birîna eniya min

 Kamran Simo

hesreta welatekî wisa

dikiþênim

ew welat

li nivîsên kevir û zinaran

di kenokiya heyîvê de ye

li wî welatî

daxwazên min bi cih tên

li wî welatî

hemû zincîr diþikin

li wî welatî

eniya min ya birîndar

bi bêtawaniya

awirên xunava sibe hinik dibe

li wî welatî

dil bê êþ

gul bê stirî

jiyan bi cejn û ronî

diherikê

li wî welatî

giyanê min

bi asîman re dibe yek

agirê jînê

bi xewnan

min

dibê welatê  winda

li wî welatî

xoþewîsta min

bi çîrîsandina taca

li ser serê xwe

ji kaniya evînê

kesera nebûnê vedixwê

tariya þevê

stêrên lerzok

pêlên mija

fedisandina asîmanê min

li hezkirina min

dibirin

min ji wê hezkir

û ez dê jê hezbikim

pêjina henasa wê

di çavên xwe de

dibihîzim

devê wê

di dilê min de

dibêjê raze

ezîzê min raze

roj hê dûre

K.S.Hedilî

 

21 12 2005

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org