dayê

 Kamran Simo

 

agir

ji min bipirse

pirsa min

ji agiran bike

ez

jenîna dilê

nav lênekirî

qîrîna teliþî

zayîna

dilêrên gelawêj zayî

ajotina

cotê beyarê tî

rawa

lêvên axa qeliþî

li çavxewiya þeva serserî

di koretariya þevê de

min siya xwe dî

li vejîna Newozê

bûm roja sibên nû

hewara hazar salî

kefgîra

kefa tirsa ser dilî

çirûskên  taca serî

lalþikênê Kardoxî

hostayê

li persûyên berxwedanê

jiyan hunayî me

dayê

cejnan

ji min bipirse

pirsa min

ji cejnan bike

giyanên xapînok

bêbewariya tirsonek

aqilmendên virek

stranbêjên lulên þikestî

þadiya

di awirên agir de

ji min bipirse

dayê

ez

êþa roniya sê darikên

pîroz

ewrê

di serî de

tarî diþewitî

hiþyariya

li mêjî herikî

benê sêdara

ji gewriyê þemitî

helbesta serkeftinê

stêra þevê

dengê destên zarokên

li ber derî

 siwarê hespê

Mîrza Mehmedê Hamdanî

xewrevînê

xewa Edulê me

dayê

ji vane bipirse

ji qolincên anîna min

ji jana dilê xwe

bipirse

dayê

 

 

Kamran Simo

 

29. 08 2006

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org