dilopên çavên kêliyê 

                                                                

 Kamran Simo Hedilî

 

 

 

bêdengî

dilop dilop

dipale paþila hêviyê

malzarok stewr û giyan lal e

ne pelekê diwêrî biweþe

û

ne jî bêdestûr çûkek difire

Zimanê min

bûye armancgeha

tîrên jibîrkirina peyvan

ferheng bûye serada

ezmûna nexweþxana dînan

pêjina tariyê

kenê rûyê asîman winda kiriye

ewrên xirab

neyên naskirin

mirin

li evînê ziwa dibare

dilovanî

di parsûyên vînê de birîndar dijî

û

narîniya heyvê tike dikê

ku tiþtêkî bikim

dil

bi xewnên

hezarên þevan hatiye þuþtin

û

hezkirin bûye pola

bi awirên wê

ba bêdeng 

û

pêlên

gol û çeman xwe vediþêrin 

çiya henas tînin

bêhna

baskên nêrgizan nêzîk dibe

sîbera jan û þadiyê

dibe

lihêfa min

dibe lihefa germkirina min

 

02.02. 2010

 

Kamran Simo Hedilî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org