çûna te

                                     Kamran Simo

Tu çûyî

Te ez bi van kovanan re

hiþtim

awirên dema çûna te

bûne du xencerên zenggirtî

di dilê min de

þax vedan

 

çûna te

bû xeyida dilê min

a her roj

hêviyên þahiyên min

ber avêtin

 

çûna te

bû bahoz û di ser min re

derbas bû

stûna konê tirsê

di mejiyê min de kuta

 

çûna te

di nava min de

valahiyeke

weke newala Waweylê hiþt

pira Selatê

di navbera me de danî

 

çûna te

ez fêrî giriyê bi dizî kirim

ji heval û hogiran dûr kirim

bi çûna te re

bajar, pirtûk, pênûs û kaxez

bê deng bûne

ew wêneyên te ku dikenîn

êdî nakenin

ew jî bi min re digirîn

stranên bê xewiyê

bi min re dibêjin

ev bû paymana me?

 

bêje

paþî çûna te pê ve

min mertalên dilê xwe

avêtin

çeperên dilê xwe

xirakirin

dilê xwe

bê parastin hiþt

min xwe sparte bextê

xeyalên þev û rojan

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org