|
ewqasî li benda te mam
Kamran Simo Hedilî
stêra guharên asîmanan
senfonaya bêxewiyê þirîka tenêtiya
rondikên bidizî dilêriya li pêþberî
mirinê pirpirîka reqsa
biharê afirênera beyanên
min ewqasî li benda te
mam dengê þadiyê dev
ji min berda cihên tewafa ramûsanan xwe li awirên min
dipêçin stêra gerok di nava min de mezin
dikin zivistanên vir avê di gewriya min
de dikin kevir ewqasî li benda te
mam dengê þadiyê dev
ji min berda efsana sîmirê
hawaran firokiya
siwarê hespê çîrokan dûyê pixûriya
hurmûzgehan dar ewr rê germ û sarî Têlî ya Husênê
Farî li bendewariya min
digirîn ewqasî li benda te
mam dengê þadiyê dev
ji min berda þevên çav tenî baranên
tî zinarên
bîrovgirtî hevrazên
mija dûr serniþivên
gêj rawestgehên
serxweþ û tofanên bê zayîn li bendewariya min
barîn ewqasî li benda te
mam dengê þadiyê dev
ji min berda baweriya ol û
felsefê nêrîna çep û
rastê îro û dawiya jînê keþtiya
henasa hebûn û nebûnê êþa
vebûna rayên xwînê qirçe
qirça darbestên birîndar birûska þikestokên
giyanê min þikandî li bendewariya min
dinalin ewqasî li benda te
mam dengê þadiyê dev
ji min berda 05.01.2010 Kamran Simo Hedilî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org