bilbilê jar

 Kamran Simo

 

dayîka þer

ez anîme cîhanê

dengên topan

ji min re

dengê têlên gîterê tê

bi lorîyên li paþ miriyan

têne gotin

nalînên bêdeng

dengên lerzok

yên tirsa mirinê

bi dengê darbestên

ji kûç û kolanên dilê min

diçin

bîrewer bûm

Al

li gund û bajaran

anîbûne xwar

bi reþ girêdana dayîkan

li þevên lorî dibine hezar

bêdeng

hembêzkirina

giyanê miriyan

pîrika bûyînê

bi rondikan

ez þûþtim

leyîstokên min

kulîlk çinîn bû

ji gorên

xoþewîstan re

 

 

bilbilê jar

pênûsa min

diþê van stranan bêjê

stranên

ku me

mirin

bi rondikên ziwa

vediþart

stranên windakirina

heval û hogiran

neþê

stranên dîlanê

bêjê

û neþêm

helbestên þadiyê

li ser mirina xoþewîstan

bêjim

bilbilê jar

çawa?

stranên xwe

bi bilbizêk, beybun,  û sosinan

bixemilînim

ji kû?

bêhnên xweþ

bênim

ji mêrg û çîmenên

ku bayê þer

ji çar terefan li hev dikevê?

bêhna kulîlkên xwînê

bigirim û bibime

ser gorên xoþewîstan

de bêja bilbilê jar

ode xwe

ji kûjan wêneyan dagirim?

bi rê kirina

giyanê xoþewîstan re

dîwarê kolanên

welatê xwe

bi kûjan dûriþima

bineqiþênim?

Bêje

 

 

ey bilbilê jar

de bêje

bi fîtên zîz

ji min re bêje

paþê

li þopa piyên mirinê binêre

mirin bi min dane

naskirin

bi ramana mirinê

mezin bûm

aliyekî min

zanîna mirinê

li aliyê dî

bi raman kirina mirinê

weke girtina

destên du evîndaran

bi wan re

dimeþim

bilbilê jar

min

bi hezaran alên þer dîtin

ji tîrên Artêþan

bûbûne bêjing

li derdûrên riya min

belav kiribûn

Alên bixwîna þer

reng dayî

min hestiyên

ciwanên xoþewîst

bi hezaran laþên siwarên cengê

dîtin

ji jan û tirsa mirinê

rizgar bûbûn

lê min

bi hezaran dayîk, xwîþk, jin û keç

dîtin

bi þîn û hejariyê re

dijiyan

bilbilê jar

ev bîranîn in

yên helbestê bi min

dibêjin

bi dîrok û pirtûkên me

agirê dojeha min

dadan

ez

li ser sicada nimêjê

þevekorî kirim

de bêje

bilbilê jar

çawa helbestên

þadiyê binivîsim

de bêje

 

10. 09. 2004

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org