Çirûsk
kamran Simo Hedilî Werin,
werin ji bo yadî nû û bîranînên min ên raberdû, strana
þoreþê, strana rizgariyê û strana azadiyê bistrênin. Bi
dengê bilindtir bi hestên germtir bistrênin û zûtir stranê bidine bihîstin.
Strana
serhildanê dixwazim ez. Peyvên wê mîna artêþa azadiyê di dilê mirov
re derbas dibin. Tîpên
wê di hevokan de pergala þer digirin. Di xewnên þevê de dizê kuþtina
jînê digire. Bêhna kulîlkên serkeftinê pêþkêþ dike. Di
herika stranan de hûn awaza vê stranê kêm distrênin. An hûn zêde têr
bûne û bi we re hestên þikandina nîrê dîlîtiyê çênake? Strananîna
rojê û belavkirina reþtariyê bistrênin da we hestyar bike. Ji xwe bi
xwe re bistrênin bi deng an di dilê xwe de. Ji hemsalên xwe re bistrênin
û zarokên derdorên xwe fêrî vê stranê bikin. Bistrênin
da dengê êþ û tahliya þirqîna giraniya lalên, di lingên dîlan de
werê we. Bistrênin da hûn di stranê de îþkenca girtiyan bibînin.
Gulebarbûna pêþengên xwe û binberkirina wan bibînin. Bistrênin,
strana gula pêþî li singa neyar ketî bistrênin, ne stranên çêkirî
û sexte. Strana Egîdan bistrênin, strana ku ew dilêr bi pîroziya wê
bawer bûn. Bi dizî û bêdeng we dest bi strana xwe kir. Êþa bi dengê
bilind ne strandinê dikiþandin. Hûn bi dengê bilind bistrênin. Ez
û hûn bi dilopên xwînê û rondikên çavan dilovanên evîna wan in. Pêwîste
em vêga bi dengê bilind strana wan bistrênin û di guhên ker de bidine
bihîstin. Jana bêdengiya wê demê kal û pîr naxwazin bibîr bînin û
nayê bîra zarokan jî, destpêka destana çirûsk di rûbarê berxwedana
lehengan de bûyî birûsk. dil
nefela
baran lêhatî hestên
me xunavgirtî hatinên
dûr li
mirina lehengên bênav dinêrin çirûskên
hêviyê direcifîn di
cîhana mêjiyê me de bêdengîyeke
giran giran hebû ronahiya
nûvejînê bi
kulîlkên awirên heyvê di
nav kirasê bê hêvîtiyê de xwe
berdide ser
bêdengiyên di
malzaroka evînê de hezkirin
û hêvî hiþyar dikir çirûska
GELAWÊJÊ bayekî
nerm û nazik li
gerdûn digerand piste
pista kulîlkan bû mizgîniyên
þîn û þahiyên dilên
di
bîra evînê de tirsiyayî rondikên hezkirinê
dibarandin destên
ji hev qetandî ber bi hev direviyan ramanên kelemçekirî zincîr diqetandin bi agirê azadiyê mexalê dîlîtiyê diþewitandin di malzaroka evînê de bi sedan siwarên cengê li
hev diqulibandin ew
dem nayê bîra zarokan demeke
melûl melûl… mezin
naxwazin bi bîr bînin nêrînên
mirî di
gevzoka gera bêbinî de dans
dikirin di
pêþbirka xulamtiyê de bi
hev re þer dikirin koma
heyî jî balav
dikirin zarokên
hêviyê ajotine
ser rastiyê þoþtin
guman
û mij bi
hêza ronahiyê êdî
fireh in gavên me û
dengên baweriyê dengên
îro nayêne
bihîstin li ser lêvan afirandin
ev jiyan xunava
dilê me anî ewrên
dûr dûr... yên
çav þil yên
li zengilê dîlanê dixin 04.01.2003-10.08.2007
kamran
simo Hedilî
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org