|
Çûn
dûr nêzîkiya me
Kamran Simo Hedilî
Li
kenarên jînê li mijrojeke payîzê bi dengê stranên dilþewat ên dengbêjekî
serhadî em
dixwazin hemû êþ û kovan û hezkiriyên xwe bicih bihêlin û herine
cihekî dûr pir dûr. Lê
tu deman bê ku em wan bi xwe re bibin, em vê nakin. Ji ber ku çeranûsa me û ya welatê me bûye yek. Di
nava xwe de bi rojan neqiþê welatê ku em dixwazin herinê, em bi wênekêþiya
xeyalên xwe wênên wî dikêþin. Çaxê ku dema xetirxestinê ji êþan
hat û berê qiblenama dilê me kete benderên din, di wê demê de çavên
xoþewîstan, jan û êþên me di nîvê dil de dijenin. Em her tiþtî bi
cih nahêlin û nafirin, evîn nahêle em bê wê herin. Di
van þevên lacîwerd de li nav dengê tirsa kevokan bi sedan stêr di ser
serê me re diþemitin. Bi
rewþa ku em ketine nav tirsa dengê Askê bê ku em rengê çavên mirinê
zanibin, navnîþana mirinê bi dehên ceran tê pêþberî me. Her
carê mîna bayê evîne têkçûyî ku riya xwe nizane, em xwe berdidin nav
þepolên rûbarê nediyar. Caran di bîranîna evîneke bê qisûr de em
berdidine xwe û li xwe digerin... Ji
asoyeki ber bi asoyê din ve, xeyalên xwe difirênin dûr hê dûrtir bi
hesreta agirê parzemînên din em diþewitin. Lê
piþtî þevên bêhijmar, hemû hêviyên me di esmeriya asîmanê tarîtir
de difetisin. Evînên me û tiþtên me bi cih hiþtî, keþtiya xeyalên
me diþewitênin û dikine xwelî. Ev
evîn, evîneke wisaye, derbê li dil û mîjiyê dixe. Ji ber ku em bi paþ
ve vegerê jî nikarin bikin, helbest û stranên hê bêhnferhtir û hê
aramtir tu caran em nanivîsin û nastrênin. Em
çi bikin bêsud wergirtin dimîne ji ber di vê cîhanê de êþ û xiyanetên
ku mirov xeyal neke hene. Bi serde di tu deman de mirov nikarê dilê xwe
derîn û êþên bêmafiyê ji derxê û bavêje. Di
rewþa vê zilmê de jiyan di dilê zarokan de diqermiçe. Ji nav dilopên
ava rondikên dayîkan û hevokên me bêxwedî hiþtin refên feriþtan ji
nav wan difirin. Careke be jî ku em zanibin ji kendalê êþê re bigirîn,
di bin tarîtiya Kemalîst û nijadperestan de emê berxwedana bi hezaran
giyanan bibînin. Ji
ber vê sedemê ye evîn û feriþtên ku me bi cih hiþtine, her derên ku
em diçinê pêþî ew me pêþwaz dikin. Em li gelek welat û parzemînên
cûde bi piyên xwe digerin, ne bi hest û ramanên xwe. Bi çûna xwe re, gêj
gêj em li paþ xwe dinêrin. Lal
dibin. Zimanê me di devê me de ziwa dibe. Di nav tofana bîranînan de em
xwe dibînin. Bi çûnê re hemû hevok wateya xwe winde dikin. Em wateya
xwe jibîr dikin. Li ber sermê dilê me bêparastin dimîne, giyanê me
dicemide. Li
parzemînên dûr heroj dilê me gulebar dibe.
Bi dilê ciwanên ku hê evîn hembêz nekirin re... Jîna ku jê re
jîn dibêjin, heroj em di nav de dirizin û ber bi mirinê ve diçin. Di destên me de bi
tenê xemrevîniya ku evîna pêþî didê dimîne. Rawestana me bi helbest
û stranên xwe li pêþberî vê nehezkirin û zilma dinyayê dimîne.
Ligel rûreþiya Naziyên nû, evîn disa di her demê de dibe þahidê me
ya herî sipehî û bedew . Ev evîna kesî nedîtî
û nabînin, di jiyanê de zarokê evîna herî xweþik e. Kamran
Simo Hedilî 30.09.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org