|
Giyanê xemgîn
Kamran Simo Hedilî zarokî ciwanî
û jiyan bi
awirên hîcratê nalîn ne
rijiya çavên tariya bêrûmet û
ne hat bazê
roniya çarenûsa min çiravemirêna
þadiyê nûrojan
hê hembêz dike rûbar
bêmecal xewn
qabûz falbêj
lal in di
jana malzarok wê de fêrî
jînê bûm mirin
newêrê
nêzîkî navnîþana min bibe cihê
min welatê
xemgîniyê ye çirûskên
hestên xwe kuþtinê di
derya hatinê de dijenin bayê
hêviyê di koçbariya jînê de digirî xemgînî
siwarê derûniya min e min
xemgînî dikirî û xemgînî difirot îro
hîçeke biqasî çiyan li
paþ min me kulîlkên
bejna min bêhna
xemgîniyê didine
gulîstana gerê mîna
dilê xemgîn navê
wan jî gulên
xemgîniyê ne xemgînî
fermandarê
giyanê min e bibime
dar jî xemgînî
dê
birijê ser pelên min xwe
bidim ber kîjan zinarî jî barana
xemgîniyê dê
birijê ser min dev
ji xwe berdim û birevim jî xemgînî
dê
li peyî min bimeþe helbestên
xweþ aheng silbûn e guhdarî
stranên
lehengî jî nakim dîlan
ji bîr çû ne
xweþmizgîniyên demî ne
jî kenê sexte dixwazim daxwaz ji her kesî û ji her tiþtî xeyîdiye ne kîna neyaran û ne silava dostan ma ye çend caran bû mêvana xeyalê þadî bi bêdilovanî rahiþte þadiya min û avête erdê xemgîniyê kemîn berneda
kenê þikestî jî vedixwar xemgînî çûkê ji hêlînê ketî ye hevrazê bêdawî ye cûdabûn negihiþtin tenêtiya þevên biyaniyê ye dilê þîngirtî ye zimanê bêpeyv aþîta çiyayê berfê ye pelweþêna payîzê ye çavên
nizanin binêrin erda
hiþk telþa
lêvên qeliþî ye rengvedana
êþa nû ye kolan
cih
û
warê min xemgînî ye ez
xemgînî me ev
navnîþana min li
nav rûçikên xemgîniyê li
min bigere pirsa
min ji
xemgîniyê bike bes e
30.03.2009 Rheinfelden
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org