dilê min rêzan e

                                                          Kamran Simo

Bi guhên xewn

û xeyalan

min bihîst

þer rawestiyaye

þervan wê

werine malê

ez bi rev çûm

ji pîrê mirada

min pirsa te kir

got min nedîtiye

birûskên xoþewîstiya te

dan dil

min dilê xwe

xiste destê xwe

û ez ji wir çûm

bi bez

min da pey rêzaniya dilê xwe

di nav gundên wêran kirî re

derbas bûm

çûme nav qaç û deviyên

metîna û Garê

þikêrên Herekol û Çiravê

  û Ava Heyatê

min pirsa te ji wan kir

kurê min!

ji Sîsan, Qamber û Mergelo pirsî

çûme Zîlan nav Xirxilên

tendûrek û Agirî geriyam

ji Çemê Murad û Munzir

min pirsiya

li Amanos û Nûrhaq

ji xwedayê þer

ji Nemrutê Mezin

min pirsiya

mîna MANÎ bi lingekî

li  çirûskê hêviyê geriya

min jî dilê xwe

kire çaroxa piyên xwe

li çol û beyaran

li pey þopa te geriyam

kurê min!

min ji darên kizwanê pirsî

min ji bayê çîyan pirsî

min ji rondikên dayîkan pirsî

min ji çavên evîndara te pirsî

gotin me nedîtiye

bi çavên þil

li riya te mam

û giriyam ...giriyam... giriyam...

min pirsa te

ji þer kir

ji xwînê kir

min ji axê kir

ji gêrik û kûliyan kir

lorî û stranên   ku

te  hez dikirin

min gotin

wênê te

yê li malê mayî

min nîþanî wan de

min got

hê bîst salî nebû

min got

nixuriyê min bû

ji bilî þer

gotin me nedîtiye

min li þer mêze kir

û giriyam… giriyam…giriyam…

di ber deriyê me re

Leþkerên  sol bi xwîn

derbas bûn

min tifî erdê kir

dîl derbas bûn

bi lehêngî

xwefiroþ derbas bûn

bi tirsonekî

roj derbas bûn

heyv  derbas bûn

sal  derbas  bûn

min hemû dîtin

lê min  tu nedîtî

dilê min

di avjeniya

hêvîya xeyalan de

guh li nûçeyên hatina te man

tu nehatî

kurê min!

di destê min de

wêneyê te ma

ketime  nav

refên malbatên windayiyan

bi wan re li te geriyam

û giriyam... giriyam... giriyam..!

 

06      05  2000

Kamran Simo

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org