Dengê ji malzaroka bêdengiyê 

                                                                

 Kamran Simo Hedilî

 

dilop dilop

bêdengî

dirijiya rûbarê jînê

aso avisê bêdeng

fermandar

tofana hêvîkuj bû

ne pelekê diwêrî biweþe

ne çûkek difiriya

ba jî

baweþîn ne dikir

baranê xwe

nedadiweþande ser hiþkebeyaran

daristanan

keskeþîna henasê vediþartin

li axa êþê 

asîmanê çavewr digirî

li çemê xwînê 

diherikî av

û derya dûr bû

jana deþtê

bêçaretiya kitika çêlîk kuþtî bû

li bejnbilindiya çiyan

bêdengî

dayîka zarok windakirî bû

tarîreþê

çarþefa xwe

girtibû ser holejînê

li ber

çirûskên girava rondikan

stêran

ji þevê re cil li xwe kirin

pirpirîkan

bi xwîn û xwêdana evînê

daxwaza pîroz neqiþandin

keçên

zanîna xwe xemilandî

li ser tika mizgîniyê govend girtin

tîrêjên sorzerê zêrîn

deng

di malzaroka bêdengiyê de qîrandin

ronî

rijiya cihê ez binaxkirim

 

min

gora xwe kola û derketim

strana tawanbariya

zihamarê çarserî û awaza perçiqandina wî

min

di þadiya tembûra xwe de bihîst

li nav xweliya

xirbihên bapîrên min afirandî

di dilê jînê de piþkivîm 

di kolanên artêþa mirinê re

derbas dibim

li nav þopên çûyiyan

di ser serê wan re

kenê heyvê dibînim

girên bazên serkeftinê

bilindî wan dibin

gul û kulîlk vedan

li bin konê

þev û rojên  tirsandî

bi qêrînên Egîd û Zîlanên wêrek

pêl bi pêl Bêrîtanan deng vedan

îro

ne ez dikarim

wan bihijmêrim

ne jî kujerên çavsor

dikarin

wan biqurifînin

 

Kamran Simo Hedilî

 

20.10.2008

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org