bidin

 

 Kamran Simo Hedilî

 

bidin

bi paþ ve

bidin

þadiyên çûyî 

hebûna min

çêbûna pêþî

jêdera pirbûna awazan

hêza daxwaza nû vejînê

bidin

dema

di mij de cîhan diçirisî

pijkova hêviya mucîze dayî

û  

xemila kulîkên sereserê deþtan û zozanan qurifî

bidin

li xirbihê ku kundan

li ser didanî

jîna

li çepera sînga min piþkivî

tiþtekî min nebû

têra min dikir

daxwaz û xeyalên birastî

bidin

bi paþ ve

bidin

maça cara pêþî

li bin dara Berûyê 

min bêhn kirî

zayîna  

dilê min birîndarkirî

bidin

serkeftinên

di kûriya êþan de tijî

hêza nefretî

bedene qudreta evînê biraþtî

bidin

bi paþ ve

bidin

germiya hestên Gelawêjë

û

ciwaniya min

bidine min

 

Kamran Simo Hedilî

14.08.2007

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org