|
|
-
- Helbest çi ye?
- 2
- Kamran
Simo
-
-
-
-
- Helbest cîhana
xwe bi xwendevan re parve dike.
Bi þêweyekî din, helbest cîhana lihevparkirina pêhesîn, hîs,
xeyal û ramanê ye.
-
- Êþ
û þadî, lihevparkirin, taybetiyeke ku tenê bi mirovan re heye. Bi
taybet kesên ku pêdivî bi alîkariyê dîtine û alîkarî girtine vê
çêja xweþ baþtir dizanin. Û ev jî bi rêya helbestan, çîrokan,
romanan, semîneran û konfarasan hatine ziman, an jî mirovan yek bi
yek êþ û þadiyên xwe ji hev re gotine.
-
- Di
serî de bi rêya helbestê êþ û þadiyên xwe ji yên li pêþberî
xwe re gotine, an li wan guhdar kirine. Bi vî awayî gelek caran wê þerbeta
xweþ vexwarine.
-
- Ji
destpêka ciwaniya mirovahiyê û heta vê gavê, mirovan nekariye li
hemberî vê evîna hêja rawestin. Ji roja ku mirovan hest, pêhesîn,
xeyal û ramanên xwe gotin û vir ve, ev evîna parvekirina êþ û þadiyan,
wan li peyî xwe digerîne.
-
- ’’Ku
zahmetî, kul û serpêhatiyên xwe vebêjim, hûn ji guhên xwe bawer
nakin û bi mercên jiyanê ve girênadin’’.
Ev gotin destpêka gotina her kesê ku zehmetî kiþandî, derdê
evînê dîtî, yan ji welatê xwe derbiderbûyî ye.
-
- ’’Ax,
ax ez wisa þa me, wisa þa me, ez nizanim ji te re çawa bêjim.’’
Em bi van gotinan
dixwazin derd û dilxweþiyên xwe ji yên pêþberî xwe re bêjin.
-
- Ev
kesên hestyar, weke yên li pêþberî xwe evîndar, ên êþ û þadîzan,
wêrekiyê didin û pirtir xwe li pêþberî zehmetiyan digirin.
-
- Ew
dilên xwe vedikin ji yê pêþberî xwe re û bi vî rengî, þewata
dilê xwe hênik dikin. Ne tawana evîna wan, destûrnedana mafdariya þîn
û þadiyên wan, agirê nava wan geþtir dike.
Ev yek, ji bo nivîsa helbestê, serê pênûs û zimanê wan tûjtir
dike. Neanîna ziman, dilê wan li derya êþan difetisîne. Peyv û
hevokên dostane yên ji binhiþînê difûrin, dil hênik dikin.
-
- Eger
ne ji van wêrekî, pesindan û hêvîdanên dostan bin, bêguman mirov
xwe li ber van kovanan nagirê. Ji lewra jî, mirovan ji vegotina leza
herka daxwaziya derd û þadiyên xwe, gav bi paþ ve neavetine. Di her
fersendê de þîrînî an tahliyên xwe, çi bi rêya nivîsê çi bi
devkî be vedibêjin.
Vegotina evîna ji agir, aqil, mentiq, þerm û tirsê, gelek caran serê
wan kiribê belayê jî, lê
ji venegotinê re serî netewandine.
-
- Ji
çaxên buhurî û heta vê demê, hevparkirina þîn û þadiyan, keþtiyan
ji bahozên deryayê, ji noqîbûna avê rizgar kirine û hezkirina
hevparkirinê ev keþtî meþandiye.
Giovanni Boccaccio dibêjê: ’’Êþ li hev parkirin
taybetiyeke tevgera mirova ye’’.
Ew êþ û þadiyên ku dema pêþî mirov bi zehmetî xwe li ber
digirt, piþtî li hev parkirinê, dibin bîranînên þîrîn. Bi
rêya parvekirinê, mirov ji êþ û þadiyên xwe çêj digirin.
-
- Qenciya
ku mirovan ji dostan dîtî, dostanî û kovanên ku mirovan bi hev re
parvekirine, ji hiþên mirovan naçin.
Zanîna baþiyê, xîret, camêrî û fezîleta herî bilind e. Nezanîna
baþiyê jî, kêmasiya mirovan a herî mezin e.
Yên ku zanibin li hev par ve bikin tu caran nabin ji ew kesên ku bi baþiyê
nizanin. Piþtî ku êþ û þadiyên xwe parve dikin, kêm be jî, xwe
ji bandora wan rizgar dikin û xwe azad dîbînin.
Bi van mercên xwe yên kêm jî, çi ji destên wan bê, dixwazin
bikin. Tiþtên ku ji parvekirinê girtine, ji bo bi paþ ve bidin, kar
dikin.
-
- Ne
ji nezanên ku xwe zana, dizanin û pêwîstî bi alîkariyê nabînin
re, lê ji yên ku dixwazin êþên xwe kêm bikin û þadiyên xwe
parve bikin re dibine destek.
-
- Y.Yevtuþenko
weha dibêje: ’’Helbest bêdemiya li dijî demê û nav di xwe
dan e (qaqibo kirin e)”.
Helbest rêkûpêkkirina holejînê ye. Ev jî bi rêya
lihevparkirinê pêk tê. Zanîn, huner, ol, felsefe û daxwaziya
bedewkirina jiyanê, ji bo mirovan e. Ne lawir û ne jî firinde dikarin
fêrî huner û felsefê bibin.
Ev hemû, pêþîgirtina li zagonên xwezayê yên wêranker û hin tiþtên
ku li pêþ pêþveçûna mirovan asteng in, nîþan didin. Mafê her
helbestvanekî heye ku tiþtên pêþveçûnê asteng dikin û ji çaxê
xwe re biyanî dibînin bi xwendevanên xwe bidin nasîn.
Pablo Neruda weha dibêje: ’’Helbest serhildan e. Bi nivîsa
helbesta xwe, helbestvan carnan derdikeve derveyî aqilê roja xwe û
dibe armanca hêzên paþverû. Yên ku naxwazin mercên jiyana wan were
guhartin û roja tê de dijîn ji mirovahiyê re têr dibînin.Helbest
zanîna nependî ya ku kêmasiyan vediguhêrîne sipehîtiyê ye.
Baudelair weha dibêje: ’’Helbest hesreta mirov a bedewiya hê
bilindtir e. Ev prensîp bi coþ,
bi giyanekî fûrek, xwe dide nîþandan. Ev coþa li derveyî rastiya
aqil distirhê ye’’.
-
- Helbest
hilpekandina mantiqe ye. Her helbestvanek, di wê bewariyê de ye ku
peyama helbesta wan digihê cihê xwe. Ji aqilê roja tê de dijîn
pirtir, bi mantiqa xeyal, pêhesîn, raman û hestên xwe peyamê dinivîsin.
Bi nivîsandina çend hevokên hêja cîhana me ber bi xweþikî û
hezkirinê ve dibin. Her helbestvan, dixwaze helbesta xwe bike berhema hêjayî
parvekirinê.
Helbest bi serê xwe tenê berhem e.
Valery weha dibêje: ’’Rastiya helbestê ew e ku xwe dike
berhema hunerê. Ji bilî vê tu armanca wê nîne. Ji xwe dest pêdike,
bi xwe re dawî lê tîne. Hemû maqûlî û reseniya wê ji vir tê’’.
-
- Helbestvan
hem xwendevanên xwe dike hevparê kovan û þadiyên xwe û hem jî xwe
dike hevparê kovanên wan. Bi kurtî; ji xwendevanên xwe digire û bi
paþ ve dide wan.
-
- Yek
ji wan kesên ku ev pêwîstî hîs kiriye û gihîþtiye wê þadiyê jî,
ez im.
-
- Helbest
dîroka dîrokbêja dîrokê ye.
Helbest ne dîrok e, ji ber ne îspat e. Nîþankirin û bi giranî bûyerên
di roja xwe de, bi þêweyekî ciwankarî wêne dike. Helbestvan ne tenê
bûyerên dema xwe dinivîsê, bi bûyeran re xeyal, pêhesîn, hest û
ramanên xwe jî dinivîsê. Nivîsa xeyal, pêhesîn û hest tê de
hebin, nabê îspatkirina dîrokê. Bi tenê dikare ji dîroknûsan re
hin tiþtan iþaret bike.
-
- Firdewsî
di destana xwe ya navdar a bi navê Þahname de, gelek leheng û þahên
ku Îranê bi rê ve birine iþaret kirine. Lê heta roja me hê jî
gelek ji van kesan ne hatine tespît kirin, lewra hebûna gelek ji van
kesan, encamên xeyalên Firdewsî bi xwe ne.
Goethe weha dibêje: ’’Babeta helbestê tu caran kêm
nabe. Ji bo cîhan ewqasî mezin e, ewqasî dewlemend e, jiyan ewqasî
bi nîgarên cûda ye… Bi rastî yek babet nîne ku, helbestvan weke pêwîst
zanîna bikar anîna wê zanibe qet helbest bê babet namîne.’’
Helbest, dîwarê koþka peyvê ye û helbestvan nêçîrvanê peyvê
ye.
Helbest heye, peyvên ziwa û bêwate ye.
-
- Pierre
Revedy weha dibêje: ’’Ji
bo ku helbestvan dîtinên xwe bide bihîstin ji peyvan sudê werdigire.
Bi kar anîna peyvan bi tenê dikare helbesta xwe binivîse. Lê xetera
herî mezin dîsa ji van peyvan tê. Peyveke ne di cih de, helbesta herî
xweþ xirab dike’’.
-
- Helbest
afirandina lihevparkirinê, hunera peyva ji dil û nazikî jê tê
xwestinê ye. Fêrbûna hevokan, peyva hêjayê gotinê û gezoya lêvên
peyvê ye. Qabiliyeta ziman e. Ol û felsefeya hevokê, gazinca
hilbijartina peyvê û hawara hatinê ye. Serkêþa govenda peyvê ye.
Afirandina bi rê û rêbazên hezarên salan e.
-
- Helbestvan
bi çêkirina her hevokê re, zanîna zimanê xwe çêdikê. Bi
hostetiya, hosteyan, ji gerdenên sipehî re ristikê çêdike, þekil
dide zêrê ku li ser kar dike. Milîmeke kêm û zêde nahêle û piþt
re rûmeta gerdeniyê, an bazinê ku çêkiriye, didiyê. Helbestvan jî,
bi xweþikkirina zimanê helbesta xwe, rûmetek jê re diafirîne.
Helbest hunera xweþikkirina þêweya hevokan e.
Helbestvan, pêhesînên xwe, hestên xwe, ramanên xwe, xeyalên xwe û
nêrînên xwe yên dinyayî, felsefeya keseyetiya xwe, bi reya helbesta
xwe bi xwendevanên xwe re parve dike.
-
- Divê
helbestvan peyvan nas bike, wan miz bide, bi wan re bilîze. Dayîk çawa
bi zarokên xwe re dileyîzin, bi wan þa dibin, wan xweþik dikin, wan
paqij digirin, xweþikî û paqijiya zarokên xwe bi der û dora xwe re
parve dikin û bi vê parvekirinê dilxweþ dibin, helbestvan jî pêwîst
e weha nêzîkayî bi peyvan re deyne ku karibe hest û ramanên xwe bi
kesên din re parve bike. Helbesta xwe bike hawa paqij a daristanê ku
herkes bikiþîne nav hinav û mêlakên xwe. Divê bibe dermanê
hevpariya êþ û þadiye. Bibe çemê hîs û rastiya wan. Helbestvanê
ku vê bike, digihêje þadiya lihevparkirinê.
-
-
- Kamran
Simo Hedilî
|
|
|