Çavên te

 Kamran Simo

Dilbera min

Dema dilê te

di nav ronahiya çavan re

herikî dilê min

û kete nav stêran

hemû çavan xwezî

bi govendgirtina mijgûlên çavên te

dianîn

dema min tu

maç kirî

giyan pêhatina te

min dît

çavên te

xwe dispartine melûliya stêran

bi maçkirina te re

stêr diketine dilê min

tu dibûyî bûka rojê

çavên te

ji stêran spehîtir dibûn

mîna zelalîya deryayê

zelal dibûn

wê kêliyê

neþêm bidime nasîn

çavên te

bibûne kaniyên

bêhempayê gerdûnê

ne dixwestin

govendgirtina mijgulan raweste

ji hezkirina jiyanê miþt bûn

bi nêrînên

baweriya zarokiyê paqij bûn

bi salan avdana

çem û rûbaran þa bûn

ronahî direþandine

ser dîrok û mirovahiyê

þevê din

guh li helbesta çavên te bûn

dilbera min

di nav tehliyê de

temen diçû

bê dengiyeke

dirêêêj, dirêêêj…..

di çavên te de hebû

qîrîn û hewar

weke gereke bêdûmahî bû

ji bo vê

jiyan nîvcûtî ma

cara pêþî

ku te dilê xwe dayî min

berî niha

bi salan bû

di nav werzê þimamokan de bû

gûliyên te þil bûn

çavên te bi xunav bûn

di destên te de

baqekî gulan hebû

tu li civanê min

di bendîxana

bê aramiyê de difûrî

Te got

bi ketin û derketina dilê min

tu ê berz û bilind bibî

Dilbera min

bi nêrîna çavên te re

cure, curên

jiyanê min di wan de dît

min xwe

di wan de þûþt

di  nav wan de

min xwe neqand

mîna gula nû piþkivî

lêvên te

bi dilovanî

nêrînên

çavên te

weke nêrîna hilata rojê ye

dil germiyê wê bigire

weke gera baxê qedexekirî

weke riya dûmahî lê ne wê ye

her û her mirov bimeþe

Dilbera min

dostanî û pêkvebûna me

tu pê dizanî

ku yekîtiya dijberiyan e?

kî dizane

dibe ku ji ber vê ye?

dema te

di nava xwe de

nabînim.

ne helbest û ne raman hene

lê çaxê bayê te tê

diþêm paþ sînoran bipîvim

helbesteke þêrên î tû

min ji vê helbestê hez kir

di nav vê helbesta mezin de

min xwe de xwarin

wê þevê li nav baxçên gulan

li te digeriyam

ji xweþbêhna gulan mest bûm

min ji gulan re

gazin dikirin

min dît

pirpirîkên ser gulan jî

guhdar dikirin

xweziya mina mezin î tu

helbesta mina mezin î tu

rastiya mina mezin î tu

dilbera min

te ronahî pêþkêþî min kir

ji ronahiya te serxwaþ im

awaza di çavên te de

rêwitiya herî dirêj e

trajêdeya mezin î tu

dibe ku ji ber vê ye

tu caran min xwe

ji nebûna te re

amade nekir

nêrînên te

weke ronahiyên

di sarincê dan

di baxê nazelîn de

difetisin

min dît destên te

ronahiyê digirin

di riyên asmanê þîn de

stêrka zer li paþ çiyan dihila

cîhana ronahiyê dibirî

bibû pira

paþerojê di nav þevê de

di nav tehliyê de

derbas dibû çerx

lê çi dema te

bi bîr bînim

helbest ji nû ve dest pê dike

û  jiyan derdikeve tê

hiþê min

li dera helbest û ronahî lê ye

hatiye girêdan

cîhana min

di siya wan çavan de

li xwe digere

ew kenê te yî

tenik di bin konê þevê de

û bi dizî jimartina stêran

min jî roj girêda

da  jiyan neyê tarîkirin

bi destên xwe neqiþê þahiyê

li asmên çêkir

kenê te

di nav helbestê de

bi min re

ez gîhandime ciwanî û  spehîtiya felsefê

têrbûn

ji êvariya çavên te

nabe

dilbera min

dema li ber ronahiya stêran

min tu maçkirî

hingivî diherikî

di nav lêvan de

rêç ji jiyanê re teng dibû

di nav xwe de

û di çiyan de

bi cî nedibû

xirexira evînê

dima li ser rûyê erdê

lê çi di dilê min de heye

di parastina rojê de ye

di kakilka xwezayê de ye

di çav û dilên dildaran de ye

dibe ji bo vê be

ji bo bigîhîjime te

ji te

direvim

bi wî dengê te

yê xweþ

strana raperîyê guhdar dikim

bipejirîne

van herdu hevokan

bike nav refê dilê xwe

bila di bin toza salan de

bimînin li wir

ji te re hatiye gotin

pey bilindbûna

wan hevokan

rastî tenê di  herdu çavan de ye

di nav herdu çav kevokan de ye

ev  çav 

mirovan  dibine  mirinê

an  dibine  serkeftinê

bûme  bendiyê

wan  çavên  te

û    ala serkeftina  te

min  tu 

di  nav  dilê  xwe  de

di  helbestê  de

di  dostaniyê  de

di  hevaltiyê  de

di  evînê  de

xwedî kirî

dilbera min

gulên  ji  çavên  te

dikevin

di  nav  wan  de

ronehiya  helbestê  heye

dinya   û  dildarî  heye

kaniya 

ava  jiyanê  heye

mirovê  bi  tenê

êdî  qedirê  dildariyê  zanê  

wate  jiyana  min

xeyela dildariya  te ye

çaxê  min  tu

maç dikirî

helbesta  dildariyê 

dibû  awaz

diçûme  cîhaneke  nenas

Stêr  di  dilê  min  de hildihatin

bi  maçkirina te  re

gotinên  pêþiyan  dibûne   rast

bêhina  gezwa   çiyan

ji  devê  te dihat

bêhna  Azadiyê 

ji  gezowa  çiyan 

te  qet  bilbizêkên 

çiyan  bêhn  kirine?              

bêhna  wan  kulîlkan 

ji  te 

bi  te  re

ewqasî  mest im

çiyan  dirawistin

dilê  min

hesinê  keþtiya  xwe 

davêje  deryayê

ew  çiya  dilêriyê  didin

evînê    didin

li  gel  azadiya  jînê

evîndarî  awazeke  nayê  gotinê

evîndarî  kenê

li  ser  lêvên  lehengên  

li  ber  tîrebarê  ye

peyva    ya 

dawiyê  ye

qêrînên  biçûkên

  têne  jiyanê  ye

dibe  evîndarî 

awirên  me  bin

bi  bûkên  çavan 

gera    wate  be

dilbera min

tu

bi  kersantiya  min  re 

wisa  bûyî  yek

û te  di  dilê  min  de 

cih  girtiye

roj  bi  rojîtiya  xwe 

neþê  te 

ji  wir  derînê

weke  dildariya  dûr

ku  bîranînên    paqij

weke  nama  evînê 

  nehatî  xwendin  germ

gulîyên  te

neþiyan  xwe 

bi  kevokan  bidine  pejirandin

êþa  xençera  dîrokê

di  piþta  min  de  zeng  girtiye

kevoka  evîna  min  tu  

kevoka  aramiya  min  tu 

dilbera min

ji  min  re  bêje 

Di  ku  dera  dil de

te veþartiye  helbesta  me

an  di  nav  baxê  dil  de 

li  seyranê  ye

tu dizanî  jiyan  hemû 

di  çavên  te  de  ye

heta  îro 

kiryarên  ciwan  û  spehî 

min  dîtî

di  çêkirina  çavên  te  de 

min  dî tin

di  nav  wan de

evîn  heye

azadî  heye

rûmet  heye

rêzdarî  heye

ji  nav  ronahiya  xwezayê  herikîne  û  hatine

dema  dikevime  nav  ronahiya  wan

li  nav  stêran  digerim

neqiþên  stêran  di  çavên  te  de  ye

dilbera  min

min  tu  ji  awaz  û  helbestê  afirandî

ji  ronahiya  peyva  zanatiyê

hêêdî,  hêêêdî……

dilooop,  dilooop  palandî

paþî  di kûrtiya

jîn  û  ronahiyê  de  veþartî

ez bi  te  re

li  ser    holejînê  bextewar im

ji  ronahiya  salan  jiyam

þilbûna  dilê  min

ji  hêstirên  çavên  te

yên  pêþî

  wêrekî 

li  gel  hemû  kul  û  kovanan

zanîna  hezkirina   evînê  ye

yên  di  bin  van  mercan  de

helbesta  dîroka  evînê  gotî  gewre  ye

mirov  bi  evîna  xwe  re  heye

an  ne  li  jiyanê  ye

ji  zimanê  xwe  

fire  þîrê   ku  tu

didî  min

hemû  astengîyên 

li  pêþiya  xwe  radikim

dilbera min

mîna  ez  ji  rayên  te 

hatibim  afirandin

min  tu

anîbî  cîhanê

ji  te hez dikim

wer dibêjim 

ji  me  herdûyan  û pê  ve

kesî  din   nîne

li    cîhanê

dîwar  hemû  hatine  herifandin

sînor  rabûne

li  çar  terefan 

kevokên  zanistiyê   difirin

tu

weke  birca  ku  neþêm 

bikevimê

li  ser  hemû  riyên  min î

te

derbasî  helbestê dikim

di  nav  helbestê  de

dimeþînim

weke   zaroka  nûhatî

te  bêhn  dikim

mîna  kulîlkên  dara  belalûkê

bi  nazelînî 

li  te dinêrim

  deng  dibim

cihê  helbesta  evîna te

dest    dike

tu  kevoka  min  a  çar  çeng î..

tu  zeviya  min  a  çar  reng î.

tu  ramana  min  a  çar  deng î.

tu  kaniya  pênûsa  þeng î.

 

 

 

19   04   2000

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org