|
bihara
beravêtî
Kanran Simo Hedilî di tariya
xayîn de roj
xesandin pelên
azadiyê weþandin li 16’ê
adarê goristanên
Mediya giriyandin ji kelha
zilmê melkemotên
mirinê þiyandin di tariya
xayîn de roj
xesandin min jan û
kovan ji kolanên
bihara beravêtî kiþandine
nava xwe di henasa
xwe de qêrîn û
girî girtin bi lehiyên
vereþandina jahrê di qolincên
bajarê bêmecal de Helebçe kuþtin di tariya
xayin de roj
xesandin axînên we di çolbeyarên
giyanên xwe re herikîne bêdumahiya
dilê min werin
netirsin sêwiyên
paþmayên Medan di cîhanê
de hûn bi cih nebûn cîhan
nikare we veþêre werin di mêjiyê
min de xwe veþêrin werin destên
min bigirin em cîhana
xwe biafirînin bi çavên
êþê bi axîn û
girî bi agir û
hilma tirsê li min nenêrin hêstirên
we kaniyên çavên
min ziwa dikin ser xwe
rakin baskên xwe
vekirine stêrên jînê bêgiyan
ranewestin rabin li dilê
min siwar bin binêrin bayê
bihara jînê hate Helebçe tirsa leþkerê
Med kelha zilmê
hejand bircên Babîl
hilweþand bi hilma
biharê werin werin
bikevin dilê min ji cejna me
re pênc roj
mane wê
bibe cejn
li welatê me em
cilên xwe yên rengerengo
li xwe kin li
kuç û kolanên leyîstik
lê mirin þekirê
cejnê kom bikin rabin
werin werin
bikevin mêjiyê min di mêjiyê
min de bijîn
werin 16.03.2005 Kanran Simo Hedilî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org