evîna tî

 Kamran Simo

bi qasî tirî nêzikî weþî

tu nêzikî min î

yên

li çavên min binêrin

wê te bibînin

xoþewîsta

birîne kaniya xwînê

henasa min

bi te re ma

gula dayîka welatê

evîna spî befr

berî çêbibim

tu bi min re bûyî

li welatê te

çavên min man

bi rik

min dilê xwe

bi hêstiran avda

li rewistnên bidor

îske îskên

xemgîn afirandin

li kolanên tarî û þil

zelaliya hez kirinê

da te

li çeperên lehengê tovê jînê

bi reqsa

simbilê nefela

li nav diranên dasê 

min tu maç kirî

li siya memikan

bi xew ve çûm

henasa min

bû dilopek av

maç kirin dibe

behna kulîlkên

di paþila te de

hatine jibîrkirin

dibe azadî

azadiya di nasnamê de

dîl

 

17.01.2005

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org