hat û çû

                                                                

 Kamran Simo Hedilî

 

plana evîna

temenekî din

min nîne

xwedewend

di nava min de mir

ji bilî wê

nasnameyeke min

ya din nîne     

em

du pelên gulekê

du pîrên hurmuzgehekê

du pêxemberên olekê

du dilên

jînekê bûn

birûska þadiyê

dilê min qulkir

rengê kefenekî din

min nîne

ji têkçûna min kûrtir

þerê serkeftineke din

nîne

ji jana min bi jantir

êþeke din nîne

ji maça xwekuþtinê rastir

di hiþê min de

leyîstikeke din

nîne

 

 

15.07.2009

 

Kamran Simo Hedilî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org