Gulbiçûka min tu yî

 

Kamran Simo

 

ji vê jan êþa 

li tarîreþa þevê

oda min ronî dike

ez hez dikim.

her zêde

bi bihîstina dengê perpita dilê xwe

bizikir dikevim

ez bêriya te dikim

bêriya qolincên paþî þerê me

bîranînên tirsa windakirina te

û êþa perçebûna dilê xwe dikim

tu

di nav qelpaxên çavên min de rûniþtî

xweþik î û baþ nêrîna jiyanê tu yî

tu pirpirîka

li ser gulnewrozan î

tu zanî

bi þewq û hêvî

ji rengê vê demsalê hez dikim

tu li heyîna

dilê, dilê min hatiya neqþandin

ji gulan

gulbiçûka min tu yî

nava min heroj germ dike

germiya min tu yî

ji te dûrî

giyanê min dorpêç dike

bi vekirina çavan re

di rojên nû de

gera silava rojbaþa

li nav çavên min tu yî 

tu di nava min de yî.

dihelim

bi hesreta te û nagirîm

ditirsim

bi rondikên çavên xwe re

te birijênim

bi qolincên hesreta te

mirin nêzîk bibê jî

di rastiyê de herroj

ji nû ve dizim û te tênim

bêrîya ken û bêhna te dikim

þadî

bi rondikên xemgîniya min

disitirhan

li þopa siya hezkirina te

bêrîya ken û giriyê te dikim

ez ji te hez dikim

bê rastî û þaþiyan bibînim

li dilê zarokiyê  paqij

te hildigirim

di her henasê de

di her cihê diçimê de

bê guhartin weke tu heyî

ez ji te hez dikim

ji kulîlkên bavo

tu Zozana min î

 

 

22. 11.2006

 

kamran simo Hedilî

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org