|
Ferman
Kamran Simo Hedilî
”Cil
spî, þûtik reþ in. Xwedê
nenas in, Ehrîman perest in. Bi
kêrên yaqubî û
xençerên
zerdeþtê agirperest
in. Ew
in yên mafê þivanan ji bîst
pezî yekê. Yên
aþvanan ji þazdeh kodan kodekê didin. Salnama
duwazdeh ajelî bi kar tînin. Çar
hiriyan cuda reng dikin. Bi
wê curê demsalên xwe nas dikin. Ew
in yên ji zewaca Ehrîman û mirovan çêbûne. Ji
nijda cinan peydabûne. Bi
hunerên xwe dengbêj in. Di
dema þerê li dijî qirkirina xwe de Bi
bablakan û þêxanî dileyîzin. Di
þer de gelekî destdirêj in. Bê
werine kuþtin,
her ser êþ in Tirsa
dilê Dehaqê mezin bû. Bi
eslê xwe Mîtanî û Kardox in. Mê
û nêr, hûr û gir tev xwîn rêj in.” Ferman
ji paytexta komara viran hat. Mîna
fermana ji paytexta ku Helacê Mensûr lê hatî çermkirin. Bi
hatina fermannamê
re borîjenvanan pifî boriya zilmê
kirin. Xakê
pîroz ji agir avis kirin. Bi
giriyê dara mazî re digirî ax. Dalên
laþxwer, nikul û pencên
xwe ji xwîna zarokên rojê sor kirin. Bi
mija rengzîv re kurkan hêkên xwe ji hêlînan avêtin. Wîzîna
mîroyan di qurmên darên jahrxwarî de bela dibe. Bi
zengilan, digerin mirovên ling hesin. Ne
Mîrhesin, ne dua û ne çîr têne pejirandin. Virekên
ku ji virên xwe bawer dikin, gotegota viran belav dikin. ‘‘Bazên
çiyan,
giyayê deþtê û kûnciyên geliyên kûr xwarine.‘‘ Bihara
bîreweriyê dorpêç dikin. Guriya
agir kirine neynik. Tawan
li dadweriyê siwarkirin. Keviran
peyam dan ku dev ji laliya xwe berdin. Xweza
di amadekariya bizavê de ye. Hechecika
beravêtî, barê sebrê di çavên xwe de veþartiye. Dilovanî
keskesora asîman e. Wijdana
cîhanê, di dilê kevoka birîndar de bi cih bû ye. Bi rondikên çavên þîlanê, bi bêhna þewata
nanê sêlê, bi çêja evîna biharê, za û herikî karwan. Bi
agir û girî, hêvî û bawerî gihane hev. Di
her pêgavê de xweþikiyek, îqna kirin. Stêrên
asimanê Hûriya û kulîlkên çiya û mêrgên Hatiya kenîn. Bêhna
þîrê tir ji gewriya zarokan tê û di hiþê kovankêþan de dimeyê. 26.12.2009 Kamran
Simo Hedilî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org