|
bavê
bê dayîk zayî
Min singên kunê kêmaqiliya pirsên xwe di çavên demê de kutan kathijmêr, roj, hefte, heyv, û sal çûn çerxa demê li min zîvirî mija gumanan nêzîkî dil nebû bi tenê bê bersiviya pirsên min min di jûrê de ditevizînin. Ev ji yê berê hatî jî bêhn tengtir. Li peþberî min rewestiya ye. Bi tiliyên xwe riha xwe dixwerêne, Ez hem tirsiya me, hem jî þad bûm ku yekî ez pirsan jê bikim hat. Bi dîtina riha wî ya zerspîlok û qrêj. Spihgirtina min, hata bîra min. Di wê demê de, ya min ji tûne bûnê bû. Ji we re yek bi tenê, ji qarêja xwe û riha xwe bêjim.
Ez û Cimþît, di meha xilaseke
payîzê de, bi hevra birîndarbûn. Me
dixwest ku em herine cihê derman û bijîjk lê. Em
herdu ji lingên xwe birîndar bûn. pêþî çîroka van lingan ji were bêjim.
Lingê min yê çepê di îþkencê de þikan dibûn. Paþî demeke di þer de birîndar bû. Vêga ji dîsa ew lingê min birîndare. Yê hevalê
min ji, weke yê min dîsa lingê wî birîndar, pêþî di berfê de þewitî.
Paþî mîm di bin de teqiya, vega ji weke yê min gule lê ketiye.
Werhasilî
me berê xwe da armanca xwe û ketine rê. Riya me di Zagros re debas dibû.
Li ser serê Zagros li me bû þev. Ne xwerina me habû, ne jî cilên ku em
di nav de razin habûn. Mîna ku sira Zagros nebasbe jî, baranê dest bibarînê
kir. Bi vê rewþê em, heta nîvê þevê meþîn. Ku ji vê re meþ werê
gotin. Paþî me, kevirek dît ku baran li binê wî ne dihat. Em herdu
ketina binê kevir. Ji
bo em hev germbikin, cerina me piþta xwe didahev, cerina me berê xwe
didahev û me bi hilma hev paþila hev germ dikir. Min pifî paþila wî
dikir, wî pifî ya min dikir. Cimþît ji min re got ‘gelekî baþ e, ku
me ev kevir dît. Em bimirin jî neyar me, li vir nabinê û bi mirina me þa
nebê’ ez bi mirinê kenîm. Min bersiva, hevalê xwe bi gotine Nietzsche da, lê min ne got ku Nietzsche gotiye, bile dîzî ne wê bîra we. Zêda zimanê min ne digeriya. Zimanê min, di devê min de werimîbû. ‘Mirov deyîman, ji jiyanê re sedemekê dibînê. Em jî li wê sedemê digerin.’ Em wisa dipeyvîn, çavên rojê yên zêrîn silav li me kir. Hêdî, hêdî em, germ bûn û me dest bi kuþtina spihên xwe kir. Spihên me, ji leþkerên li pêþberî me þer dikirin, pirtir em nerihat dikirin. Ji bo vê yekê di her fersendê de me ew dikuþtin.Vêga ji ku vî cemêrî riha xwe xwerand, ew bîranîn hata bîra min. Ez zanim, hûn bi vê bîranîna min jî dikenin û dibêjin ‘ma ristikên dayîka we li ser serê wan çayan qatiyabû çi karê we li wir habû? Nexêr,
ristikên dayîka me neqetiyabûn. Hatibûne qetandin. Em hem li murîkên
dayîkên xwe û hem li dizên murîka digeriyan. bi
tehma dengê
bilurê em
ji
dayîka xwe hez dikin li
bakurê biskên dayê çêliyên
dêlegura
kubar dizûrin
baþûr
û rojava destên
reþikê jar digerin rojhilat
axayê fehilrovî mêjî
didizî jor
agir jêr
qîr û girî jin
û mêr kal
û pîr ez tu û
ew bêdeng
û xemgîn. Þerm
e camêr hê li paþ derî rewastiyaye, bila werê rûnê em suhbeta xwe bi
domîn in. -Ohhhh ji, jana bîranîn min, xwe jibîrkir. Tu li ser piyangirtî li min bibore. Fermo, fermo derbas bibe. -Tu bitênêyî? An civata te heye? Ji bo wê te, dereng ez derbasî jûrê kirim? -Belê, ez bi mêhvanên re dipeyîvim. Lê ew tûre bûne û naxwazin ku ez pirsan ji wan bikim. -Ez baþ zanim, te pirsên nepirs kirine, ji bo wê tûre bûne. -Dema
li hesabê we neyê, pirsên min dibine pirsên nepirs. Hûn dixwazin, ez ji
we re þelafiyan bikim. Lê hûn wê nabînin. Fermo,
derbas bibe! Ew
jî mîna yê pêþî derbasbûyî, xeftanê wî di ardêra dihat. Di destên
wî de, hin tiþtên ji bo nivîs binivîsê hebûn. Silav li civatê kir û
rûniþt. Min xwe negirt, min xwest yek ser jê bipirsim. -Tu
amedeyî, bavê dîrokê? Yan dayîka dîrokê? Ji
te re, bêjim bav an dayîka dîrokê? -Ez
bavê dîrokê me. Tu çima ji min re bêjî dayîk? -Bav ne afirênarin, ji bo wê min ku belkî tu bêjî, ji min re bêje dayîk. -Tu pirsa xwe bike. Zêde xwe neke feylezof, di vê kûnçika teng de. -Ji bo ku we, her li koçkên Keyan nivîsî, jûra min ji we re biçûk tê. Xem neke, min ev peyv pir bihîstiye. -Ka tu bêje Heredot, ev xeftanê bapîrên me ye? Dema te, li koçkên Persa dest bi nivîsandina, çîroka xwe kir dana te? -Min dîrok nivîsand, yên weke te çîrokan dinivîsin û karê we ye. Xeftan jî, min di pirtûka xwe ya, dîroka dinyayê de nivîsnad ku ji cil û berê Medan çêtir hê çênabûne. Min ji ku anîbê, an kê dabe min, ne karê te ye. Tu pirsên xwe bike. -Belê, bila dîrok be, min ne ji ti mehnê got çîrok. Lê ku çîrok neban dîroka te jî ne dibû. Ne wisa ye? -Min li gelek çîrokan guhdarîkir û min ya nêzîkî aqilê xwe nivîsî. -Lê çima tu tûre buyî dema min got çîrok? Tu bixwe dibêjê, min çîroka nêzîkî aqilê xwe nivîsî. -Belê, min serpêhatiyên berî min bûbûn, ji yên ku bihistibûn yan dîtibûn guhder kirin. Ez bi xwe jî li gelek welatan geriyem û min bi çavên xwe dîtin paþî min nivîsand. Ez li Mediya geriyem û min behsa avabûne împertoriya Medan kiriye. hilbijertina Kayê Medan Dîyako bi çi þêwê hatî hilbijertin nivîsî. Fermana wî ya, ji bo avakirina bajarê Hemedanê û heft surên li dora bajêr nivîsî. Ciwan û sipahîbûbûna suran nivîsî. Ji bo min dîtibûn, min baþ dikarî bi hemû þêwên wan binivîsim. -Li paþ te bi du hazar salan, Campanella ji berhem xwe re, kir bingeh û di rûyê te de, bîst û heft salan di girtîgehê de raziya. Navê berhema xwe, ji pasindana te, ya Hemedanê û heft sûrê wê girt û navê wê kira Welatê Rojê. - Çima di rûyê min de, di rûyê dîziya xwe de raziya û ji kêmaqiliya xwe. Çi karê wî ji dîn û dewletê heye? Dibe di welatê rojê de dîn û dewlet gel bi rê ve dibê, nekesek bi tena ser xwe. Min titiþtê wisa ne gotiya. Wî ji serê xwe çê kiriye. -Di bê ku tu bêjê, wî dizî negotiya bê Welatê Rojê li ber kîjan berhemê girtiye. Lê di dema ku Campanella berhema xwe nivîsî de kesî ne digot. Te jî ne gotiye, bê te ji kîjan berhemê girtiye. Ma newisaye? -Ehmeqo, ma di dema min de kes hebû? ku ez bêjim, min ji wî girtiye? -Çawa nebûn? Hûrîyên xwediyê þeristaniya welatê Sûmer çidikirin? Ferunên Misrê çidikirin? Hemû yan dinivîsandin. Berî tu binivîsê duhezar sal, li Uruk ê kayê welatê jor li nemirinê geriye Gilgamêþ. Tu bixwe, di pirtûka xwe de dibêjê, Hesidos û Homeros nîjda yezdanên yunaniyan danîn. nav û zêde nav li yezdanan kirin. desthilatî û karên wane ji hev cûda kirin. Nêrînên wan kifþkirin. Hesîdos û Homeros dîn û felsafa yunaniya çêkirin û tu dibêjî ew berî min bi çersad salî jiyane. Vêca çawa dibe ku kesî berî te nebû? - Serê her peyvê, gotinên min nebira! -çawa nebûn?
Ne tu dibêjê ez
bavê dîrokê me ku
dê nebî, te çawa za? mêr nikarin bizin. Divê
dayîk hebê heta tu bibê bav. Lê we nehiþt dayîka dîrok werê
naskirin. -Me
çima nehiþt? -We
dayîk kirine bin destên xwe û hemû feylezof û pêxember ji mêran çêkirin.
Ji bo wê, em yek dayîka dîrokê nas nekin. We em kirine xwedî dîroka bê
dayîk. -Li
vî ser jinikî binêrin, mêre mîna jina dipeyîvê. -Ez rastiya ku serê
hatî nuxûmandin dixwazim zanibim. -Tu pirsên xwe bi pirsa, ji min re þîrova neke. -Ka bêja, bavê bê dayîk zayî, ew împertoriya ku te gotî sed û pêncî salî rêveberî, ji hemû gelên derdorê re kirî, çawa bû, di rûyê xewneke de hate hilweþandin? -Ji min re, wisa hate gotin, min jî wisa nivîsand. -Di koçkên Persan de, ji te re hate gotin? Yan li komalên Atîna? -Li gelek deran dihate gotin. - Em bêjin rast bû, Asiyege keçeke bi tenê hebû û di xewna xwe de, didît ku dareke di nav çaqên keçikê de dertê, Asiya û Ewrupa digirê. Xewn zan, vê xewnê þîrove dikin û ji Astiyeg re dibêjin ku kurik dê ji keça te re çêbe û ev kurik dê têxtê te bigirê. Ew Astiyegê, ku Împrtora Medan bi rê ve dibe, aqil nekê, ku keça xwe bide yekî Med ku ji xwîna wî be? Baþ e, em bêjin ku aqil nekir û keça xwe da Persan. Dema ku kurik jê rê çêbû Astiyege kurik ji pîrikên buyînê girt û da wezîrê xwe yê herî nêzîk ku kurik bikujê. Wezîr jî kurik nakujê naxwazê ku bibê neyarê Kayê xwe û kurik dide þivanê kayê xwe ku þivan wî bikujê. Þivan jî kurik nakujê û weke kurê xwe mezindike. Lê dema ku kayê wî, bi vê dihesê serê kurê wezîr jê dikê û goþtê wî, didê wezîr. Serê
kurik jî nîþanî wezîr dike û dibê goþtê te xwerî goþtê kurê te
ye. Ne
wisaye? -Belê
wisa ji min re, hate gotin . -Lê
te got, ez çîrokan nanivîsim ev çi ye? Ez çi pirsê ji te dikim, tu dibêjê
wisa ji min re hate gotin. Eyîîî,
piyên min êþiyan, eyîîîîî çiqasî têþin hûn nizan. Salê neh, deh ceran têþin. Dibê ku hûn vêga bi min dikenin. Hûn dibêjin yê xwelkê ser we têþê, ya te çawa piyên te têþin. Raste xelk di nav bebatê de kûr dibin, ji bo wê serê wane têþê. Lê ya min babet, li ser serê min kom dibin, ji bo wê piyên min têþin. gelek di nav babeta xwe de difetisin. Netenê serê wan têþê. -Kî di nav babeta xwe de fetisiya? Tu ji kê re dibêjî? -Ohoo hûn heme digirin ser xwe, min ji we re got. gelek di nav babeta xwe de wilqasî kûr dibin difetisin. Min ne got tu. Bêja,bêja kiya yê ku di nav babetê de fetisî? -Mînek Nîetzsche jî, di nav babetê de kûr dibû lê paþî çi hete serê wî tu zanî? -Çi heta serê Nietzsche? -Ew Nietzsche ku digot tiþa her xirab dilþewitandine. Lê paþî ew xwe, tavêjê sikura Mehîna ku erabê dikiþên û bi wê digirî. Ji xwediyê mehînê re dibêjê gelek zehmetiyê neda dayîka min. Bi herdu çavan rondikan dibarêne. Duwezdeh salan bi vî helî dijî. Ev ne fetisandine lê çiye? Bavê dîrokê. -Dema ku ez tûre dibim tu dibêjî çima tu tûre dibî? Tu pirsan dikî? An buyaran dibêjî? -Em werin ser pirsên xwe. Baþ e, Astiyege wilqasî kêmaqilbû, ku paþî goþtê kurê Harpag pê daxwerin hê wî weke wezîrê milê rastê li ba xwe bigire? -Tu çima ji min vê pirsê dipirsî? -Lê ji kê bipirsim? Te bêjê, ji yên ku wisa ji min re gotine bipirsa. Ji bo ku te wer kir, Harpag nikarê werê civateke neviyên xwe. -Pirsên te yên çewit man? -Ka tu vêga bersivan van bidê paþî ez dipirsim. -Min netenê dîroka Medan nivîsî, lê tu bitenê pirsa Medan ji min dikî. Çi nebe, min Med ne weke ku tu dibêjî nazan dana nîþandin. Di dema min de gelê ku herî li pêþbûn, min birokiratiya dewleta wane nivîsand. Min cil û berkên wane nivîsand. Dilovaniya wan li hemberê cîranên wan nivîsand. Min mînak di dorpêçkirina Babîlê de, da ku xwerekê Babîliyan têra wane bike, hemû jin û zarok xwe kuþtibû. paþî ku Med dikevina bedenê, ji vî dîmênê hovane matmayî dimênin û pêncî hezar jin didin Babîliyan, ji bo nijda wan neqedê û kes nebêjin Med hovbûn û nesilê Babiliyan qeland. Îro ku hê nijda babîliyan mabe bi xêra Mad mane Xwelî ser. Min lehengiya wan li pêþberî Atîniya li pêþberî Lydia û hemû derdoran nivîsî. Da bêje, min çi dî, nivîsandibane? Min lehengiyên Herpag li her derê got. Min got ku ser leþkerekî ku ji serkeftina dêr nedibû. Çi
karim bikim
ez heger
zarok bigirî dayîk
biþkokên pêsîran veneke evîndar
yarê bixwazê lê
yara xwe nebîne cengewar
li cengê xwe
nûnerê cengê nebîne pakrewan
cihê
gora xwe pêk neyne dîl
li bendîxanê bi
salan rojê nebîne nîþtiman
we bi hesreta wekheviyê di
nav þer de bimîne oldar ne oldaran kafir bibînin bi navê netew peymanên
bi neyar re rewa
bibîne wêrek
mîna tirsonek xwe
bilivîne bi
peyva yektiyê we
bixapîne ma
çi karim bikim ez Herpag,
nehatibe civatên neviyên xwe, ew û neviyên wî zanin ne ez. Tiþtekî te rast e, ez jî gelekî nizanim ka çawa Pers ketine pêþ û Med li paþ man. Lê di dema min de Med û Pers weke yek bûn. Min, li gelek cihî, Med wek Pers dana nîþandin. Li gelek cihan, Pers weke Med dana nîþandin. Ne tênê min, yên ku li paþ min hatin jî wisa kirine. Ji bo ku herdu gel, weke yek gelî hereket dikirin. Bêje,
ji vê rewþa we ez tewanbar im? -Te
birhên xwe, mîna baskên alo rakirine û bi ser min de xwehir kirine, qerêja
riha xwe bi ser min de dediweþênê û pirsa tewanbar ji min dike. Ez
ji ku zanim kî tewanbar e? Lê
ez dizanim Ez
xewna xwe me xewn
ez bixwe me bi
hêza tîravêjên kardoxan gûrzê
Rustem germa
dilê Ferîdûn birûskên
jînza min diweþandin li ser gora evîndizan bi xoþewîstan re dîlan dihejandin keziyên rojê þedikirin çavên heyvê kil dikirin di malzaroka dilê xwe de bi awirê hêviyê mijgulên xwe dirêsitin kevçiyên sifra guran diþikandin di milên mêxas û mêrxasan de bi Babilkanê çiya dilerizandin xewnê riya xwe windakir û min nedizanî çi çêdikim û çi xirabdikim Gelî civatê, hûn ji min re bêjin, tewanê kê ye?
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org