dilê min dijenê

 Kamran Simo

 

ba

li zozanan kirin gule

nêrgiz

bi bêhna barûdê fetisandin

giya

li jenîna rayên çiyan dinêrê

çûk

serxweþ û westiyayi winda dibin

li gewrîya hûngirê êvarê

bi pelek ewrê

reþêþa baranê

xunav

ji çardeh birînên yek birîn

pijiqî

ser giyanê min

dilê min

ji coþa

raperiya

kevirên zarokên te

tê coþê Amed 

ji serma holejîna

cîhanê

li bin sir û seqema bakur

bi vala hiþtina

hembêzên dayîkan re 

di dergûþan de

ez digirîm Amed

dest bêhêz kirin

reng

bi jehra xwe kuþtin

li nîvro

li bin perê rojê

bi germiya tîrêjan  

awirên xwe

dikim rêwengî

hêlîna jan û serfiraziyê Amed ê

lêvên kenok

ji ramûsanan direvin

hêvî

ji tola birca heft biran

ji qîrênên bendîxanê

vegeriya

Amed

ken li nav biskên te

birîndar kirin

bi dengê hestên te

li mêrgehmedê

dilê min dijenê

paytexa

xewn û xeyelên min Amed ê

bi giriyê heyvê

ji nîvþiyariya xewnê

ji bêdengiya hesretê

gerdena birîna te 

maç dikim

xêlên bûkan

di sebetê de hiþtin

pasta rojbûnê

giriyandin

þerbeta azadiyê

ji birînên esmer

zarokên te

vedixwin

Amed 

 

Kamran simo Hedilî

 

31.03.2006

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org