetên rayedarên komara Îslamî jî kêmtir dibin. Çimkî ew ji wê ditirsin ku dengê berxwedana Kurda bigehe hemû deverên din yên Îranê jî. Elbete rewþa baþûr û germahiya hereketa Kurdên bakurê Kurdistanê jî tirseke mezin di nava rayedarên Tehranê de afirandiye.

Di rewþeke wiha hesas de ku raya giþî li hemû cîhanê û hêzên mezin tev li dijî rejîma îslamî ya Îranê ne, sed heyf û mixabin partî û rêxistinên siyasî li Rojhelatê Kurdistanê bêpîlan û projene. Ne tenê bi hevre eniyeke hevgirtî çênaken, belkî ketine ser rêya perçebûn û dûrketina ji hev. KDP.Iran bûye du par, Komele jî di kirîzeke wiha de dijî û PJAK jî herçend ji her du rêxitinên berê aktîvtir e, lê ji bo hevgirtinê heya niha xebatên wan jî bêencam mane. Di nava welat de jî herekete rewþenbîrî û çandî heye, lê bêpiþtvaniyeke siyasî maye û nikare daxwazên xwe bi dewletê re bide pejirandin. Rewþa tevlîheva rêxistinên siyasî cesareta dewleta Îranê ya tepeseriyê zêdetir kiriye û mixabin rewþa siyasî, civakî û aborî jî roj bi roj li Kurdistanê be bi xerabiyê ve diçe.

Xuziya bi wê rojê ku rêxistinên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê ji van derfetên zêrîn feydê bistînin û heya roja wan ava nebûye, wezîfeyên xwe yên dîrokî cî bi cî bikin. Ger ew xwe niwênerên gel dihesibînin, divê ji bo daxwazên gel jî biryara xwe bidin. Berevajî van pêngavên girîng û dîrokî ewê rojekê di dîrokê de rûreþ û hisabeke giran jî yê biden gel.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org