birûskek ji çavên yarê

 

Kamran Simo 

li dema

ji hemû wextan wêdetir

geliyê sîbera

evîna min

tiji evîn dibe

bi dirandina

kefenê mirinê

li çiya û deþtên bêbinî

evîna min dipiþkivê

ji rondikên çavên mirinê

yên diherikine nav jiyanê

ji þadiyê digirî

li kûriya bêdengiyê

li tenêtiya daristanan

li veþartina dîroka  çiyan

li tirsa nawîsan

mezin dibe evîna min

ji gurgura bajaran

dicemidê

li bîra bêbiniya çarxa virek 

diçê ava evîna min

evîna min

li welatê min î

li paþ sinorên hemû deman

di payîtaxta dilê min de

mezin dibe

 

Kamran Simo Hedilî

 

15.12.2005

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org