|
Ez û evîn
Kamran Simo Hedilî
Di
navbera zarokî û ciwaniyê de barana evînê li zeviya min jî barî. Weke
piyên mirov di heriyê de herine xwarê, piyên min di evînê de çûne
xwarê. Hin pêlavên wan herî digirin û þil dibin. Ling, serî û dilê
min di þadî û þîna evînê de çûne xwarê û hem jî ji barana evînê
þil bûn. Di vê gola agirê gulan de diçûme xwarê û hê diçim. Her ku
ez diçûme xwarê ez dibûm evîn. Tawan
û berpirsiyariya evîndaran nîne. Gazinan ji min nekin. Di vê bihuþta
agir de tawanê min jî nine. Evîndar bê erkin jî. Evîn bêdem û bêwext
li deriyê evîndaran dixe. Dem û cih nas nake. Evîn bênavnîþan e. Çi
dema bixwaze tê pêþberî evîndaran û wan bi xwe re dibe. Evîn nakeve
nav çarçova tu qanûnan û dîliyê nepejirîne. Nikare xwe veþêre jî. Mirov
dikarê fêrî pir tiþtan bibe. Fêrî dersekê, zanistekê, ekoleke felsefî,
berhemeke çandî, rêzike helbestî, qasîdeke xweþ, teknikekî û pîþeyekî.
Weke van pir tiþt hene ku mirov dikare fêr bibe. Lê mirov nikarê fêrî
ji bîrkirina evînê bibe. Evîn
ne tiþtekî nû ye, di jiyana herkesî de evîn heye û herkesî evînê
naskiriye. Çi di asta herî jor de be an jî di asta herî jêr de be... Bi
jana giran û êþa zirav an jî bi hin hesretên demî û piþt re bi þadî
evîndar digêhêjin hev. An evîna xweþik naskirine, an jî ya kirêt. Bi
fedakariya herdu aliyan an bi fedakariya aliyekî û xiyaneta aliyê din. Bi
çi aweyî dibe bila bibe herkesî evîn nas kiriye. Gelek curên evînê
hene. Evîna ku ez di nav xwe de fetisadim û di nav jan û kovanan de
gerandim ez ji min sitandim û birim. Pêþî min nedizanî bû kîjan curê
evînê ye. Tiþtê min hîs dikir, tiþtê pêwîstiya min pê heyî, ez tî
yê wê bûm, ew jî evîna veþartî bû. Tu deman bê evîn nemam. Lê tu
deman jî ez li ber deriyê xoþewîstê nerûniþtim û negiriyam. Min her
demê evîna xwe ya din di ser evîna wê re didît. Min xwe ji van hestan
her demê dûr digirt. Min rojekê an carekê destên dildara xwe nekirin
nav destên xwe û çokên xwe neda çokên wê û min ne got, ”ez ji te
hez dikim.” Min eniya xwe ne danî ser eniya wê û bi çavên xunavgirtî
li çavên wê min nenêrî. Li bin awirên stêran em herdu li ser çokan
nerûniþtin û li ser pîroziya evînê me sond nexwar. Peyman bi maça pêþî
me muhur nekir. Min ev bi tu keç û jinekan re jî nekir. Min ji wan re jî
negot, ’’ez ji te hez dikim.’’
Ez nizanim gelo min xwe layîqî evînê ne didît? An jî min evîn layîqî
xwe ne didît? Raman û hestên min sinorên mantiqê derbas dikirin. Ji ber
ku min bi aqilê xwe di dîtina tiþtên din de li
evînê dinêrî, pir zehmet bû ku evîndar min fêhm bikin. Hemû
evîndaran aqilê min kêm didîtin. Lê min zanîbû çi ye? Ji bo çi ye?
Û dê çi bibe? Di hemû jiyana min de, heta li bihara ku ciwaniya min li lûtika
herî bilind û giyanê ciwaniya min di asta dînîtiyê de bû jî, min
pirtûk ji evîndarê, raman ji helbestê, felsefe ji hestan, serhildan ji
mal avakirinê baþtir didît. Min kovan û tahliya ji bo azadiyê ji çêja
þîrîniya bindestiyê, hezkirina hemfikirî ji hezkirina dilovanî, lêdana
di ber maf de ji mizdana destên yarê, xemgîniya li çol, çiya û li
biyaniyê ji þadiya li ber deriyê serdestan xweþtir didît. Min naskirin
ji pesindanê, têgihiþtin ji perestinê, baþbûn ji sipehîtiyê, peyv ji
maçkirinê, rê nîþandan ji çîrokan çêtir didîtin. Gelek tiþt ji tiþtên
ku min nedidîtin, dibe ku ji tiþtên min didîtin çêtirbûn jî, lê min
ên xwe hê baþtir û hêjatir didîtin û hê jî wisa dibînim.
Evîna min wekî marê ku kalanê (kirasê xwe) xwe biguhêrê, kalanê
xwe diguhêrî û ez dikiþandime nav deryaya xwe. Li dema ji hemû wextan wêdetir,
dema geliyê siya evîna min tiji evîn dibû. Li
dema dirandina kefen, evîn dipiþkivî. Mirin
diherikî jiyanê. Li kûrahiya bêdeng, li tenetiya daristanan, li çiyayên
ku dîrok di wan de veþartî, li tirsa nawîsan þîn dibû þadiya evîna
min. Li welatê bê sinor, welatê li paþ sinorên hemû çexan li paytexta
dil mezin dibû.
Evîna min bîranîna zarokiyê ya paqij weke bîranîna kevok û hecheckên
ku min di mal de xwedî dikirin e. Giyanê min bi evînê germ, zelal,
kamran bi þadî li seyrana êþ û hêviyê bû.
Lê pirên caran, hewes, þehwet û evîn tevlîhev dibû, di vê meþê
de. Hewes dibû wênê yê evînê û xwe weke wê dida nîþandan. Ez
carnan diketim dudiliya ji hev derxistina evîn, þehwet û hewesê. Carnan
hewes li ber çavên min dibû evîn. Carnan þehwetê cihê evîn û hewesê
digirt. Piþtî salên dirêj min ev ji hev derxistin. Ya ku bi nêzîkiyê
re rayên wê kûr dibûn, barê wê giran dibû û bi mezinatî (azamet)
dihate dîtin, ew bû evîn. Evîn berhemê hevpariya þadî û kovana ye.
Di evînê de dostaniya hêja, xweþikiya estetîkî û wefadarî heye. Ya
ku bi nêzîkbûnê re biçûk dibû, rûmet winda dikir ji nirx diket û di
nav dirêjiya salan de hatî ji bîr kirin, ew bû þehwet. Gelek
caran ez li peyî hewesa xwe çûm û piþt re min fêhmkir ku ew tiþtê ez
li peyî çûme ne evîn e. Ji ber ku dema pêwîstî bi cih dihat û pê ve
daxwaza li peyî çûnê nedima. Hewes, berhemê nezanîn û dozînê ye.
Lê sal li ber lehiya evîna min weke avê herikîn û çûn. Van
salên bi ken û girî ez anîme heta vir. Bi bawerî min riya xwe domand.
Min xiyanet bi xwe re nekir. Hinekî sekinîm û nezîvirîm. Bi nezîvirîna
xwe ez ji xwe hez dikim. Ez pesinê xwe bi vê yekê didim. Sekinîm lê ne
xeyidîm, poþman nebûm û ne tirsiyam. Ji riya xwe derneketim, tenê
rawestam. Rawestandin û neçûna li ber her bayî derûniya felsefa min e.
Ez ji evîndarên serhiþk im. Ez nebûm ji wan kesên bi þevê diz,
virek û haramxwar, bi roj derwêþ û sofî. Ez di serhiþkiya evînê de
ji riya Xwedê derneketim. Di vê serhiþkiyê de min bi ya Xwedê kir. Xwedê
dibêje, ”bi tenê di evînê de serhiþkiyê bike. Serhiþkiya evînê
sewabe û xêra wê pir e.” Min ev îbadeta bi sewab heta îro kir û min
ji serhiþkiya xwe milîmek jî kêm nekir. Ez ji evîndarên serhiþkên bêsinor
û bêdawî me. Evîna min naþibe evîna hêza maqam û peran. Evîna min,
evîneke ku ji xoþewîstiya evîndarê û daxwaza azadiyê pêk tê.
Hê ez zarok bûm min çîrokeke wisa bihîstibû. Þêxekî bi navê
Cuneyd û mûrîdên xwe li nav bajarê Baxdayê digerin, dibînin ku leþker
yekî bi sêdarê ve didaliqînin. Þêx pirsa tawanê wî dike, ”wî çi
kiriye ku hûn wî dikujin? Serleþker bersiva þêx dide, ” Ev rêbir e,
vî bi þûrê xwe, serê hemû gundiyê herêma Baxdayê li ber xwe tewandi
bû, hemûyan ji tirsan jê re alîkarî dikirin. Heta roja ku hate girtin jî,
dev ji kuþtin û rêbiriya xwe bernedabû.” Piþtî
ku þêx vê bersivê digirê, diçê lingên tawanbar maç dike. Mûrîdên
þêx hêrs dibin, ”Tu çawa diçê lingên kujerekî maç dikî? Þêx
dibêje, ”ên ku heta vir di riya xwe de hatine pêwîst e ku lingên wan
were maç kirin.’’ Yeka din
jî hebû ku gelek caran min bihîsti bû. Vê gotinê jî, ez ji gelek tiþtan
dûr girtim. Bê ku ez wateya naveroka wê zanibim û zanibim bê qirêjî
û nepaqijiya jinan di çi de ye… Di
sekina min de û di serhiþkiya evîndariya min de roleke mezin leyîst.
Wisa tê gotin, ”rûmeta mêr weke keçikaniya keçikê ye ku carekê
lewitî careke din paqij nabe”. Ez
hêvî dikim ku jin li min biburin. Ev gotin ne gotina min e û naye wê
wateyê ku jin bi tenê bi keçikaniya xwe dilewitin. Kamran
Simo Hedilî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org