dîmenê serniþîv

 Kamran Simo

 

þev û roj

di bakurê dilê min de

weke dergûþa

vala dihejin

ji awirên mijgirtî 

mirin

di zikê tirsê de

dilerze

derya winda

heyv xemgîn

asiman mandû

ne peþkek baran

ne dilopek hêstir

ji çavên bêxeman

ji ser dîkê

radibin kovanên

ji mîjiyên piþta salan

hatî kiþandin

mezin bûne êþên diho

janên negotî

û ew ên ku neyêne gotin

stêrên di nav þevê de herikîn

hêstirên bêdeng

daxwaziyên lêv ziwa dikirin

giyanê afirêner

ji ser dîka bîrê radibin

bêdengî

di xewa giran de

li zengilê mirinê dide

raman Cinê windakirinê ye 

evîn hilma gorê ye

niyaz û çîr têkilî hevdibin

nînokên þevþevokê har

goþtê laþê min

þe dikin

 

16.01.2005

kamran simo

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org