ez

 Kamran Simo

holejîn

di keçikaniya sibê de bû

li ber rûbarê firet

bi rondikên Hewa

ez þûþtim

bi Nuh re

li ser serê Cûdî

cîhana mirî

nîþanî min dan

li parezgeha Urukê

bi awirên dilberê

kilavên nîrê dîlîtîyê

li sûkûra min alandin

li Golgota

rondikên min

tevlî yên Meyremayê kirin

êþa mîxên destên Mesîh

di dilê min û wê de

çandin

bi îske îskan

peþkên baranê

bi me re

digirîn

bi benê

Manî

pê girêdan

dilê min

li Akabadê hilawîstin

bi Medya re

kirasê reþ

li min jî kirin

bi fermana General Gallîffet

li kolanên Parîsê

gulebar bûm

ji êþê çêbûm

cihê xem lê

li wir im

di nav dilopên

çavên evînê de

digirîm

 

navê te

yê þîrîn

li ser qeyd û bendên piyên min

dane kolan

bi ramûsan

min polayê sar mihand

li aþê bîrên xwe

ez hêrtim

þûþa dilê min

li ser birca heft biran þikandin

li Amedê daxwaza min

bi sêdarê ve kirin

li Çarçira

li ber piyên awirên Pêþewa

fetisandim

giyanê min

kevin kirin

bi çaroxên piyên xwe re

di nav arþîva kevne salan de

rizandim

li ber devê çar sînorên

li ser dilê min danî

bi pepokê re

giriyandim

 

28 06 2004

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org