dîmenên tirsa bê binî

                  Kamran Simo

yadê

pêlên tirsa

zarokiya talanbûyî

min

davêjine hembêza te

bi lerza lêvan

tofana rondikan

di bin baskên te de

dibarînim

bi îske, îskên

girî

serma tirsa þevê

bi xewnên

hêlîna þîrmijiyê

germ dikim  

bi tena serê xwe

li nav babilîsoka tirsê

dilerizim

 

yadê

Ehrîman fermanê

li Yezdan dike

wîzewîza Ehrîman

dengê giriyê Yezdan

tê min

di nav van dengan de

min xwe winda kiriye 

îþev li xwe

digerim

dîtina xwe

dixwazim

lê ji bilî siya xwe

kesî nabînim

ez bûme siya xwe

siya min

bûye tirsa nava min

û min dispêre

bextê girî

girî

rondikên xwînê

ji dil direþîne

ji çavan pirtir

dil digirî

 

yadê

li derya ramanan

winda bûme

ji ramanekê

diçime yeka din

bûme nêçîrvanê

bûye nêçîra

nêçîra xwe

ji hilbijartina

ramanan

bê par mame

cîh û warên

zarokiya min

li wan derbas bûye

di çavan de

dileyîzin

giriyê te

yên wan þevên zivistanan 

di bîra bîranîne de

digirî

xortanî û çelengiyên

bi heval û hogiran re

radibine raperînê

 

yadê 

germiya maça pêþî

hê li ser lêvên min

diherike

þerma çavên dilberê 

û lehengiya min

bi hev re

semayê dikin

ez lehengê bedenzevtkirî

wê deriyê bedenê 

ji leþkerên ciwaniya min re

vekiribû

lerizandina

di nav çengên min de

ji lerizandina

dilê min

a îþev qeriz kiribû

siya evînê

em bi hev re

dihejandin

 

yadê

êþa lehengê

li ber çûnê

nalînên giyandanê 

peyvên wî

bi dahola cengê re

asoyê tolhildanê dihejênin 

destên min

di nav destên wî de

peyvên dawî

tênegihiþtim

û destên min guvaþt

hê ji guvaþtina wê þevê diêþin

dilê min jî

îþev

bi lerza wê þevê

dilerizê

li zarokî yê

ku bi tenê

li malê dimam

ji tirsan

lêvên min dilerizîn

niha dilê min

dil bûye

çîçikên bi destên zarokan

ji hêlînê derdanîn

û pêdîleyîzin

di nav destan de

ji tirsan dilerizîn

 

 yadê

roja min tarî kirin

rûyê heyvê tenî kirin

stêrkên asimanan hemû

li ber çavên min winda kirin

çirûska hêviya min

vemirandin

di taristana bêhêviyê de

ditirsim

 

hawar yadê hawar

dengê min

bigihêne Pîrþaryar

ji awirên çavan

ji dengên bilind

ji meþa bilez

ji bêdengiyê

ji dîplomasiya durû

lê ya pir

ji bêbextiya dîrokê

û ji rûreþiyê

ditirsim

yadê

 

yadê 

îþev

ji tirsan

newêrim

hilma xwe bidim û bistînim

giyanê min

ji lingên min re

giran tê

hêza xwe

li ser piyan ragirtine

di xwe de

nabînim

destan dirêjî min bike

yadê destên xwe

min tu caran

tirsonekî

ne dipejirand

her ku li derî dida

min ew

di nav dûkela

tirsa nava xwe de

difetisand

min nedihêþt

li ser textê

wêrekiyê

bibe fermandar

ku tirs

li feyda min jî bûna

min ew

diqewitand

lê bi tarîkirina

çirûska hêviyê re

ez bûme tirsonek

 

yadê

ez ne ji

serkeftinên neyaran

û ne ji

dostxuyayên

ku jahra zahferanê

bi me dane vexwarin 

ez ji

tênegihîþtina  dîrokê

û bi rûreþî

ji zayîna wê

ditirsim

jîn û mirin cêwî ne

lê ji çikandina

kaniya hêviyê

ditirsim

ji qebeqeba kewan

û kenên roviyan

ji giriyê hechecikên me

ditirsim

 

 yadê

di belîka cîhanê de

nasname

bi sêdarê ve kirin

li nav dûkela dojehê

fetisandin

bi sîsirkan zimanê wê

dîroka wê

bi miþkan

dane xwarin

rengên wê

li goristana bêrengan

veþartin

Nêrgizên bihara min

bi zayîna jahrînî

çilmisandin

bi fermanên

bêmafiya Ehrîmanan

ez tirsandim

 

yadê

çirûska bihara min

bi kulîlkên Newrozê re

kujeran

di çavên gerdûn de

vemirandin   

xewnên min kuþtin

baskên kevokên min

þikandin

ramanên min

þevekorî kirin

xeyalên min

ber avêtin

hêviyên min

stewr hiþtin

stewr

 

16.02.1999

Seretof

Rosiya

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org