Helbest çi ye?

 3

Kamran Simo

 

Paul Eluard dibêje, ’’ji bo helbestê, pêwîstiya me bi kêmhevokan heye, ji bo ev pêkwere hemû hevok pêwîst in.’’

Heta ji helbetvan tê, helbesta xwe bi kêmhevokan dirêse. Ji bo ku ev pêkwere, pêwîste helbestvan bibe hostayê hilbijartina hevokan. Ji bo helbesteke xweþ biafirîne, divê hemû hevokan nas bike.

Helbestvan nebine ji van kesên ku dibêjin, di aqilê wane de gelek tiþt hene û ramanên gelekî pêwîst lê dikin nakin nikarin wan bînin ziman.

Vê gotinê her dem dubare dikin. Lê birastî ku ramanên van kesan hebana, wê bi peyvên bedew û xwedî bandor ew bihunandina. Yanî wê derbirîna tiþtên dixwazin bêjin kiribana. Ku dema dixwazin derbirîna van ramanan bikin, raman difirin û namînin. An ramanên wan gelekî reben û feqîr in, an nehêjayî gotinê ne, yan qet ramanên wan kesan nebûne.

Zerdeþt dibêje, ’’Ramana pak, gotina pak, kiryara pak, baþ bifikire, baþ bêje û baþ bike.’’
Ev tê wê wateye ku raman pêþî tê. Yanî her tiþt ji ramanê dizê. Yên ramanên wan baþ bin, çi bi devkî be, çi bi nivîsî be, dikarin baþ bêjin. Ku nebêjin û nenivîsin ramanên wan nîn in.
Mafê helbestvanan nîne ku bêjin ez nikarim, ramanên xwe bînim ziman. Ev þêwê gotinê, ne yê helbestvanan e.

Goethe dibêje,
’’tu ne tenê, di helbestê de helbestvanî.
Li sohbetê, li kar, li masa leyîstikê, li herderê helbestvanî. Hemû xweza malê helbestvan e. Çiya memostayên bêziman in.
þagirtên bêdeng digihên in.’’

Helbestvan li baxê peyv û hevokan dijî. Nikarê bêje gelek ramanên min yên giranbiha hene lê ez nikarim wane bîmin ziman. Ku wer bêje, ew ne li baxê peyv û hevokan dijî. Ew li hiþkebeyarekî bê av, bê gul û bê giya dijî. Bila dev ji helbestê berde, li kareki din ji xwe re bigere. Ji bo ku helbestvan balyozê ramanê yê li dîwana ziman e. Rêhberê pêhesîn, hîs û raman anîna ziman e. Mîna ask (xezal) li mêrgan diçêre pel bi pel giyayê xwe dineqîne û paþî bi kayînê wî giyayî di mîda xwe de dimihêne. Helbestvan jî, li mêrga ziman, li peyvan diçêre. Wan yeko, yeko, dineqîne piþtre di hevoka xwe de bi cih dike.

Mallerme dibêje,
’’helbest fêrbûna hevokan e.’’
Gelek hunernas, huner wisa didine nasîn. Dibêjin, ’’huner derbirîna pêhesînê di pêhesînê de ye.’’Ku huner derbirîna pêhesînê di pêhesînê de be.

Octavio Paz jî dibêje, ’’ helbest nayê derbirîn kirin, derbirîn bi xwe ye.’’
Helbestvan dema di nava xwe de, ahenga helbesta xwe çêkir, helbesta xwe bidawî tîne.

Helbest, lihevkirina aheng û awazê ye. Bi ciwankariya xwe þêwê nivîsê yê, herî zêde dengê wê li guhan xweþ tê û wêne yên wê di çavan de cihên xwe digirê ye. Bi van xisûsiyetên xwe, bi zelaliya awirê xoþewîstiye, dîrokê, olê, felsefê û zanistiyê bi lihevkirina awaz û ahengê dihunê.

Heta ji helbestvan tê buyerê bi kêm hevokan dineqiþêne.
Hevokên xwe bi roj, meh û bi salan dipîve piþtre di helbesta xwe de bi cih dike. Rojnamevan buyerê dema dinivîse, li sedem û dîroka buyerê digere, çima? Çawa? Li kûderê? Kî/kê kir û wekî din sedeman dirêj dike û dinivîse. Carne buyerê dikin rêzenivîs û çend rojan li peyhev di rojnama xwe de diweþên in.

Wê buyerê, çiroknûs yan romannûs ji çîrok û romana xwe re bingeh digirin. Çîrok û romanên xwe dirêj, dirêj dinivîsin. Bi danasîna cihê buyerê, lehengê buyerê, derdorên lehengê buyerê, dihunin û pêþkêþî xwedevanên xwe dikin. Heta gelek leheng û kiryaran ji xeyala xwe lê zêde dikin.

An mamostê zanko yê (universîtê) buyerê dide þagirtin xwe û dixwaze ku buyerê ji serî heta binî binivîsin.
Carnan þagirt, van buyerên ku mamoste didina wan weke pirtûkê pêþkêþ dikin.
Lê helbestvan bi çend hevokên resen buyerê tênê ziman.
Çîrokeke kurdan ya mîtolojîk heye, dada qijik û kevokê ye. Bi navê jin jî hene û jinkok jî hene.

Mela Mahmudê Dêrþewî, bi þêwê çîrokê bi 20 rûpelan aniye ziman û Cigerxwîn ew buyer bi çend rêzikan gotiye.
Ev þêwê nivîsên þîrovekirî û dirêj hemû ji afirandina helbestê cuda ne.

Ji van beþan zimanê helbestê, helbestê ji wane cûda dike. Diyarbûna helbestê bi tenê ziman e. Zimanê helbestê, zimanê lihevparkirina hîs û ramanê ye. Ev e yê ku helbestê ji corên din yê nivîse vediqetên e.
Zimanê nizm û bilindiya dengan, corên van dengan, aheng, pîvan û muzîkê, di co ya herika helbestê de vediþêre. Dema mirov li derve li van dengan dinêre, mirov dikare wan weke hev bibîne. Lê di rastiyê de ne weke hev in. Cudabûna derbirîna nivîsa rasterast û helbestê, Aristoteles kiriye. Aristoteles, pirtûkên xwe yên felsefê bi pîvan nivîsandine û weke wane helbestên xwe azad nivîsandine.
Ji bo têgihiþtina rastiya zimanê helbestê, mercê pêþî jibîrkirina hemû corên teng kirina ziman û cudabûna hevokan e. Piþtî þikandina qaþûla hiþk, dê ziman li kaniya destpêkê, di helbestê de bi zelalî û paqijî biherike. Xwendevanên helbestê hingê dê tahmê ji helbestê bigirin.

Bi Pablo Pîcasso re hevpeyvînekê dikin, di wê demê de keçeka cîranên wî ya biçûk jî li wir e. Keçik nikare navê wî yê pêþî rast bêje. Her jê re Tablo Picasso dibêje. Di dema pirsa ji helbestvan tê kirin helbest çi ye? Keçik jî gazî dike, mamê Tablo Picasso, mamê Tablo Picasso, dixwazê tiþtekî jê re bêjê. Helbestvan dibêje, ’’ha helbest ev e. Pablo dibê tablo.’’

Helbest mîna ji rê derketina ziman e, xêzika bi riya ziman, vegotina ziman e, nivîsa bingehê nirxandina xeyalê bi ramanê ye. Wekî leyîstika peyvê ye, lê ne leyîstik e, pêþxistina peyvê ye.
Helbest hîsê distirhê, wê diguhure û bi ciwankariya ziman bi þêwekî helbestwarî pêþkêþ dike.

Pierre Mille dibêje,
’’helbest ne bendî kirina hiþ e, lê ji binhiþînê bi veguherîneke xweþik û sihîrî derxistina hiþ û ji binhiþîn re kirina mal e.’’
Bi gotineke din, helbest hiþê hiþyar dike, nazik û hîsdar dike, bi muzîkê re dikelêne.
Helbest ji xewa giran hiþyarî, boyaxkirina rengên bêreng, reva ji tariyê rizgarbûnê ye.
Wênekirina van hîsan û ronîkirina ramanê ye.

Devereke (Cihekî) bêhelbestvan, jiyaneke bêhelbest û gelê hunera xwe di pêþengiya çerxê de neherikêne, dibin kujerên sibên ku tên. Helbest carnan xewn dîtine. Carnan bi tîpan ji bo jîna evînê mirin e. Bi sind û çekoçê evînê, lêkirina dîwar e.

Her helbest bi qolinc û dilxweþiya xwe zayînek e. Bi merdî ji mirinê re lêvxwerkirin e. Helbest neqelabaxa peyvan e. Yeko, yeko bi wijdan û bi þêwekî dadwarî bi cih kirina cihê ku mafê wane ye. Her tîp, her peyv û her hevok di cihê wane de bicih kirin e.

Helbest bi peyvan ronî pêxistine. Nêrîna li asoyê jînê dikenê ye. Li ber dengê bilbil cîhan afirandin e û di henasa wî de bihîstina henasa xoþewîstiyê ye. Ev e helbest, helbest ev e. Li hungirê êvarê, dîtina xeniqandina dilopa xwînê û li asoyê sibê, hilata dilopa þîr e.

Helbest rastiya hesreta dilê me, hîsên me yên þewitî, bi peyvan serxweþ kirin û govenda we ye.

Bi çeka peyvan, gerandina aþê roniyê, tov reþandina xoþewîstiyê ye, rêzana riya ku diçe evînê ye. Ji dilê me yê biçûk re dilovaniya deryaya ji okyanosa ye.

 

KAMRAN Simo hedliî

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org