|
Gumana Pêþî
Kamran Simo Hedilî
Piþtî girî û gazincên
li ber lingên xwedê, serhildanên bi tirs û pirsên bê bersiv, dema fêrbûna
xwendinê hat û gihiþte min. Bi fêrbûna xwendinê
re, min dest bi xwendina pirtûkan kir. Çi pirtûkên ku min didîtin weke
mirov avê vexwê min dixwendin. Bi van hevokan re bi guman êdî min li
pirtûkan dinêrî. ’’Çavên
min tiþtên ku pêwîste tu çav nebînin dîtin. Odên xazê yên bi destên
mihandisên zana hatin çêkirin. Zarokên bi destên bijîjkên perweda baþ
dîtin dihatine jehrkirin. Bebekên bi destên pîrikên perwerda dîtin
dihatine kuþtin. Jin û pîr û kalên bi destên ciwanên lîsa û zango
xwendin di hatine kuþtin, çavên min ev hemû dîtin. Ji bo wê ez bi
guman li xwendin û perwerdê dinêrim.’’
Dema min ev rêzikên yekî ku ji ordugehên Naziyan rizgarbûyî xwendin û
pêde ez ji xwendina hemû corên pirtûkan tirsiyam. Û min dest bi
hilbijartina pirtûkan kir. Êdî min zanîbû biqasî pirtûkên ku xweþikiyê
balav dikin yên ku jehrê balav dikin jî hene. Carnan bê ku mirov vê
jehrê bibîne mirov vedixwe. Ewqasî xwediyê pirtûkan bi zanîn jehra
ramanên xwe baþ veþartine ku mirov pir ne jîr be, mirov jehrê nabîne.
Min tiþtekî din jî fêhmkiribû, min êdî zanîbû ku pirtûkên
herî ji dil jî dikarin derewan bikin. Ji tengbûna nêrîn, peyv û hevokên
nivîskaran, firehiya jiyanê hemû di pirtûkan de cih nagire. Di pirtûkan
de rastî, lewaz û yek alî tê gotin. Gelek nivîskar jiyanê bi nêrîna
bîra reþtarî digirine dest. Hin jî, jiyanê ji weke heyî siviktir nîþan
didin. Wisa dikin ji mirov re jiyan weke goka ku giraniya wê tune yî û
nava wê vala ji cihekî dipekê cihekî din didine nîþandan. Ozan jî, me
dikiþênine nav jiyaneke xweþik fireh
û cîhana xeyalan. Dîroknas ji bo rabirdû bêjin, sîsteman bêqusur
didênina pêþiya me. Bi van hemûyan re jî, min fêmkirbû ku di cîhaneke
bê pirtûk de ez dê biþadî najîm. Pirtûkên ku hemû tiþtî û hemû
aliyên jiyanê li ber çavan bigirin tune ne. Ji bo wê min pirtûk
hildibijartin û dixwendin.Min pirtûkên ku bêhna aqil û xweþikiyê ji
wan dihatin dixwendin. Her ku xwendina pirtûkan pir dibû, ez bêdengtir û
bi tenetir dibûm. Pirtûk bûbû mala min a duyem. Mala ku min cîhan lê
nas dikir. Xwendinê
ez fêrî guhdarkirina hevokên mirovan dikirim. Li aliyê din têgihiþtina
pirtûkan herika jiyanê bi min aramtir dikir. Ez
ji pirtûkan têr nedibûm û îro jî hê têr nebûma. Çiqasî min
dixwendin hê pirtir daxwaza xwendinê zêda dibû. Daxwazeke bê dawî, di
nava min de dijenî. Min pirtûkan nexwendibana jî, min dixwast bêhna wan
werê min. Ji bo çi dema ku bayê hestan di mêjiyê min de diþemitî û
daxwaza xwendina helbesteke, an nivîseke çêdibû li ber destên min bana
pirtûk.
Ji bo min pirtûk pêwîstiya jiyanê bûn û di jiyanê de dagirtina
valahiya cihên vala bûn. Demên bêxwendina pirtûkan demên winda bûn.
Hin kes demên xwe yên vala ji bo ku bikujin, an jî di demên hêrsbûnê
de pirtûkan dixwînin. Lê
bi rastî qet ne wisa ye. Mirov ne ji bo ku dema xwe bikujê avê vedixwe,
xwarinê dixwe û hawayê distîne. Ev hemû tiþtên ji bo jiyanê pêwîstin.
Pirtûk jî pêwîstiyeke wisa ye. Ez zanim ku bi van pêwîstiyan re dem
diherike û diçe. Lê ne ji bo kuþtina demê ev dibin ji bo ku mirov bizanîn
bijî ji bo ku mirov bi tendûrûstî bijî
ji bo têgihiþtina xweþikiyan fêhm bike û van hemûyan di hebûna
xwe de bi mihênê dike.
Ez zanim ku mirov bi xwendina pirtûkan bi tenê najî. Xwendin di
jiyanê de beþekî girîng digire. Lê her tiþt ne pirtûk e, jiyan ne
pirtûk e, pirtûk parçekî jiyanê ye. Ne rast e ku mirov pirrengiya jiyanê
nebîne û xwe di pirtûkan de zîndanî bike. Ev þêwekî ji zehmetiyên
jiyanê rev e. Ez bi xwendina pirtûkan re li nav rûpelên jiyanê geriyam
û hê jî ev gera min berdewam dike. Kamran
Simo Hedilî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org